Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê: ‘Berxwedana dayikan pîroz e’

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê: Tevlîbûna dayikên Kurd li berxwedana zindanan helwesteke lehengî ye, pîroz e. Xwedîderketina li berxwedana lehengî ya dayikên Kurd, wê dawî li tecrîdê bîne û derba dawî li faşîzmê bixîne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/05/2019 - 14:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê: ‘Berxwedana dayikan pîroz e’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Zindanan a PKK û PAJK’ê li ser rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger 6’ê Mijdara 2018’an bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven li zindana Amedê dest pê kir û hate gotin, “Daxwaza yekane bidawîkirina tecrîdê ye ku di şexsê Rêberê me de li ser gelê Kurd tê ferzkirin û têkbirina faşîzmê ye. Leyla Guven got, ‘Dil û mejiyê min ti carî tecrîdkirina Rêbertî qebûl nekir’ û serî hilda. Vê berxwedanê kom bi kom belav bû û li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê deng veda. Raperîn ji nava zindana bihurî û pêl bi pêl li gelemperiya dinyayê belav bû.”

BERXWEDÊRAN LÎSTIK HEMÛ TÊK BIRIN

Komîteyê bi bîr xist, bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê şeş meh in ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne û diyar kir, “Dewletê bi zext, dek û dolaban hewl da berxwedanê têk bibe, lê belê berxwedêran bi biryardariya xwe hewldanên dewletê têk birin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, 30 girtiyên li zindanan 30’ê Nîsanê û 10’ê Gulanê greva birçîbûnê veguherandine rojiya mirinê ku yek ji şêweyên herî giran ên çalakiyê ye û biryardariya xwe ya mezin nîşanî her kesî dane.

ROJIYA MIRINÊ YA DÎROKÎ WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, çalakiya rojiya mirinê di meşa azadiyê ya gelê Kurd, gelên bindest û mirovahiyê de biryar û qonaxeke dîrokî ye û hate gotin, “Çawa ku Berxwedêriya Zindana Amedê ya Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Sara, Çaran li dijî faşîzma 12’ê Îlonê serketineke mezin a îdeolojîk afirand û gelê me gihand vê serdemê, hevrêyên li zindanan ên bi xet û ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin, îrade, wêrekî û biryardariya wan wê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe, dawî li tecrîdê bîne, faşîzmê hilweşîne û di azadkirina Kurdistanê de roleke dîrokî bilîze. Ji ber vê yekê biryara rojiya mirinê ya dîrokî, meşa dîrokî ya li ser xeta serketinê ya milîtaniya fedayî ya PKK’ê ye ku wê teqez bi ser bikeve. Xwe vegirtina ji vê armancê, gumana ji wê, fêhmnekirina vê biryara dîrokî û bicihneanîna berpirsyariyên vê biryarê tê wateya reva ji têkoşînê.

YÊN KU HERÎ BAŞ EV BERXWEDAN FÊHM KIRINE DAYIKÊN KURD IN

Yên ku ev biryar û berxwedana dîrokî herî zêde fêhm kirine, dayikên Kurd in. Xwedîderketina li Berxwedana Zindanê ya Mezin a Dayikan, li Kurdistan û Tirkiyeyê esas, pîvan û rêbaza têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Pîvana bingehîn a mirovbûnê û wezîfeya welatparêzbûn, demokratbûn û şoreşgeriyê ye ku mirov tevlî vê têkoşînê bibin.

Pêngava berxwedanê ya ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’, bi pêşengiya Greva Birçîbûnê û Rojiya Mirinê ya Mezin, desthilatdariya AKP-MHP a faşîst têk biriye, ji hev xistiye. Çetekariya Erdogan-Bahçelî baş dibînin ku wê têkçûna wan gelekî mezin be, lewma ji bo emrê xwe dirêj bikin bi her şêweyan êrîşên faşîst dikin, dek û dolaban digerînin. Tevlîbûna dayikên Kurd li berxwedana zindanê, bi wate, îrade û wêrekiya dîrokî ya jinên Kurd, nêzîkatiyeke lehengî ye, pîroz e. Êrîşên çeteyên faşîst li dijî dayikên Kurd tên kirin jî, li gorî rol û wateya xwe ya dîrokî, namerdî ye û encama tirsa ji têkçûnê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin, xwedîderketina li berxwedana lehengî ya dayikên Kurd, wê dawî li tecrîdê bîne û derba dawî li faşîzmê bixîne.

Komîteyê berxwedana li zindanan û berxwedan û têkoşîna lehengî ya dayikên Kurd silav kir û bang li her kesî kir ku bi wezîfeya xwe rabin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Efganistanê nûçegihaneke jin hate kuştin

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerîlla TV dîmenê çalakiya li Bêzokê weşand!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerîlla TV dîmenê çalakiya li Bêzokê weşand!

LEZGÎN - Gerîlla TV dîmenê çalakiya li Bêzokê weşand!

Peyama Leyla Guven a ji bo ‘Roja Dayikan’

Peyama Leyla Guven a ji bo 'Roja Dayikan'

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.