Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Faşîzma Tirk hîna jî Sûriyê ber bi xeteriyê ve dikşîne

"Tirk cihên ku wan dagirkirine bernadin û bi hemî rêbazên qirkirinê pêk tînin. Di vê mijarê de tecrube zêde ne. Dîroka Sedsala wan a dawiyê dîroka komkujî û qirkirinê ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/09/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – Faşîzma Tirk hîna jî Sûriyê ber bi xeteriyê ve dikşîne
ParvekeTweet

“Dewleta Tirk dev ji planên dagirkeriyê yên li ser Bakur- Rojhelatê Sûriyê bernade. Ragihand ku ewê li gorî lihevhatina ewlehiya sînor ya bi DYE re tevnegere û da xuyakirin ku DYE tenê wan mijûl dike. Faşîst Erdogan dibêje ku ew ê bi Trump re bicive da ku zêde tawîzan ji xwe re bigre.

Cîhan bi giştî dizane ku, Rojava ji van re ti gefan ava nake berewajî ew ji Rojava re gefan ava dike. Efrîn berbiçave. Ma Efrîn, ji bo Tirkiyê gef ava dikir? Bi êrîş û qetlîaman Efrîn dagîr kirin. Ew hîna jî mijûl dibin ku Efrînê ji Kurdan paqij bikin. Wan tevahî sûçên dijî mirovahî pêk anîn.

Dema ku dewleta Tirk planên dagîrkeriyê dikir û ew dixistin çavên cîhanê de çi deng ji rejîma Şam`ê ne dihat. Wiha dixûye ku erdên ne di bin serweriya wan de ji dagîrkirina Tirkan re hiştine.

Pûtîn bi Erdogan re hema hema bi heftane hevdîtinan pêk tîne û li ser Kurdan ji xwe re berjewendiyan digre. Tirkiye vekirî li Idlib`ê çeteyên El Nusra bi çek dike û wan diparêze. Deh nokteyên çavdêriyê yên girêdayê Tirkiyê li vê derê bi kêr çi tên? Ji bo kê li vê derê ne? Li vê derê çi dizivre yê herî baş dizanin rêveberiya Rusya û Şam`ê ye.

Kurdan û rêveberiya bakurê Sûriyê ji bo çareseriyê nexşeya rê pêşkêşî Şam`ê kir. Ev belge xwedî naverokek gelek bi mutewazî û bi demokratîk bû.

Ger rejîm rêvebiriyên xweser û Sûriyeyek e demokratîk qebûl bike, derveyî erdên di bin dagîrkeriya Tirkan de wê hemû heremên Sûriyê bibin yek û rabin ser piya. Lê rejîm hîn jî di hişmendiya BAAS de israr dike.

Rejîm nêzîkbûnek wisa diyar dike ku qey wisa Sûriyê hatiye ku çi para wê û ne berpirsyarê van tiştane dide xuyakirin. Ew difikire ku wê Sûriye bizivre wekî 2011 û wek berê welat bi rêve bibe. Daxuyaniyên ku rêveberiyên Şam`ê didin û seknê wan veya dide nîşandan. Faşîzma Erdogan, ji siyaseta rejîmê cesaret digre û bi çeteyên DAİŞ, El Nusra û yên girîdayî Îslamê ne li derdora xwe kom kirine û li Suriyê hesp dibezînin.

Ew kesîmên ku Tirkiye bi xwe re girîdaye wekî mûxalefeta Surî ji cîhanê re bazar dike. Ger ew lêstûk neyên xirakirin wê rêveberiya Esad deshilatdariya xwe tune bike.

Ger destûreke nû ya Sûriye were çêkirin û hilbijartin bên kirin, wê ew hêzena li dijî Esed bibin yek û wî ji rêveberiyê derxînin. Van hesaban ne ku rêveberiya Rus û Esad nizanin. Li ser Sûriyê wê ambargo her biçe zêde bibe. Rabûna dolarê nayê rawestandin. Wisa biçe wê hîna jî rabe. Her diçe gel birçî dibe. Celta ya aboriyê kûr dibe.

Nerazîbûnên ku li dijî Esad wê hîj zêdetir bibe. Li Sûriyê celta ji gelek Milan ve xwe rêxistin dikin. Bi temamê gelên Sûriyê vê bandor dibin. Beriya Herkesê pêwîste rêveberiya Şam`ê bikeve nava tevgerê û ji bo aşitîyê xebat bike. Lê hewildanek wisa nayê dîtin. Hêzên bakurê Sûriyê destên xwe yên aşitî û yekîtiyê dirêj dikin lê Şam xwe nade ber. Di rewşa heyî de gefên Tirkan yên dagîrkirin û qirkirinê zindîbûna xwe diparêze.

DY li dijî wan tiştan raweste û nayê zanîn ku giraniya xwe bide danûstandinan. Ewlekarî û destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyê bi giştî di xeterê de ne.

Ev tê zanîn; Heya ku ABD û Rusya ji Tirkan re erê nekin û alîkarî nedin ew nikarin têkevin xaka Sûriyê. Heya niha Tirkan çi kiriye bi erêkirin û alîkariya dewletên mezin kiriye. Vê tiştî pêwîste bizanin û divê gelên Sûrî li dijî dagirkeriyê bisekinin û ax û azadiya xwe biparêzin. Divê rewşenbîrên Sûrî, welatparêz, hemî hêzên ku doza demokrasîyê dikin rabin li ser piya. Taybet li dijî dagîrkeriya Tirkiyê seferber bibin.

Tirk cihên ku wan dagirkirine bernadin û bi hemî rêbazên qirkirinê pêk tînin. Di vê mijarê de tecrube zêde ne. Dîroka Sedsala wan a dawiyê dîroka komkujî û qirkirinê ye.

Sûriyê xwediyê dîrokek dewlemend e. Di hindirê vê de gelek netew û bawerî jiyan dikin. Tirkiye ji sala 2011 û şûnve Sûriye serû bin kir. Ji Sûriyê tola xwe girt. Wan welatek hilweşandî, belavbûyî hişt. Bi milyonan Sûriyeyî xistin rewşa koçbertiyê. Tirkiye baregeh amade kirin û propaganda wê kir, gel ber bi Tirkiye ve kîşand. Wî di pişta wan de bi mîlyonan dolar ji Ewrûpayê standin. Bi ser de jî gef û şantaj li Ewropayê kir.

Niha jî “bihêle ez êrîşî bakurê Sûrîyê bikim, paqijkirina etnîkî bikim, bêdeng bimîne, erê bike, li şûna ku wan penaberan bişînim Ewropa, û ez ê wan penaberên Sûrî li van deveran bi cîh bikim. Hemî gavên ku dewleta Tirk davêje, berhema hişmendiyeke qirêj û tarî ye.

Wî hemû taybetmendiyên dij mirovahî di xwe de kom kirine, bûye belaya serî, ne tenê Sûriyê, bûye ya tevahiya Rojhilata Navîn. Pêwîst e ku hemû gel û rewşenbîrên Rojhilata Navîn ji bo şikenandina vî hişê tarî û paşerojek geş û yekbûnê têkoşînê bilind bikin.”


ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Zekî BEDRAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – ‘Me bi hesta şermê dest bi şoreşê kir’

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Hestên dayiktiyê û şerê taybet

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Hestên dayiktiyê û şerê taybet

ANALÎZ - Hestên dayiktiyê û şerê taybet

TAYBET – Endamên PYD’ê: ‘Em ê bi Netewa Demokratîk destkeftiyan biparêzin’

TAYBET - Endamên PYD'ê: 'Em ê bi Netewa Demokratîk destkeftiyan biparêzin'

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.