Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Dengê Ocalan dengê demokrasiyê ye’

Her çiqas ku bi biryara YSK’ê ya ne hiqûqî ser mijara Ocalan bigire jî, ev peyama kurt bi tena sere xwe xwediyê bandoreke mezin e û dê li ser siberoja Tirkiyeyê bandorê bike. Her wiha ev yek hêz û bandora Ocalan ku çiqas tê astengkirin ewqas zêde û mezin dibe nîşan dide.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Dengê Ocalan dengê demokrasiyê ye’
ParvekeTweet

“6’ê Gulana 2019’an êdî dîrok e. Em hemû bi hev re şahidên dîrokê dibin, dibin parçeyekî vê dîrokê. Niha ji aliyekî avakerên dîrokê hene, ji aliyekî temaşevanên dîrokê, ji aliyekî xirabkerên dîrokê. Hemû bi hev re di nav hev de diherikin.

47 sal şûnde îro li girtîgehên ku şoreşgerên wekî Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yusuf Aslan lêhatin darvekirin, ji aliyên şoreşgerên kurd ve berxwedaneke bêhempa tê bilindkirin. Li cihê ku Denîz, Huseyîn, Yusuf lê hatin darvekirin îro denge Ocalan ku bandorê li ser siberoja Rojhilata Navîn dike tê bihîstin. Di navbera duh û îro de di navbera îro û sibê de diyalektîkeke bi bandor û bê navber heye.

Piştî 8 sal û 810 serlêdanan du roj berê parêzerên Ocalan derbarê çûyîna girava Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyek dan. Ocalan piştî hevdîtinê 3 peyamên girîng parve kir. 1) Berxwedana girtîgehan silav kir lê hişyariya “jiyana xwe nekin talûkeyê” li girtiyan kir. 2) Derbarê Rojava de agahiyên ku bi dewletê re hevdîtin hene piştrast kir, balkişand ser çareseriya demokratîk û misogeriya makezagonî. Her wiha xwest ku fikarên Tirkiyeyên li ber çavan bên girtin. 3) Ocalan got ku ew hîn dilsozê deklarasyona Newroza 2013’yan e.

Her çiqas ku bi biryara YSK’ê ya ne hiqûqî ser mijara Ocalan bigire jî, ev peyama kurt bi tena sere xwe xwediyê bandoreke mezin e û dê li ser siberoja Tirkiyeyê bandorê bike. Her wiha ev yek hêz û bandora Ocalan ku çiqas tê astengkirin ewqas zêde û mezin dibe nîşan dide. Ocalan di 50 salê dawî de ne tenê li Tirkiyeyê li seranserî Rojhilata Navîn û heya cihekî li cîhanê jî aktorekî sereke ye. Lewma bi tecrîdê bandora wî nayê şikandin. Berevajî wê astengî vê bandorê mezin dike.

Her wiha denge Ocalan ku ji girtîgehan bilind dibe, denge azadiyê ye, denge aştî û aramiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Dengê Ocalan denge Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan e ku nîvco maye ye. Dengê Ocalan denge Mazlûm û Xeyriyane. Dengê Ocalan dengê Leyla Guven û berxwedêran e. Ev deng 100 sal e nehatiye astengkirin, îro jî nayê astengkirin.

Derdorên ku vî dengî û rola wî ya dîrokî fêm nekin îflah nabin. Niha hin derdorên ku bihişmendiya neyartiya kurd hatine vaftîzkirin dibêjinbi kurdan re û Ocalan re lihevhatinek pêk hat û lewma hilbijartina Stenbolê hat betalkirin. Yanî hem kurdan terorîst îlan dikin hem ji kurdan dixwazin ku wan jî rizgar bikin û hem jî kurdan jixwe re deyndar dibînin. Xwediyê serkeftina Stenbolê û hilbijartinên 31’ê Adarê kurd in. Ew derdor kurdan nas nakin. Nizanin ku ev tecrîda 4 salan a bênavber li hemberî Îmraliyê tê meşandin tecrîda li hemberî denge azadî û demokrasiyê ye. Heya niha ji Îmraliyê ji bilî azadî û demokrasiyê tu deng dernaketiye û bila kes meraq nake kurd ji bilî demokrasiye nabin xwediyê tu helwestê. Di vî warî de mesele, demokratîkbûna kurdan nîne, antî-demokratîkbûna muxalefet û partiyênTirkiyeyê ye.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Kenan Kirkaya

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 9’Ê GULANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

TAYBET – Li Tirkiyê krîza aborî, li Rojava jî li gel ambargoyê erzanî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Li Tirkiyê krîza aborî, li Rojava jî li gel ambargoyê erzanî

TAYBET - Li Tirkiyê krîza aborî, li Rojava jî li gel ambargoyê erzanî

Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan

Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan

Manşet

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.