Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

LEZGÎN – PKK: Her mal, her kolan wê bibe çepera şer!

Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her mal wê bibe biryargehek, her kolan wê bibe çepera şer. PKK'ê bang li hêzên HPG û YJA Starê jî kir ku li her qada Bakurê Kurdistanê çalakiyên xwe geş bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/10/2019 - 11:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 8 mins read
A A
LEZGÎN – PKK: Her mal, her kolan wê bibe çepera şer!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Dîrokê careke din wezîfe daye me ku em rûmetê, mirovahiyê û azadiyê temsîl bikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em di wê baweeriyê de ne ku di serî de Kurd û Ereb hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû hêzên wan ên parastinê, wê di çarçoveya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk careke din bi wezîfeya parastina mirovahiya azad tevbigerin, wê her jin û mêrên ku dikarin rahêjin çekê bibin şervan, her mal bibe biryargeh, her kolan bibe çepereke şer û bi vî rengî wê li dijî faşîstên AKP-MHP’ê yên barbar berxwedaneke serketî bê nîşandan, wê zîhniyet û siyaseta TC a mêtinger-qirker li xaka Rojava bê binaxkirin.”

ARTÊŞA TIRK A BARBAR

Daxuyaniya PKK’ê wiha ye:

“Dewleta Komara Tirkiyeyê ya faşîst-mêtinger di salvegera 21’ê ya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di 9’ê Cotmeha 2019’an saet 16:00 de li dijî Rojavayê Kurdistanê li seranserê sînor dest bi êrîşeke dagirkerî û qirkirinê kir. Ji hingî ve gund, bajarokên Kurdan ên li seranserê sînor ji aliyê tank, top û balafirên şer ên artêşa Tirk a barbar ve tên bombekirin. Xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê artêşa Tirk a faşîst-mêtinger ve tê dagirkirin. Ya ku çeteyên DAÎŞ’ê nekarî bikin ku di 15’ê Îlona 2014’an de êrîşî Kobanê kirin, niha dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku dijminê Kurdan û dijminê mirovahiyê ye dixwaze bike.

DIXWAZIN ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê JI NÛ VE ZINDÎ BIKIN Û GEFÊ LI DINYAYÊ BIXWIN

Eşkere ye ku êrîşên TC a mêtinger-qirker ji bo hilweşandina Şoreşa Azadiyê ya Rojava, dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tinekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û mîna li Efrînê kirin qirkirina Kurdan a li Rojava ye. Dixwazin gelên li vê xakê jî bikin kole û li ser vê bingehê Sûriyeyê parçe bike. Lewma êrîş li dijî hebûn û azadiya Kurdan e, li dijî yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê ye, li dijî biratiya gelan e, li dijî demokrasiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e û êrîşe li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Dixwazin çeteyên DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bikin ku ji aliyê hêzên YPG, YPJ û QSD’ê ve hatin têkbirin û bi vî rengî careke din bikin gefekê li dijî dinyayê.

BERPIRSYARÊN DAGIRKERIYÊ

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa TC a mêtinger û qirker, di sibeha 7’ê Cotmehê de piştî ku Serokê DYE’yê Trump leşkerên Emerîkî ji ser sînor vekişand dest pê kirin. Wekî din piştî civîna serokdewletên Rûsya û Îranê ya li Enqereyê bi dîktator-dagirker Tayyîp Erdogan re kirin, êrîşan dest pê kirin. Artêşa TC a qirker-dagirker bi çekên NATO’yê, bi çekên ku ji DYE, Elmanya, Rûsya û Çînê wergirtiye êrîşî Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryanî, Ermen, Tirkmen û Çerkezên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ew çek 9’ê Cotmehê ji saet çaran û pê ve li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyan dikin. Lewma ji dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji komkujî û qirkirina li vê xakê wê DYE, Rûsya, Neteweyên Yekbûyî û hemû dewletên ku piştevaniya TC’ê dikin berpirsyar bin. Dewleta TC a mêtinger-qirker bi desteka van hêzan hemûyan ji destpêka sedsala 21’ê û vir ve bi rengekî eşkere Kurdan qir dike. Yanî sûcekî li dijî mirovahiyê dike û yên din jî dikin hevparê vî sûcî.

DI BIRYARDARIYA SERKETINÊ DE LAWAZIYEKE BIÇÛK JÎ NÎNE

Eşkere ye ku ji kêliya ku êrîşên Tirk ên dagirker dest pê kirin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên wan ên parastinê YPG, YPJ û QSD bi lehengî li ber xwe didin. Ev gel û hêzên şoreşger ên ku karîbûn belayê serê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ’ê têk bibin, niha jî di asta herî bilind de bi biryar in ku mamosteyê DAÎŞ’ê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin. Ji kêliya destpêkê ya berxwedana li dijî dagirkeriyê û vir ve tevî ku gelek şehîd û birîndar dan di biryardariya wan a serketinê de lawaziyeke biçûk jî xuya nake. Berxwedana Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya dîrokî ji niha ve hêjaye ku bibe berxwedana rûmetê ya mirovahiya demokratîk û azad. Em vê berxwedanê silav dikin, şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin, ji gelan hemûyan û hêzên berxwedanê re serketinê dixwazin. Serketin wê ya wan be.

HÊZA HERÎ ZORDAR Û BARBAR A DÎROKÊ

Ji ber ku gel mafdar in, berxwedaniya herî mafdarî a dîrokê dikin. Temsîla heqî, hiqûq û dadê dikin. Dixwazin li ser xaka xwe azad, wekhev û demokratîk bijîn. Çavê xwe bernedaye xaka û jiyana kesî û zirar nedaye kesî. Li dijî vê faşîzma dagirker a Erdogan-Bahçelî xwedî helwesta herî neheq û nedadmendî a dîrokê ne. Dixwazin mirovan ji şûnwarên wan ên bi deh hezaran salan bikin û van deran bi dest çeteyên DAÎŞ’ê û El Nûsra ve berdin. Hebûn û jiyana xwe li ser tinekirina ên din ava kirine. Ji ber vê jî hêza herî zordar û barbar a dîrokê ne. Dixwaze temenê xwe mîna Dehaqê zalim bi vexwarîna xwînê dirêj bikin.

HIŞMENDIYA TC’Ê WÊ LI XAKA ROJAVA WERE VEŞARTIN

Li ser vê bingehê di navbeyna hêza herî zordar a dîrokê û herî mafda a dîrokê de şerê manûnemanê dest pê kiriye. Di serî de Kurdên li Rojava û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt divê zanibin careke dî dîrokê peywira temsîlkariya rûmetê, mirovahiyê û azadiyê daye me. He çendî pir dijwar û berdêla wê giran jî be, deynê li ser stûyê me ye ku em vê peywira dîrokê bi ser bixin. Berê, çawa bi deh hezaran şehîd me ev peywira birûmet, bi lehengî bi cih anîne, niha jî bi meşa li ser xeta Rêber Apo û şehîdên me yên leheng em ê peywira navborî bi rengê Egîdî û Zîlanî bi cih bînin. Em nikarin xwe ji ber vê bidin alî, ev ji bo me tekane rêya ku em bibin gel û bi azadî bijîn. Divê em ji bîr nekin, tenê berxwedan û berxwedana teqez wê serfiraziyê bîne.

Li ser vê bingehê em bawer dikin di serî de Kurd û Ereb, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên parastinê, wê guh bidin banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk careke dî wê xwe bidin ber parastina mirovahiya azad, her jin û mêrê ku destê wan çekê digire bibin şervan, her malê bikin biryargeh, her kuçeyê bikin kozika şer û li dijî faşîstên barbar ên AKP-MHP’ê wê berxwedaniyeye serfiraz bikin û hişmendiya TC’ê ya faşîst û mêtinger û siyaseta wê li Rojava veşêrin.

HÊZA HPG’Ê Û YJA STARÊ DIVÊ ŞER LI HER QADÊ BERBELAV BIKIN

Em bang li hemû hêza fermandar û şervan ên leheng ên HPG’ê û YJA Starê dikin ku hêza xwe ya şer li her qadê li dijî artêşa TC’ê bi çalakiyên gerîla zêde bikin, di serî de jin û ciwan, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, guh bidin banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dora Berxwedana Rojava kom bibin û li her devera ku lê dimînin, li dijî dagirkeriya TC’ê çalakiyên berxwedanê geş bikin, ciwanên Kurd ên dilêr di vî şerê rûmetê de bi seferberî ber bi eniyê ve bibezin, li nav yekîneyên berxwedanê cihê xwe bigirin û partî û rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê jî di pêvajoyeke wiha ya dîrokî de m bang dikin ku di nav yekîtiya neteweya demokratîk de tevbigerin.

DI NAV BERXWEDANA GLOBAL DE DIVÊ EM KOM BIBIN

Em bawer dikin di serî de rewşenbîr û siyasetmedar, hemû cîhana Ereb wê li dijî êrîşên dewleta TC’ê ya dagirker a li ser Sûriyê rabin, di serî de hêzên şoreşger-demokrat, em bang li hemû gelên Tirkiyê û Sûriyê dikin ku bi hev re li dijî dagirkeriya AKP-MHP’ê li ber xwe bidin û em bang li hemû hêzên cîhanê yên şoreşger-demokratîk, bang li hemû rêxistinên jinan û ciwanan û bang li hemû mirovahiyê dikin ku li gel gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li dijî qirkerî û dagirkeriya TC’ê li ber xwe bidin, dîsa li dora berxwedaniya global bibin yek!

‘ŞERVANÊN HEQÎ Û DADMENDIYÊ WÊ BI SER BIKEVIN’

Her wiha em bang li wan kesan dikin ku di ber berjewendiyên sivik de çavê xwe ji dagirkeriya dewleta TC’ê ya faşîst re digirin ku Rojava dagir bikin, desteka veşartî û vekirî didin, bila bi xwe re ne nakok bin, li ser vê bingehê neyên rewşa ku destekê bidin DAÎŞ’ê.

Zalim û barabar wê têk biçin, şervanên heqî û dadmendiyê wê bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di vê kêliyê de balafirên artêşa dagirker li asîmanê navçeya Girkê Legê digerin

Nivîsa Pêş

Li Serêkaniyê şaneke çeteyên DAIŞ`ê hat girtin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Serêkaniyê şaneke çeteyên DAIŞ`ê hat girtin

Li Serêkaniyê şaneke çeteyên DAIŞ`ê hat girtin

Leyla Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’

Leyla Guven: Divê mirovahî ji êrîşan re bêje ‘rawest e’

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.