Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: 15’ê Tebaxê kok e, wêrekiya ji bo têkbirinê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê kok e" û diyar kir, li Kurdistanê wêrekiya ji bo têkbirina dijmin û pîvanên jiyana nû afirand.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/08/2019 - 12:09
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
Kalkan: 15’ê Tebaxê kok e, wêrekiya ji bo têkbirinê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 35’an a Pêngava 15’ê Tebaxê axivî.

Kalkan destnîşan kir, ji bo gelekî sekneke mezin a dîrokî ye ku li dijî rejîmeke faşîst mêtinger-qirker a ku piştgiriyê ji hêzên paşverû yên dinyayê werdigire di nava 35 salan de bi hêza xwe bi rengekî bênavber û bi berdêlên giran têbikoşe.

Kalkan diyar kir, gelê Kurd çarenûsa ku lê dihate ferzkirin têk bir û got, “Eger Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê nebûya wê li Bakurê Kurdistanê ya bi desthilatdariya Tirkiyeyê bi navê Kurdîtiyê tiştek nebûya.

Kalkan anî ziman ku dema encameke bi vî rengî li Bakurê Kurdistanê rû bidabûya wê bandor li parçeyên din ên Kurdistanê jî bikira û bi navê Kurdîtiyê li parçeyên din jî tiştek nemabûya.

Kalkan got, “Ne li Başûr, ne li Rojava wê rewşa heyî nebûya. Ne jî li Rojhilat di vê astê de wê hêviya azadiyê neafiriye. Li derveyî welat jî wê di nava Kurdan de hişmendiya azadiyê û rêxistinbûnê nebûya û hemû ji holê bihatina rakirin.

Li dijî zîhniyeta ku tinebûn li gelê Kurd û Kurdistanê ferz dikir, Pêngava 15’ê Tebaxê dest pê kir. Ji bo ev tinebûn bê astengkirin, ji bo hebûnê û jiyaneke azad pêwîstî bi Pêngava 15’ê Tebaxê hebû. Pêngava gerîla ji bo vê yekê bû.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir, pêngava 15’ê Tebaxê ji bo azadî û hebûnê rastiya berxwedana di xeta lehengiyê afirand û partî xist ser xeta berxwedanê.

Kalkan got, “Nîşan da ku armancên azadî û demokrasiyê bi taktîk û stratejiyeke çawa dikarin bên pêkanîn. Lewma taktîk ji bo partiyê afirand. Biryara jiyana azad a ku li Zindana Amedê di sala 1982’an de hate wergirt gihand çiyê û di çarçoveya berxwedana gerîla de meşand.”

Kalkan destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê girîngiya xweparastinê nîşan da, ji bo hebûn û azadiyê pêwîstiya bi zanebûn, rêxistinbûn û berxwedanê nîşan da û got, “Hem PKK kir PKK hem jî gelê Kurd xist nava hişmendiyeke bi vî rengî. Rastî û şaşitî careke din nîşan da.”

Kalkan bi domdarî got, “Serketina Şoreşa Vejîna Neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê, destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Jinê, afirandina netewebûna demokratîk, pêkhatin statuya heyî ya li Başûrê Kurdistanê, şewqdana Şoreşa Azadiyê ya Rojava mîna stêrkeke azadiyê, xurbûna hêviya azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê, lêgerîna li azadiyê û hişmendiya neteweya demokratîk a li nava Kurdên li çar aliyên dinyayê… Bi kurtasî bi navê hebûn û azadiyê her tişt bi Pêngava 15’ê Tebaxê û bi têkoşîna azadiyê ya 35 salên dawî hatin afirandin. Hemû nirxên ku li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat di nava 35 salan de ji bo hebûn û azadiyê hatin afirandin pêwendiya xwe bi Pêngava 15’ê Tebaxê heye.”

Kalkan destnîşan kir ku 15’ê Tebaxê her tişt pêşkêşî gelê Kurd kir û ji ber ku Kurdan vejîna xwe di nava vê pêngavê de dîtin, fêhm kirin ku bi vê têkoşînê dikarin hebûna xwe biparêzin û azad bibin, bi coş û kelecana cejnê ev yek pîroz kirin.

Kalkan diyar kir, Pêngava Mezin a 15’ê Tebaxê û ruhê serketinê ji her demê bêhtir xurt û zindî ye û got, “Di xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê de em çalakiyên dîrokî dikin. Di xeta Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê de em her roj derbê li dijmin dixin, çalakiyên gerîla yên leheng pêk tên. Ev rastî eşkere ye. Lewma heman ruh, heman îrade, heman wêrekî û fedakarî bi rengekî xurt didome.

Beriya her tiştî em li dijî heman zîhniyet û siyasetê têdikoşin. Siyaset û zîhniyeta faşîst qirker a ku dixwaze Kurdan tine bike derbeke giran xwariye, teşhîr bûye, lê belê hîn jî dixwaze qir bike. Bi nûkirina Komploya Navneteweyî re bi wergirtina piştgiriyê ji hêzên komploger re dixwaze êrîşên xwe bidomîne.”

Kalkan bi domdarî gotina ‘Em di destpêka dîrokê de veşartî ne’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Dîrokê bi civakîbûnê dest pê kir, em jî civakîbûna demokratîk temsîl dikin. Hin hêza piştre xwestin vê yekê tine bikin, lê belê em xwe dispêrin wê deverê. Gotina ‘Dîrok di roja me de veşartiye’ tê wê wateyê ku ji aliyê dîrokî ve ti nirx tine nabe, her tim nû dibe, xurt dibe, mezin dibe, diguhere, lê belê koka wê di nava wê de dimîne. Lewma Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê kok e. Xeta berxwedana fedayî ya PKK’ê eşkere kiriye. Pêngava Gerîla ya 15’ê Tebaxê kok e, li Kurdistanê wêrekiya ji bo têkbirina dijmin û fedakarî û îrade afirandiye.”

Kalkan destnîşan kir ku ruh, fedakarî, wêrekiya ku 14’ê Tîrmehê û 15’ê Tebaxê temsîl dikin, di vê serdemê de jî didome û got, “Bi heman ruh û xetê têkoşîn tê meşandin. Di rêbaza vê têokşînê de, di sîstema rêxistinbûn û taktîkê de nûbûn û pêşketinên girîng hene. Hîn bêhtir mezin bûye û ber bi serketinê ve dimeşe.”

Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê her kes xwe di vê xeta berxwedanê de bixin nava pratîkê û got, “pê piştrast im ku ciwan, jin, gelê me wê di vê çarçoveyê de dest bi sala 36’an a pêngavê bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Nivîsa Pêş

Ji Awazên Çiya straneke nû: Ji çiyê ber bi deryayê ve

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Awazên Çiya straneke nû: Ji çiyê ber bi deryayê ve

Ji Awazên Çiya straneke nû: Ji çiyê ber bi deryayê ve

Fermandariya YBŞ/YJŞ’ê şehîdên fermana 73’an bibîr anî: Em ê xwesteka şehîdan pek bînin

YBŞ/YJŞ: Em ê xwestekên Mam Zekî li vê xakê misoger bikin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.