Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dagirkeriya Artêşa Tirk û bertekên Gelê Başurê Kurdistanê berdewam dike

Dewleta Tirk a agirker êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Hat diyarkirin ku, balafirên şer yên dewleta Tirk weke her car vê hefteyê jî bê navber di ser gund û çiyayên herêma Kurdistanê re firiyan û cihên nêzî deverên sivîl topbaran kirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/06/2019 - 13:40
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dagirkeriya Artêşa Tirk û bertekên Gelê Başurê Kurdistanê berdewam dike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a agirker êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Hat diyarkirin ku balafirên şer yên dewleta Tirk weke her car di vê hefteyê de jî bê navber di ser gund û çiyayên herêma Kurdistanê re firiyan û cihên nêzî deverên sivîl topbaran kirin. Li aliyê din balafirên keşfê bê navber digerin.

Êrişên ku di nava heftiyekê de li ser gundên Başur pêk hatine wihane;

-Artêşa Tirk ya dagirker di 8’ê hezîranê de di saet 06.40’an ê sibehê de gundên Sîran û Xelîfan ên Biradostê bi dijwarî bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket. Gelek ziyan bi jîngeha herêmê bû. Balafirên şer ên dewleta Tirk bi berdewamî li ser herêmê digerin.

-Her wiha Artêşa Tirk ya dagirker di 8’ê hezîranê de bi du helîkopteran dubare gundên Sîran û Kewerte yên Bradost bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê agir bi erazî ket. Welatiyan xwestin ku agir vemirin, lê artêşa Tirk dest bi gulebarankirina welatiyan kir û nehiştin agir vemirînin.

-Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di 9’ê hezîranê de herêma Sîdekan a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Di encama bombebarana balafiran de ziyanên mezin bi bax û rezên gundiyan ketine û gelek ziyan bi jîngeha deverê ket.

-Balafirên artêşa Tirk di 10’ê hezîranê de gundê Bêrkim ê girêdayî bajaroka Sidekan a li herêma Bradost bombebaran kirin. Artêşa dagirker, bi hemwextî gundê Xelîfan ê girêdayî Sidekan jî topbaran kirin.

-Artêşa Tirk a dagirker di 10’ê hezîranê de herêma Bradost gundê Sîran ê girêdayî bajaroka Sidekan a Hewlêrê, di 2 rojan de cara sêyem topbaran kir.

-Balefirên şer ên artêşa Tirk di 12’ê hezîranê de benzînxaneyek li bajarokê Amêdî û cadeya Aşkê Dîrê ya li Komelgeha Kanê ku ew jî li nêzî Amêdiyê ye bombebaran kirin. Cihê ku hatî hedef girtin, rêya çûn û hatina welatiyane û nêzî malên welatiyanin. Ev benzînxane tenê 50 metre dûrî Liqa 18’an a PDK’ê ye.

-Balafirên Artêşa Tirk ya dagirker di 13’ê Hezîranê de gundê Guhersê, navbera gundên Sergelê û Kanê ku li ser rêya sereke ya di navbera Duhok, Amêdiyê, Şeladizê û Dêralokê de ye, her wiha daketina navçeya Amêdiyê bombebaran kirin. Di bombebaranê de ziyanek mezin gihîşt mal û milkê welatiyan.

Welatiyên Çemankê dagirkerî şemezar kirin

Niştecihên qezaya Çemankê û gundewarên wê yên ser bi Amêdiyê ya Dihokê li dijî bombebaran, şewitandina zeviyên Kurdan û valakirina gundan ya ji aliyê artêşa Tirk ve li Başûrê Kurdistanê tê kirin çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Welatiyan di çalakiyê de pankartên, “Na ji bo bombebaranan”, “Na ji bo şewitandina zeviyan”, “Na ji bo valakirina gundan” hilgirtin. Welatiyan, di çalakiyê de destdirêjî û dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û banga xwedî derketina li axa Başûrê Kurdistanê li berpirsan kirin.

Her wiha Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê di 7’ê hezîranê de li Silêmaniyê dijî dagirkeriya artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyek hevpar ragihandibun ku ewê di 14’ê hezîranê de li Qendîl dest bi çalakiya Mertalên Zindî bikin. Çalakiya Mertalên Zindî berdewam dike. Hat diyarkirin ku, ji ber zêdebuna topbarana li ser gundên başurê Kurdistanê ciwanên Silêmaniyê di 12’ê hezîranê de xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê û meşekî lidar bixin. Lê li rexmê girtina destûrê, çalakiya ciwanan di seata meşê de ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hat asteng kirin.

Heya niha ji ber bombebarana balafirên artêşa Tirk bi dehan welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Ji ber êrîşên artêşa Tirk bi dehan gund jî hatine vale kirin û ji bilî wê ziyanek mezin bi jîngeha herêmê ketiye. Ji ber van bombebaranan heya niha tu bertek ji aliyê hukumeta navendî ya İraq û hukumeta Federal ya Herêma Kurdistanê ne hatiye nîşandan

Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê

Parve Bikin13TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG, nasnemaya 4 şehîdên Besta û Zagros’ê eşkere kir

Nivîsa Pêş

Civîna Çand û Huner yê Ciwanan li Hesekê pêk tê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Civîna Çand û Huner yê Ciwanan li Hesekê pêk tê

Civîna Çand û Huner yê Ciwanan li Hesekê pêk tê

Artêşa Tirk a dagirker bi cil û wesayîtên Pêşmergeyan dewriye davêje û kontrola rê dike

Artêşa Tirk a dagirker bi cil û wesayîtên Pêşmergeyan dewriye davêje û kontrola rê dike

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê dewleta Tirk 2 zarok kuşt û 2 jî birîndar kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.