Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

NIRXANDIN – Pêxîrtengiya Sosyalîzma Pêkhatî û Gavavêtina Şoreşgerî

"Heqîqetên bi têkoşîna îdeolojîk a li dijî pêxîrtengiya avahiyên modern (kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm) ên li dinya û Tirkiya salên 1970’î derketin holê di pêkhatina PKK’ê de roleke wan a girîng heye. Herçiqasî xwediyê gelek kêmasî û şaşiyan bin jî di pêkhatinê de para şehîdên têkoşînê diyarker e."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/09/2019 - 0:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
NIRXANDIN – Li Kurdistan’ê hezkirin hatiye qetilkirin
ParvekeTweet

RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN

“Pêxîrtengiya sîstemê ya di qada çanda maddî de xwe di qada îdeolojîk de jî nîşan da. Jixwe ya diviyabû bibe jî ev bû. Şoreşa 1968’an bi awayekî bingehîn weke şoreşa îdeolojîk di qada çanda manewî de teqiya. Li ber çanda modern, li ber tevahiya şaxên wê yên lîberal, rastgir û çepgir radibû. Di vê çarçoveyê de şoreşeke girîng bû. Bi kêmanî bi qasî Şoreşên Polîtîk ên Franse û Rûsyayê şoreşeke îdeolojîk bû. Hegemonya îdeolojîk a modernîteyê ji dema ku hatibû avakirin û vir ve cara pêşî şikest xwaribû. Ji sedan salan ve li ser navê homojenkirina civakê gelek hêmanên civakî yên çandî, cinsî, dînî û xwecihî hatibûn girtin, asîmîlekirin û heta qira wan hatibû anîn ji bo şerên nasnameyê rabûn. Ji vê serîrakirinê re ciwanan pêşengî kir û ev jî bi serê xwe manedar bû. Ji ber ku ciwan beşê civakê yê modernîteyê herî kêm bandor lêkirî bû. Şoreşa îdeolojîk bi tenê li dijî lîberalîzma kapîtalîst nedihat meşandin, bi qasî dewleta netewe ya lîberal bi dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî re jî têkiliyên xwe birrîbûn. Li beramberî îndustriyalîzmê dijberiya îdeolojîk cara pêşî bû ku bi vegotinên bi hêz ên teorîk xwe îfade dikir. Femînîzmê bi kêmanî bi qasî teoriyên çînî xwe gihandibû argumanên girîng ên teorîk. Nasnameyên çandî yên ji rêûresmê îspat kiribûn ku bi qasî nasnameyên modern hêja ne, û dest ji wan nabe. Hatibû fêhmkirin ku teoriya neteweparêziya modern rewakirina etnîsîteya serdest e, û ne tiştekî din e. Derketibû holê ku ji îdeolojiyên wê demê ya herî populer û muteber fikra rizgariya neteweyî ya modern û pratîka wê bi qasî tê gotin ne antî-kapîtalîst û rizgarîxwaz e. Dîsa mirovan gelekî guftûgo dikir ku sosyalîzma pêkhatî ji modernîteya kapîtalîst nabihure, berevajî sîstemê bi hêz dike. Demokratbûna sosyal demokrasiyê ji zû ve kiribûn pelê mêwê yê ku eybên kapîtalîzmê vedişêre, dinixumîne.

Pêxîrtengiya îdeolojîk a sîstemê li Tirkiyê yek ji holanên xwe yên bi hêz veda. Pêxîrtengiya avabûna faşîzma Tirkê Spî di qada îdeolojîk de xwe nîşan dabû, bi derbên îdeolojîk ên şoreşger ketibû pêvajoya teşhîr û tecrîdê. Cîla modernîst a milliyetgiriya laîk negirtibû. Bi qasî îdeolojiya dînê ji rêûresmê îdeolojiyên modern ên şoreşger jî bi hêz holan didan. Tevgerên şoreşger ên salên 1970’î bi awayekî bingehîn tevgerên îdeolojîk bûn. Xislet û karekterên wan ên polîtîk nehatibûn bipêşxistin. Ji ber ku sîstem teşhîr dikirin, girîng bûn. Rastiyên civakî cara pêşî bû ku dihatin îfadekirin. Rastiyên ku yeqîn dikirin ji zû ve hatine veşartin û xistine qebrê, bi têkoşîna îdeolojîk yek bi yek vedijiyan. Li pey îdeolojiyên Îslamî îdeolojiyên sosyalîst hatin. Li pey herduyan jî formên îdeolojîk ên diyardeya Kurd îfade dikirin hêdî hêdî xwe nîşan dan. Ji vê nerazî bûn, lewma milliyetgiriya nijadperest rakirin pêdarê, rakirin ser herdu lingan. Tirkiya salên 1970’î di dîroka xwe de bi awayekî rastî li şerên herî mezin ê îdeolojîk şahidî kir. Milliyetgiriya nijadperest bi awayekî Elmanya Hîtler li pey dewletdariyeke netewe ya bi hêz diçû, îdeolojiyên Îslamî jî rola xwe ya ji rêûresmê ku bi destê dewleta neteweparêz a laîk ve berdabûn ji nû ve dixwestin pê rabin û di nava dewletê de cih bigirin. Îdeolojiyên çepgir di nava pêxîrtengiyeke kûr a têgînan de bûn û bi civakparêziyeke ji civakê şuştî re mijûl dibûn. Civakparêz û dewletdariya netewe tevlîhev kiribûn. Ezmûnên demokratîk ku diviyabû îdeayên wan ên herî bikok bûna, mixabin bi sînor bûn. Ji çalakiyên gel ên demokratîk zêdetir, di nava çalakiyên teng ên koman de bist bûbûn. Lê dîsa jî hemû bi awayekî giştî bi rola xwe ya ravekirina heqîqetên civakî radibûn.

Heqîqetên bi têkoşîna îdeolojîk a li dijî pêxîrtengiya avahiyên modern (kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm) ên li dinya û Tirkiya salên 1970’î derketin holê di pêkhatina PKK’ê de roleke wan a girîng heye. Herçiqasî xwediyê gelek kêmasî û şaşiyan bin jî di pêkhatinê de para şehîdên têkoşînê diyarker e.”


JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 24’Ê ÎLONA 2019’AN

Nivîsa Pêş

Li gorî Erdogan li bakurê Sûriyeyê kurd nîn in!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li gorî Erdogan li bakurê Sûriyeyê kurd nîn in!

Li gorî Erdogan li bakurê Sûriyeyê kurd nîn in!

Aloziya di navbera PDK û YNK’ê de berdewam dike

Aloziya di navbera PDK û YNK’ê de berdewam dike

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.