Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘DYA Îranê tengav dike’

"Têkiliyên Amerîka û Îranê roj bi roj xerabtir û dijwartir dibin. Biryarên dijberî hevdu, yek li pey yekê tê standin û dikevin meriyetê. Biryara herî giran tê dîtin jî ya Îranê ye ku piştî xerakirina Trump a peymana nuklerê ya 2015’an, dixwaze dîsa dest bi dewlemendkirina uranyumê û çêkirina çekên nuklerê ye. 60 rojan dem da dewletên Yekitiya Ewropayê (YE)."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘DYA Îranê tengav dike’
ParvekeTweet

“Trump, gav bi gav ben û bendan li dor rejîma Elî Xemaney û Hesen Rûhanî digerîne, îşkan li dora wan dişidîne.

Dixwazê di qonaxa yekemîn de wan bi rêya aborî tengav bike, rêya bazirganiyê li ser wan bibire da ku gel li hember desthilatiya wan rabe ser pêya û bi serîhildana civakî wan baş tengav bike û wan teslîm bigire. Di 2’yê gulanê de pêngava qonaxa yekemîn, di asta cîhanî de bi tevayî hat meşandin.

Ji niha ve ku hê 6 meh çêbûye, asta tengavbûna aborî gelek ber biçav diyar dibe. Her wiha ambargoya aborî, bi xwe re yekser bi tenê hiştin/tecrîdkirina siyasî jî tîne.

Têkiliyên Amerîka û Îranê roj bi roj xerabtir û dijwartir dibin. Biryarên dijberî hevdu, yek li pey yekê tê standin û dikevin meriyetê. Biryara herî giran tê dîtin jî ya Îranê ye ku piştî xerakirina Trump a peymana nuklerê ya 2015’an, dixwaze dîsa dest bi dewlemendkirina uranyumê û çêkirina çekên nuklerê ye. 60 rojan dem da dewletên Yekitiya Ewropayê (YE).

Ji bo ku lihevhatin çêbibe, pêr li Brukselê civîna wezîrên derve yên YE’yê pêk hat. Wezîrê Derve yê DYA’yê Pompeo jî beşdarî civînê dibe û paşê diçe Soçî, li gel Lavrov û Pûtin rûdinê.

Ji ber ku pêvajoya vê nakokiyê pir bi lezgînî, ber bi pêş dimeşe. Her du dewlet jî hêzên hevdu yên leşkerî terorîst îlan dikin. Bi vê jî ranawestin, li gorî saloxan amadekariyên qonaxa duyemîn a şerê çekdarî jî tên kirin. Amerîka geştiyên xwe yên şer û firokeyên xwe yên B-52 yên di asta nuklerî yên bombebarandinê de şandin Kendava Besrayê û ferman dan hemwelatiyên xwe, ji bo ji Iraqê derkevin!

Berî çend rojan Pompeo û Lavrov li hev rûniştibûn. Wisa diyar dibe ku Amerîka û Rûsya li ser siyaseta Îranê, di hinek mijarên girîng de li hev kirine. Hinek hewldanên Îranê yên ku dixwaze li herêma Rojhilata Navîn desthilatiya xwe xurt bike û bandora xwe berfirehtir bike, her du dewletan jî aciz dike. Weke mînak, piştgrî û xurtkirina Hamasê, Hûsiyan, Hizbullaha Lubnanê û hwd. Her wiha hebûna hêzên leşkerî yên Îranê li Iraq û Sûriyeyê jî wan gelekî nerehet dike.

Li vê navbenê statû û helwesta R.Erdogan girîng e û herkes meraq dike. Bêguman ji bo me jî mijara yekser û me eleqedar û têkildar dike, siyaset û cihê lê raweste yê R.T.Erdogan e.

Ew bi lez û ji nişkave çûyîn a M.Çavuşoglu ya Bexdayê û Hewlêrê ne hema ji xwe bû. Rayedarên DYA’yê bi taybetî ji daxuyaniyên Çavuşoglu yên li ser vê mijarê gelek aciz bûne. Û ji xwe piştî van daxuyaniyên acizbûnê yên rayedarên amerîkî, Çavuşoglu weke kurkurkên nava avê lêhat ku dengekî tund ji derve dibihîzin hema yekser deng ji hemûyan dibili, ew jî wisa bêdeng bû!

Li gorî ku xuya dibe, ew civînên pir mezin dikirin û didan çapemeniyê, piştî civîna 12’yan ew jî bêencam ma û belav bû. Ji ber ku ew biryarên wan standibûn û digotin em ê li Idlibê aştî û aramiyê pêkbînin û terorîstan ji wir derxin, derew derket û niha şerekî giran li wir diqewime. Rûsya, aşkera Tirkiyeyê rexne kir û got ‘we karê xwe nekir (we derew li me kir) êdî lazim e em (li gel Sûriyeyê) bi xwe pirsgrêka Idlibê çareser bikin û em ê ji bo civînên siyasî biçin Cenevreyê!’

Di vê pêvajoya giran û dijwar de yê xwedî îrade û xwedî biryara serbixwe qezenc dikin, yên din dişkin û hildiweşin. Li vir sê hêzên sereke xwedî îrade hene; Rûsya, Amerîka û Tevgera Azadiyê (Kurd û kurdistanî) ne. Û hêza ji hemû opozîsyonan pirtir xwedî rêber û rêxistin, xwedî fikir û felsefe, xwedî plan û program jî Tevgera Azadiyê ye û xwedî rolek kilîd e.

Ne bi tenê li Rojava-Bakurê Sûriyeyê belê li Başûr-Iraqê, li Rojhilat-Îranê û li Bakur-Tirkiyeyê jî û niha di hilbijartina Stenbolê de jî hêza xwedî rola kilît Tevgera Azadiyê ye!”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Ahmet Aktaş

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Leyla Qasim: Ez xiyanetê li doza Kurdistanê nakim

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Bi Civakeke Ehlaqî û Polîtîk jiyanên Ekolojîk!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Bi Civakeke Ehlaqî û Polîtîk jiyanên Ekolojîk!

ANALÎZ - Bi Civakeke Ehlaqî û Polîtîk jiyanên Ekolojîk!

NIRXANDIN – Yên ku Baxçeyê me yê Azadiyê Afirandin, Gulên Gulanê ne

NIRXANDIN - Yên ku Baxçeyê me yê Azadiyê Afirandin, Gulên Gulanê ne

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.