SÊRT – ِArtêşa tirk a dagirker li bejahiya navçeya Dihê ya Sêrtê, bi beşdariya yekîneyên taybet û cerdevanan operasyona leşkerî da destpêkirin. Li gorî agahiyên ji herêmê, di navbera gerîlayên HPG/YJA Starê û hêzên artêşa tirk de pevçûn derket.
Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku di encama şer û pevçûnên li herêmê de cerdevanên bi navên Mikaîl Kizil û Reşît Koçak birîndar bûn. Piştre jî cerdevanên birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hat zanîn ku cerdevan Koçak li nexweşxaneyê mir.
Têkildarî mijarê wezareta karên hundir a dewleta tirk jî bi daxuyaniyekê îdia kir ku di pevçûnan de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest daye.



