Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YRD’ê: Divê hemû rojnamevanên heqîqetê qirkeriya dewleta Tirk a dagirker ragihînin

YRD'ê li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li rojnamevanan hemûyan kir ku rastiya dewleta Tirk ji tevahiya dinyayê re ragihînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/10/2019 - 17:07
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
YRD’ê: Divê hemû rojnamevanên heqîqetê qirkeriya dewleta Tirk a dagirker ragihînin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, hedefgirtina sivîl û rojnamevanan de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya YRD’ê wiha ye:

“Raya giştî dizane ku krîza sîstemîk a modernîteya kapîtalîst pergalên netewe dewletan anîn ber xitimandinê û bûn çavkaniya alozî û qeyranên civakî. Lewre di sala 2011’an de ev qeyrana pergala modernîteya kapîtalîst û hevkarên wê netewe dewlet, li Rojhilata Navîn ji rastî bertek, nerazîbûn û qebûlnekirinên tun ên civaka demokratiîk hatin. Gelê herêmê li hemêberî vê qeyrana ku çavkaniya xwe ji pergalê digire rabû ser piyan. Her çiqasî piştre ev pêvajo bi navê ‘bihara Ereban’ hatibe pênasekirin jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya vê pêvajoyê bi pêşbîniyeke kûr û mezin bal kişandibû ser vê qeyrana şaristaniya navendî û bal kişandibû ser raperînên gel û navê ‘Bihara Gelan’ li vê pêvajoyê kiribû.

Bi pêvajoya ku bi ‘bihara gelan’ destpê kir re, bi lez û bez dijberên pergala kapîtalîst pêş ketin û civakên demokratîk xwe rêxistin dikirin. Lewre pergala modernîteya kapîtalîst jî, rûyê xwe yê reş û qirêj bi hemû hovitiya xwe da hev û ji bo ku vê pêla şoreşa gelan ango ‘Bihara Gelan’ berovajî bike û vala derxîne, bi navê DAIŞ’ê tevgereke dîrokê ya teror û hovîtiyê da destpêkirin.

Li hemberî vê yekê, gelên Rojhilata Navîn bi pêşengiya Kurdê azad û pêkhatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe rêxistin kirin û li dijî vê tevgera çete ya terorê sekinîn, bi berdelên giranbiha, bi lehengiyeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin pêşî li vê hovitiya DAIŞ’ê girt. Piştî pêvajoyeke tije lehengî û nirxên mezin, bi serkefitineke mezin DAIŞ têk birin.

Vê serkefitina bi berdêlên gelek mezin, bi qehremantiya dîrokî ku hemû mirovahiya pêşverû li dora xwe kom kir, bi şanazî û serbilindiyeke mezin bû rûmet û rûspiya mirovahiyê. Lewre di serî de gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, hemû mirovahiya demokratîk li dora vê destkeftiya ku her kêliya wê bi berdêl û nirxên mezin pêk hatiye, bû xelek.

Dewleta Tirk rûyê xwe nîşan da

Ev pergala ku weke riya sêyem xwe rêxistin kiriye û bi ‘Paradigmaya Demokratîk Ekolojîk û Azadiya Jinê’ xwe saz kiriye, bû navenda hemû hêzên demokratîk û enternasyonal. Her wiha di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahiya Sûriyeyê bû mînaka demokrasî, azadî, wekhevî û aramiyê. Ango dikare bê gotin ku di nava dojeha şer de weke guleke azadî û aramiyê vebû. Lewre hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî cihêkariya ol, etnîsîte, çand netewe û hwd., her kes hembêz kir.

Lê belê dewleta Tirk a dagirker ku afirîner û parêzvana DAIŞ’ê bû, piştî ku ligel hemû hovîtî û terora dewletê nekarî pêşî li têkçûna xwe û çeteyên girêdayî xwe DAIŞ û hwd. bigire, vê carê rûyê xwe yê rastî eşkere kir û mîna ku hovîtiya DAIŞ’ê jî li paş xwe bihêle, Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir armanca êrîşên dagirkirin û qirkirinê.

Hemû raya giştî dizane ku yek sedema vê dagirkeriya dewleta Tirk heye, ew jî ji nû ve zindîkirin û vejînkirina DAIŞ û terora DAIŞ’ê ye. Bi dawîlêanîna DAIŞ’ê re her kes li bendê bû ku li Sûriyeyê aramî û çareserî pêş bikeve, lewre di demeke ku nîqaşên çêkirina ji nû ve makezagona Sûriyeya demokratîk dihatin meşandin de, pêkhatina vê dagirkeriya Tirkiyê ku 9’ê cotmehê destpê kir, dawî li aramiya ku ev 8 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye anî.

Baş tê zanîn ku yekane armanca vê tevgera dagirkeriyê, qirkirina netewe, çand û baweriyan e û guhertina demografiya ku seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire nav xwe ye. Serokê DAIŞ’’ê Erdogan ev armanca xwe ya kirêt di civîna Neteweyên Yekbûyî de bi nexşeya ku nîşan dayî eşkere kir.

Çapemeniya azad a ku rastiyan radigihînin kirin hedef

Çapemeniya Azad ji bo ku rûyê xelîfeyê DAIŞ’ê Erdogan û rastiya gelê berxwedêr nîşanî cîhanê bide, ev 8 sal in bênavber li kolan û sengerên têkoşînê geşendanan ji raya giştî re radigihîne. Ji ber ku dagirkerî vê rastiyê dizane, rasteras Çapemeniya Azad hedef digire û dixwaze wê bêdeng bike ku rûyê wê yê qirêj û reş ji cîhanê re ranegihîne.

Herî dawî hevalên me yên rojnamevan Saed Şêxmus Ehmed û Mehemed Hisên Reşo ku konvoya sivîl a ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçû dişopandin, rastî êrîşa hovane ya dewleta Tirk a dagirker hatin û ligel gelek xelkê sivîl şehîd bûn.

Bibin yek û bang li wijdanê dinyayê bikin

Em bang dikin hemû rojnamegerên di lêgera heqîqetê de ne û li pey pênûs û objektîfên şehîdên çapemeniya azad in û li hemberî dagirkeriyê xwedî helwest in, hêza xwe ya ragihandinê bikin yek, li dijî vê hovitiya bêrûmet bikevin nav tevgerê û rastiya dewleta Tirk û binpêkirinên mafên mirovan ku xelkê sivîl û bêguneh tên qetilkirin, ji cîhanê re ragihînin. Her wiha bang li wijdana cîhanê bikin. Divê hemû kedkar û têkoşerên çapemeniya azad li ser şopa şehîdên çapemeniyê, ragihandina rastiyan ji xwe re bikin egera jiyanê û ji bo vê yekê çi ji deste wan bê bikin.

Em hêvîdar in ku her endamekî Çapemeniya Azad wê bê dudilî weke şerevanek li ser sengerê bi erka xwe ya mirovahiyê rabe û ji cîhanê re rastiya vê hovîtiya dewleta Tirk ragihîne, bang li wijdana mirovahiyê bike.

Em li ser vî esasî ji malbatên hevalên xwe yên şehîd Saed Ehmed û Mehemed Reşo re sersaxiyê dixwazin û ji hevalên xwe yên birîndar re şifaya xêrê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şervanên QSD’ê li Bakurê Eyn Îsayê 2 tank û panzêrek rûxandin

Nivîsa Pêş

Li Zanîngeha Gîessenê ji bo Rojava çalakî hate lidarxistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Zanîngeha Gîessenê ji bo Rojava çalakî hate lidarxistin

Li Zanîngeha Gîessenê ji bo Rojava çalakî hate lidarxistin

Dagirkeriya tirk Qamişlo topbaran dikin, QSD‘ê bersivên xurt dide

Çeteyên dewleta tirk a dagirker taxên Qamişloyê topbaran dikin

Manşet

  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.