Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Bîlançoya roja 10’emîn: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike û sivîlan hedef digire

Dewleta Tirk a dagirker peymana agirbestê binpê kir. Her wiha bi topavêjan û balafiran Serêkaniyê û derdora wê hedef digire û topbaran dike. QSD’ê diyar kir ku ji dema ragihandina agirbestê ve 13 şervan û 5 sivîl şehîd bûn. Li aliyekî dîtir jî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî destnîşan kir ku Tirkiye sûcên şer pêk tîne. Li rexê jî NY’yê anî ziman ku der barê bikaranîna Tirkiyê ya fosfora spî (çeka qedexekirî) de lêpirsîn û lêkolînan pêk tîne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/10/2019 - 14:02
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevî peymana agirbestê, hê jî artêşa dewleta Tirk a dagirker herêmê bi balafiran bombebaran dike û çekên giran û çeteyan derbasî Serêkaniyê dike. Her wiha jî êrîşî Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê ku tê de tijî birîndar hene, kir.

Tevî peymana agirbestê jî, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên şer êrîşî bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê û şervanên QSD’ê yên li bajêr kir.

Her wiha jî çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên sivik, nuqteyên şervanên QSD’ê li derdora Çerxerêya Şehîdan û Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê ku tê de sivîlên ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker de berê birîndar bûne, kir.

Bi encama tunebûna derman û nehiştina dewleta Tirk a dagirker a tîmên tenduristiyê ya derbasbûna bajêr de, 2 şervanên QSD’ê ku di Berxwedana Rûmetê de birîndar bûne, şehîd bûn.

Tevî ragihandina agirbestê, hê jî dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên dagirkirina herêmê ranewestandine. Di sibeha roja înê (duh) de artêşa dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Um Xêr ê girêdayî navçeya Serêkaniyê kir ku şervanek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, 3 şervan birîndar kirin ku rewşa yekî giran e.

Binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên wê di vir de nesekinîn, lê dikan û malên şêniyên Serêkaniyê vekirin, dizîn, talan kirin û derbasî xaka Tirkiyê kirin.

Karwanekî şêniyên herêma Cizîrê berê xwe da bajarê Serêkaniyê yê dorpêçkirî da ku alîkariya sivîlên li wir bikin û birîndarên ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajêr de çêbûne, derxin. Lê artêşa dewleta Tirk a dagirker êrîşî karwana şêniyên sivîl kir ku li gundê Mişrafa yê Serêkaniyê rawestî.

Li gundê Mişrafa, karwanê şêniyên herêma Cizîrê, 16 cenazeyên şehîdên sivîl ji bin kafil û enqazan ku balafirên dewleta Tirk a dagirker bombe kiribûn, derxistin.

Ji wê zêdetir jî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker dêrên li Serêkaniyê topbaran kirin ku xiristiyanên li bajêr, bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku wan ji êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin, dêr û milkên şêniyan ji topbaran û talankirinê biparêzin.

Duh, sibehê balafirên dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirganê ya bajarê Serêkaniyê bombebaran kir. Di encamê de 8 sivîl birîndar bûn û rakirin nexweşxaneya Hesekê da ku tedawî bibin. Lê belê 3 birîndar şehîd bûn. Ji wan jî Newaf Hac Elî yê endamê Partiya Çepgir hat nasîn û nasnameyên 2 kesên din jî nehatin nasîn.

Duh li asîmanê navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo, balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker digeriya.

Dewleta Tirk sûcên şer pêk tîne

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, raporek li ser malpera xwe weşand ku li ser pêkanîna artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser sûcên şer nivîsand. Her wiha rêxistinê, mixabîniya xwe der barê paşguhkirina Tirkiyê û çeteyên wê ya bangên dubare ya parastina jiyana sivîlan, anî ziman. Li rexê jî li ser kuştina bimebest û êrîşên derqanûnî ku kuştin û birîndarên sivîl çêbûne jî daxuyand.

Li gorî rojnameya The Guardian a Brîtanyayê, venêrînerên çekên kîmyewî yên girêdayî NY’yê ragihand ku dê piştî tawanbariyên hêzên Tirkiyê ku fosfora spî ya qedexekirî li dijî zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demeke berê ya vê hefteyê de bi kar aniye, kom bikin.

Dewleta Tirk agirbestê binpê dike

Fermandariya QSD`ê yê bajarê Serêkaniyê raber kir ku artêşa Tirk hevpeymana agirbestê binpê dike û êrîş berdewam in, lewma ew ê parastina rewa bidine meşandin û bersiva êrîşên dagirkeriyê bidin.

Berdevkê QSD`ê Kîno Gabrîel bi bîr xist ku piştî agirbestê hêzên wan êrîş nekirine, lê belê artêşa Tirk û çeteyên wê hêj êrîşan pêk tînin. Nîşana vê yekê ji dema agirbest hatiye ragihandin 13 şervan û 5 sivîl şehîd bûne, li ser vî esasî ew bang li aliyên peywendîdar dikin ku yekser li gorî hevpeymanê tev bigerin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku ew li gorî agibestê tev digerin, lê belê dewleta Tirk binpê dike û ev jî nîşana binpêkirina aştiyê ye. Xelîl bal kişand ser ku piştî berxwedana hêzên gelên wan û zextên ji dewletên navdewletî, Tirkiye neçar ma ku agirbestê ragihîne, ev jî serkeftina şoreşê ye. Di gel hevpeymana agirbestê dê ji hevpeymana bi rejîmê re nebe asteng û dê banga berdewama berxwedanê dikin, ji ber hêj tahlûke heye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gel kir ku heta biryara agirbestê pêk were destekê bidine QSD`ê û amade bin.

Di heman demê de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ragihand ku Enqere hevpeyman binpê kir, ji ber vê ew bang li civaka navdewletî dikin ku çavdêrên navdewletî ji bo parastina hevpeymana agirbestê bişînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Murat Karayilan: ‘Şoreşa Rojava destketiya neteweyî ye, divê her Kurd biparêze’

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk a dagirker agirbestê binpê dike, balafir Serêkaniyê bombebaran dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk a dagirker agirbestê binpê dike, balafir Serêkaniyê bombebaran dike

Dewleta Tirk a dagirker agirbestê binpê dike, balafir Serêkaniyê bombebaran dike

Li Serêkaniyê berxwedana dîrokî a Şervanên QSD’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker

QSD'ê encama êrîşên dagirkeran ên piştî agirbestê ragihand: 18 dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.