Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Em bi hemû hêza xwe bimeşin ser faşîzmê û wê hilweşînin

​​​​​​​KJK: Bi berxwedana li hemberî faşîzm, serweriya mêran, cînayetên li ser jinan û qetilkirina xwezayê em têkevin 1’ê Îlona 2019’ê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê. Em bi hemû hêza xwe bimeşin ser faşîzmê û wê hilweşînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/08/2019 - 16:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: “Li her devera Kurdistanê gel rabin û li rûmeta xwe xwedî derkevin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê derbarê 1’ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di dîroka mirovayetiyê de Şerê Cîhanê yê 2’emîn di navbera salên 1939-1945’an de pêk hat. Di vî şerî de bi deh milyonan kes mirin. Xisarên maddî û manewî yên vî şerî heta îro jî didome.

Roja destpêkirin û qedandina vî şerî jî 1’ê Îlonê ye. Ji bo ku careke din şerên bi vî awayî pêk neyê, Konseya Ewropayê ya Neteweyên Yekbûyî 1’ê Îlonê ‘Roja Aştiyê ya Cîhanê’ diyar kiriye.

Pergala şer a ku hişê mêran ew ava kiriye bûye sedema gelek êş, hilweşandin, xwîn û hêsiran. Vî çanda şer a ku heta îroj hatiye bi mêtingeriya li ser jinê re dest pê kiriye. Sedema sereke ya ku aştiya civakî, aramî û edalet pêk nayê jî ji ber newekheviya di navbera jin û mêran pêk tê. Hemû qalibên fikirandinê yên mîtolojî, felsefe, dîn û zanistê ferasera şer û qetlîamê ava dike. Şer îcada hişê mêrên serwer e. Tifaqa şer bi dizî, konetî û destbelatiyê li ser avadaniyên civakî her dem xwe mezin dike. Dema ku vî tiştî jî dike li hemberî jiyana siyasî, ekonomîk û civakî ya beşên civakî şer dike. Di serî de bi qetlîamên li ser jinan re li hemberî civakê şerekî mezin tê avakirin. Dewlet û desthilatdarî xwe bi sazî dikin. Şer amûra herî sereke ya mêtingeriya jin û civakê ye.

1’Ê ÎLONÊ DIVÊ BIBE ROJA TÊKOŞÎNÊ

Îroj 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo hemû mirovayetiyê bûye berxwedana li dijî şer, hilweşandin, bê edaletî, faşîzm û pergala baviksalarîyê.

Dema mirov li rewşa cîhanê dinihêre dibîne ku şerê cîhanê naverok û çarçoveya wê guheriye. Şerên ekonomîk, bazirganî û siyasî ketine nav hev û awayekî xetere û krîtîk wergirtine. Îcadên zanistî bêtir ji bo şeran tên bikaranîn. Mirovayetî her dem di bin kaos û krîzekê de tên hiştin û ji bo serweriya mêran dibe cangorî. Qetlîamên li ser jinan li ser esasê zayendperestî, nijadperestî, dînperestiyê xwe ava kiriye û veguheriye halekî sîstematîk. Qirkirinên li ser jinan ne bûyerên biçûk in, encameke pergala heyî û polîtîkayên netewe dewletê ye.

TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYÊ TÊKOŞÎNA JI BO AŞITÎ, EDALET Û WEKHEVIYÊ YE

Têkoşîna me ya azadiyê ya li Kurdistanê di heman demê de têkoşîna ji bo aşitî, edalet û wekheviyê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Azadiya jinê, ekolojîk û bingehê demokrasiyê bi sîstema konfederal a demokratîk re mumkûn e. Dewlet rewşa sazîbûyîn a desthilatdariya faşîzma zilam e. Komkujiyên li dijî jinan divê ne weke tundiya hinek zilman a li ser jinê were dîtin. Zêdebûna tundiya zilam encamek ji polîtîkayên dewletê ya komkujiyên jinan e. Heta ku komkujiyên jinan bidawî nebe aştî wê pêk nekeve. Heta ku mafên gelê Kurd yên tune hatine hesibadin û hebûna baweriyan neyê qebûl kirin aştî pêk nayê. Ji bo pêşxistina aştiyê divê jin, gel, hemû bindest bi awayekî rêxistinkirî, têkoşîna hevpar û çandekî ya jiyana demokratîk were pêşxistin.

DESTHILATDARIYA AKP/MHP’Ê DIJMINÊ AŞITIYÊ YE

Li ser vî bingehî dema em diçin 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê li pêş çavên cîhanê desthilatdariya AKP/MHP ya faşîst 19’ê Tebaxa 2019’an şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê dagir kir û li cihê wan waliyên mêtînger tayîn kir. Tifaqa dîktatoriya Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî careke din bi vê pêkanîna xwe re da nîşandan ku dijminê jin, ivak û aşitiyê ne. Şerê me yê jinan li dijî vê hişmendiya dij aştiyê, li dijî vî dijimnê jin û civakê ye. Li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê bi pêşengtiya jinê têkoşîna civakî tê geşkirin. Yek ji armancên bingehîn yê têkoşîna azadiya jinê pêşxistina aşitiya civakê, ji bo afirandina jiyanekî mirovî û parastina hebûna heyî lidarxsitina çalakiyan û rêxistinbûyîn e. Wek jin ji bo avakirina jiyanek azad û xweş û ji bo pêşxisitna aşityê bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin.

Em tevgera jin serî de li Kurdistan û xaka Rojhilata Navîn berxwedana têkoşîna azadî û aştiyê bi sekna prastina xweser û bi biryardarî didomînin. Ji bo pêşxistina aştiyekî mayînde bi bidestxistina mafê jin, gel, bawerî û kedkaran re mumkun e. Li ser vî bingehî, di bingehê rêxsitinbûyina felsefeya konfederaslîzma demokratîk, rêbaz wê jiyana azad ya alternatîf û rewşên wê, bi pêkanîna sekna berxwedanê re aştiya mayînde dikare were pêşxistin.

REFAN EM BERFIREHTIR BIKIN

Ji bo wê divê em 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bii sekna berxwedanê ya li dijî qetilkirina xwezayê, kuştina jinan, desthilatdariya zilam û faşîzmê pêşwazî bikin. Bi biryardarî û bi baweriyeke mezin em li diî dîktatorî û faşîzma Erdogan derbikevin. Divê em refên xwe berfirehtir bikin. Desthilatdariya AKP’ê têk diçe. Divê em guhê xwe nedin polîtîkayên derew û zêderoyî, sexte ya çapemeniya şerê taybet bi hemû hêza xwe û bi biryardarî û baweriyeke mezin biçin ser faşîzmê û faşîzmê hilweşînin.

Li ser vî bingehî di asta gerdunî û xwecihî de tifaqa azadî û demokrasiyê, têkoşîna hevpar a jinan, kedkar û hemû bindest li gel hev cih bigrin û vî bingehê pêşbixin û bibin lutkeyê.

Rawestandina şer û pêkanîna aştiyê bi rêya berxwedana birêxistinkiî ya hêzên hevpar yên demokrasî û azadiyê û bi çalakiyan re derbas dibe. Daxwazên jiyana azad û wekhev a bi hevre ya aştiya jinan li ser vî bingehî dikare pêk were. Li ser vî bingehî em 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê û hemû rojan bi roja derxistina îradeyê, hebûnê, bi têkoşîneke mezin pîroz bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zerîn Rûken: ‘AKP bi agir dilîze’

Nivîsa Pêş

HPG: Em Şehîdên Şemzînan û Êlihê bi rêzdarî bi bîr tînin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG: Em Şehîdên Şemzînan û Êlihê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG: Em Şehîdên Şemzînan û Êlihê bi rêzdarî bi bîr tînin

LEZGÎN – Gerîllayên HPG\YJA STAR’ê li Westanê li kontrayan xistin: 4 kontra birîndar bûn

HPG: Li Çelê 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Manşet

  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.