Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

NIRXANDIN – Nêzîkatiya çewt ji zayendîtiyê re û mezintirîn bêçaretiya civakê

"Bûyîna heval, di pîvanên rêxistina me de rêhevaltî ye. Asta siyasî û asta rêxistinê ya rêhevaltiyê heye. Ev nezîkatî û nêzîkatiya namûsê ango zayendiya kevneşopiya kevin pev diçin. Wê tu vê pevçûnê çawa çareser bikî? Ya bi şoreşê çareser bikî, ya jî bi dij-şoreşê."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/08/2019 - 0:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 7 mins read
A A
NIRXANDIN – Nêzîkatiya çewt ji zayendîtiyê re û mezintirîn bêçaretiya civakê
ParvekeTweet

RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN

“Dema ku em li gelemperiya cîhanê, em hizir dikin ku, emperyalîzm vê pirsgirêke bi gora xwe bêtir erênî û di aliyekî pêş de çareser kiriye, lê li welatên rajêr û li nav gelên kole jî zayendîtî hatiye veguhestin ber bi rastîna xistina civakî ya giring. Nedîtin gengaz nîn e ku, civakên wek me bêtir paşketî ne, çemka zayendîtiya pir hoveber û teşeyê herî xistî, di nav hev de dijîn. Girêdanên vê bi mêtîngeriyê ve hene. Wisa rewşeke zextê û xizaniyê afirandiye ku, ji bilî ajoya birçitî û zayendîtiyê wekî din tu fersend ji civakbûyîneke din re, îcar ji siyasalbûyîn û bîrdozîbûyînê re nas nekiriye. Di bingeh de çemka namûsê, çemkeke bîrdozî ye. Lê di nava me de ji vê çi tê fêmkirin? Jin, keç nizanim nîşaniyeka zilam heye. Bi gora xwe yên ku çav berdidin van, bênamûs in; dema ku wana baş neparast, hingê ew bi xwe bênamûs e. Ez hizir nakim ku derveyê vê naverokeka xwe ye dî hebe. Ka ev çiqas kêm e, niha em baştir têdigihîjin. Di bingeh de pir eşkere ye ku, ev çemk jinê jî , keç û nîşaniyê jî rizgar nake. Li ciyekî ev çemk di hundirê xwe de ya herî bênamûs e.

Niha zayendîtiyê wisa tabûkirin, takekes bi ku derê ve dibe? Ber bi şûngeheke kesayetiya ku ji civakbûn, derfetên aborî û hêzbûna siyasî dûr dikeve ve dibe. Di destê kesayetiyeke wisa de ji bilî dana axaftina ajoyan pê de tiştek namîne. Ev pir şênber e. Heke ku ajoyên birçitî û zayendîtiyê di bin sînorekî teng de bin, ev her du hev û din hêwilnak xwedî dikin. Her ku ajoya birçitiyê pêş dikeve, zayendîtî pir pêş dikeve; her ku ajoya zayendîtiyê pêş dikeve, ê din jî pêş dixîne; her wiha her du hev û dî kûr dikin û ev bêçaretiya mezintirîn a civakî ye. Pir wêdetir jî tê anîn rewşa çemkê. Ev di nava me de çemka malbata hoveber, çemka “jina min, mêrê min’’ û çemka zarokan pir hebandinê ye. Zaroka wê felç bûye, lê ew zaroka xwe di cîhanê de hebûna herî nirxdar dibîne. Halbûkî zaroka wê xirabî ya herî mezin aniye serê wê. Le bi ya wê ev gengaz nîn e. Ez hê ji şaş dibim; min vê di ezmûneya jiyana xwe de jî vekir.

Ji bo zarok çi tiştek tune, lê wê tu çawa mirîtiya wan ji zarokan re rave bikî? Her ku hezkirina te hewqas rast e, tu çima zarokan hewqas bi êş û janan rû bi rû dihêlî? Hemû di nava vê nakokiyê de dixeniqin. Malbat xwe difiroşe, xwe pêşkeşî piyasê dike, bi şêwazeke herî xirab ji bazirganiya mirovan re rê vedike; zarokên xwe jî difiroşe, heta keça xwe jî difiroşe. Û bi gora wê ev çemkek e. Di bin nakokiya qirase de dixeniqe. Bêtir yên bên diyarkirin hene. Hemû jiyanê bi gor têrkirina çend ajoyan eyar dike: Têrkirina ajoya birçitî û ajoya zayendî. Çima li rêkên dî yê têrkirinê nagere? Va, ji ber vê yekê ji we dipirsim: Çima têrbûyîna rêxistinî qels e, têrbûyîna siyasî qels e û têrbûyîna leşkerî qels e? Bi gor min, ji ber ku hun di sînorê birçîtî û zayendîtiya bêteşe de mane, lewma. Mirov dikare bandora vê jî bihizire.

Dibe ku kevneperestiya di vê derê de ye, ew kevneperestiya ku di asta rêxistinî û siyasî de be. Heke ku hun jiyanê bi teşeyekê têrkirina birçitiya zayendî ya pir bêteşe de binirxînin, dibe ku hun têrbûyîna siyasî, têrbûyîna rêxistinî nehizirin. Gava ku mejiyê we tim bi van kirûyan ve eliqî ma, hunê gelek tiştan wenda bikin. Her hal di gelek kadroyên me de ev heye. Tişta ji evînê jî fêm dikin, bi dibêtiyeke mezin azweriya mezin azayendiyê ye. Pêwîst e nêrina keç ji xort re, xort ji keçê re bê derbaskirin. Ê ku derbas neke, tu wî bikujî jî, nikarî bikşînî xeta rêxistin û siyasî. Her wekî ji nişkave dikare bireve jî. Ev mijar bi xwe re dehan-sedan ezmûneyan derxiste rastê. Pîrozkirina bûyera zayendîtiyê çi ye? Pêwîst e zayenda jinê, zayenda zilam, hindek bi civakbûn û ber bi siyasalbûnê ve bê dest girtin. Wisa girêdayî hev dest girtin, xurtbûna bîrdozî û polîtîk û besbûna pratîk pêwîst dike. Da ku ev bê raberkirin divê hînbûyînên bêteşe yên jiyanê bên avêtin û bên derbaskirin. Wê çawa bê derbaskirin? Em dizanin ku zewaca koledariyê pêş dixe ne çare ye. Di bingeh de zewaceke bêteşe vejena mirov diqedîne, li derveyê rêkxistê dihêle. Gihîştina gerîla û xeta rêxistinê pir zor e.

Encama wan zewacên ku di panzdeh salî de tên çêkirinê, hilweşandin e; em vê baş dizanin. Pêwîst e ev pêvajo berevajî biçe û pîroziyê bije. Em dixwazin hezkirinê pêş bixin, lê zemîn, hêz û çemka vê li ku derê ye? Zewacên bin panzdeh salî, çawa ku min got diqedîne. Derketina ser vê jî, bîçimên bêteşe napejirînin. Wê tu bîçimê pîroz bicerbînî. Wergirtina vê bi helkirina hinek pirsgirêkên rehdar ve girêdayî ye. Pêwîst e alîgir siyasî, rewşerbîr û civakî bin. Di halê berevajî de wê jin li zilam, zilam li jinê çawa binêre; weke hebûniyeke zayendiya bêteşe. Gava ku bi jinekê re were ba hev, ku di bîçimê hêza axaftinê de nêz nebe, wek hevalekê nebîne, evê bibe têkiliyeke pir sosret. Ev nabe hatina ba hev a du mirovan. Ev sînorên mirovbûnê derbas dike. Ya yê pêşberê xwe wek zayendeke cuda qet nabîne, ya jî tenê wek zayendeke dijber dibîne. Ev, di bin sînorê pir hoveber de rewşa ku tê jiyandin e. Tebî mirov ne ev e; hebûniyeke civakî ye, hebûniyeke siyasî ye, hebûniyeke dihizire ye. Dema ku te pêwîstekên vê anî cî, pîrozbûn dest pê dike.

Ji bo vê yekê wê tu çi bikî? Wê tu bi civakbûn û hevalbûnê dest pê bikî. Wê tu bibî hevaleka kûr. Bûyîna heval, di pîvanên rêxistina me de rêhevaltî ye. Asta siyasî û asta rêxistinê ya rêhevaltiyê heye. Ev nezîkatî û nêzîkatiya namûsê ango zayendiya kevneşopiya kevin pev diçin. Wê tu vê pevçûnê çawa çareser bikî? Ya bi şoreşê çareser bikî, ya jî bi dij-şoreşê. Em dizanin ku dij-şoreş, bi sepandinên zayendiya bêteşe ya zewacên bin panzdeh salî ji xwe re bike palpiştek. Em jî, her kes dizane ku berevajî dixwazin wan zewacên ku li ser esasên zayendiya bêteşe ne bînin rewşa bi kar nayê, da ku xira bikin.”


JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 3’Ê TEBAXÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîlla: Li pişt Tîrmehan Tebax heye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîlla: Li pişt Tîrmehan Tebax heye

Ji Pênûsa Gerîlla: Li pişt Tîrmehan Tebax heye

ANALÎZ – Salvegera qirkirina êzidiyan

ANALÎZ - Salvegera qirkirina êzidiyan

Manşet

  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.