Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCD’ê bang li gel û saziyên Kurdistanê kir!

KCD'ê bang li sazî û gelê Kurdistanê û hikumeta Başûr kir ku li dijî dagirkeriya qeyûm seferber bibe.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/08/2019 - 12:41
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCD’ê bang li gel û saziyên Kurdistanê kir!
ParvekeTweet

AMED – Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li dijî darbeya qeyûm bang li gel, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li çar parçeyên Kurdistanê kir.

‘HIQÛQA NÛ YA MÊTINGERIYÊ’

Daxuyaniya nivîskî ya KCD’ê wiha ye:

“Di vê demê de ku li herêmê bûyerên girîng diqewimin, netewe dewleta Tirk a modern û bloka niha, bûye sedema krîzek civakî, siyasî û rêveberiyê. Ji ber polîtîkayên hundir û derve, her tim krîzan diafirîne û ji bo xwe bi awayekî optimal sûdê werdigire, bi rêbaza siyaseta lewaz rojeva gelê me mijûl dike.

Desthilatdariya îro, bi rewşa heyî ya niha ku xwedî dîrok û sedemên xwe hene, li dijî zagonên cûntayê jî tevdigere, bûye nûnerê aqilê îrrasyonel û xwediyê xeta şer. Hemû amûrên zext û qirkirinê di serî de li ser gelê Kurd li dijî hemû hêzên mûxalîf pêk tîne. Bloka AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd polîtîkayên înkarkirinê dimeşîne. Bi sepandina polîtîkayên xwe yên qirkirina siyasî ketiye merhaleyekî nû û dixwaze hiqûqa metîngeriyê ya nû bide qebûlkirin.

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ TEVAHIYA KURDISTANÊ TÊ KIRIN

Polîtîkayên desthilatdariya heyî, bêyî cûdahiyê bixe navbera, Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat dixwaze êrîşî hemû rêxistinkirinê bike û di vê çerçoveyê de dixwaze îmhakirina giştî pêk bîne. Di pêvajayo referandûma Serxwebûna Başûr de politikaya ku meşand, dagirkirina Efrînê, veguhastina li sînorê Rojava û dagirkirina di bin navê ‘Pençe’ ya li dijî Başûr, tayînkirina qeyûman a ji bo 3 Şaredariyên HDP’ê yên mezin, her yek perçeyek vê konseptê ye û ev yek potansiyela şerê herêmî pêş dixe. Ev pêvajoya ku li Rojava û Başûr bi awayekî hevrast (Paralel) hat meşandin, hemû qadên rêxistinkirî hedef girtin û ev yek ji hêla Erdogan ve wekî ‘têkoşîna topyekûn’ hate pênasekirin.

‘PÊWÎSTÎ BI SEFERBERIYA BI RUHÊ YEKÎTIYA NETEWEYÎ HEYE’

Divê li hemberî mejiyê dewletê yê înkarker û tasfiyekar, gelê li 4 perçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl bê fikar, bi ruhê yekîtî û neteweyî seferber bibe. Ev yek êdî pêwistiyek jiyanî ye. Duh ew aqilê metînger ku vîna ji bo serxwebûnê Başûrê Kurdistanê derket holê tune hesiband, çi be, bi tayînkirina qeyûman a Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê jî heman aqile metînger e. Lewma li kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila be, ji kîjan hêlî ve bê bila bê, divê ev êrîş li dijî hebûn û vîna neteweya gelê Kurd bê nirxandin. Ev êrîş li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava pêk bên vê rastiyê naguherîne.

‘GELÊ BAKUR DIXWAZE LI GEL XWE BIBÎNE’

Gelê Bakurê Kurdistanê, tevahî rêxistin û saziyên demokratîk di hemû merhaleyan de, di qezenckirina statuya Başûr de ev deskeftiyan parastiye, xwedî derketiye û li rex gelê Başûr rawestiyaye. Êrîşên ku li dijî Başûr pêk hatine wekî ku li dijî Bakûr pêk hatibe nirxandiye û mil bi mil li rex gelê Başûr cîh girtiye. Li hemberî zext, sepandinên dijdemokratîk, gef û şantajan, gelê Bakûr ji sedî 60’an zêdetir û bi vîna gel Şaredariyan hilbijart, lê mixabin li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Li hemberî vê yekî mafê gelê Bakûr heye ku, hemû gelên 4 parçeyên Kurdistanê, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl li rex xwe bibîne. Ji ber ku em birayên hev ên neteweyekî, qederekê parve dikin û li hemberî metîngeran li perçeyên cûda ji bo fikarên Netewebûnê têkoşînê didin, divê bi taybet Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikûmet, Partiyên Siyasî û Saziyên Sivîl li rex gele Bakûrê Kurdistanê cih bigire. Ev yek ji bo fikirandina neteweyî û jiyana neteweyî pêwistiyek jiyanî ye.

Dema ku berjewendiyên neteweyî û vîna neteweyî bibe mijar, divê hemû cûdahiyên wekî bîrdozî, siyasî, partibûnî û komî li pêş helwesta neteweyî nebê asteng. Ji ber ku qeyûm tayînî 3 Şaredariyên me yên mezin hatin kirin, dema mirov balê dikşîne ser bertek û nerazîbûnên ku ji bo piştgiriya gelê Kurd li Tirkiye û 4 aliyên cîhanê hatin dayîn dinêre, ji ber biratiya me ya Netewî û hiqûqa di navbêra me de, em dixwazin diyar bikin ku li hemberî bêdengiya Parlementoya Başûrê Kurdistanê, Hikûmet, Partiyên Siyasî û Rêxistinên Saziyên Sivîl em zehmetiyê dikêşin. Ji ber vê yekî bi taybet em dixwazin binê wê xêz bikin ku, tevahiya gelê Bakur bi mafekî watedar di nav bendewariyeke bi vî rengî de ye. Wekî peyvirek dîrokî û ji bo DI DÎROKÊ DE BÊ NIVÎSANDIN divê hemû kes li hemberî êrîşên desthilatdariyê, xwedî helwest be û li vîna ku derketiye holê xwedî derkeve. Ev yek îro li pêş lîderên Kurdistanê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, Saziyên Pîşeyî û Yekitiyên wan, Nivîskar, hunermend û rewşenbîran wekî erkek neteweyî ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serî li rayedaran dan

Nivîsa Pêş

Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin

Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin

HPG’ê nasnameya 4 Gerillayên ku li Dêrsimê şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 4 Gerillayên ku li Dêrsimê şehîd bûne eşkere kir

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.