Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘1’ê Gulana 2019’an bûye roja îlankirina pêkanîna hêviyan’

Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de peyamên; ‘şikandina tecrîdê’, ‘hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê’, ‘demokratîkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê’ hatine dayîn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – ‘1’ê Gulana 2019’an bûye roja îlankirina pêkanîna hêviyan’
ParvekeTweet

“Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi sed hezaran kes daketin qadan û 1’ê Gulanê Roja Kedkaran Cîhanê ya yekitî, têkoşîn û hevgirtinê pîroz kirin. Di esasê xwe de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi van pîrozbahiyan di bin heman sîwaneyê de têkoşîna hevpar a demokrasî û azadiyê meşandin.

Salên borî wisa dihat qebûlkirin ku Newroz a gelên Kurdistanê ye û 1’ê Gulanê jî ya karker û kedkarên Tirkiyeyê ye. Lê sala 2019’an nîşan da ku ev nêzîkatiyeke ne rast e. Bi salane ji bo sererastkirina vê şaşiyê têkoşîn tê dayîn. Hinek salan ev nêzîkatiya şaş hat sererastkirin bes 1’ê Gulana 2019’an nîşan da ku ev şaşî bi temamî hatiye sererastkirin.

Di pîrozbahiyên 1’ê Gulana li Amed, Wan, Stenbol, Enqere, Îzmîr û bajarên din de ev rastî baştir hat dîtin. Her çiqas pîrozbahî li qadên cûda hatibin lidarxistin jî daxwaz heman daxwaz in.

Di pîrozbahiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de tenê tirkiyeyî nebûn, her wiha kurdistanî jî bi rengê xwe heriqîn qadan. Di pîrozbahiyên li bajarên Kurdistanê de ji bo gelên Tirkiyeyê çareseriyên demokratîk hatiye xwestin û têkoşîna hevpar a gelan hatiye parastin. Bi vî rengî sekneke hevpar a îradî hatiye nîşandan.

Divê were bibîrxistin ku ev xususiyeteke taybet a sala 2019’an e. Ji ber ku rejima şerê taybet a tirk bi awayekî pergalî hatiye birêxistinkirin û vê polîtîkayê derb xwariye.

Ger bala we kişandibe rejîma şerê taybet a tirk bi polîtîkayên xwe, her tim gelan tîne li hemberî hev. Dema vê yekê pêk tîne trajediyên mezin tên serê gelan. Di komkujiyên ermenî, asûrî-suryanî, rûm û kurd de bi vî rengî tevgeriyan. Ji bo polîtîkayên xwe bi ser bixin ol, mezheb û çandên cuda yên gelan wekî amûr bi kar anîne.

Rejîma şerê taybet a tirk heta niha her tim gelan tîne li hemberî hev, komkujiyan pêk tîne û bi van polîtîkayan li ser pêyan dimîne. Pîrozbahiyên 1’ê Gulana 2019’an nîşan daye ku êdî ev polîtîka bi binketine û zemanê van polîtîkayan derbas bûye. Kedkar û karkerên kurd, tirk, laz, çerkez, asûrî-suryanî, rum, ereb, misilman, xiristiyan û yên hatine cem hev. Ev roj li gorî wate û ruhê xwe hatiye pîrozkirin û di 1’ê Gulana 2019’an de hatiye îlankirin ku polîtîkayên qirêj ên rejîma şerê taybet a tirk îflas kiriye.

Di dîrokê de armanca îlankirina roja hevpar a karker û kedkaran pêkanîna vê yekê bû. Di 1’ê Gulana 2019’an de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî hemû astengiyan armanca xwe pêk anîn. Hem armanca xwe pêka anîn û hem jî berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û dikeve meha şeşemîn û ev berxwedana ku veguherî rojiya mirinê silav kirin.

Wekî tê zanîn ku parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Piştre li zindanan, li çar parçeyên Kurdistanê, li bajarên Ewropayê, li Kanadan û gelek welatên din grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û şehadet çêbûn. Ji ber hesasiyeta raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navneteweyî û li dijî hemû astengiyan berxwedan gihîşt van rojan.

15 girtiyên jin û mêr ên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê nîsana 2019’an de dest bi Berxwedana Rojiya Mirinê kirin û asta berxwedanê bilindtir kirin. Berxwedan di qadên 1’ê Gulana 2019’an de ji aliyê Laçik Spiyan ve hat silavkirin. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de peyamên; ‘şikandina tecrîdê’, ‘hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê’, ‘demokratîkirina Tirkiyeyê û azadkirina Kurdistanê’ hatine dayîn. Kedkarên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber çavê hemû cîhanê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de biryariya xwe ya têkoşînê ragihandin. Em dikarin bibêjin ku di pîrozbahiyên 1’ê Gulana 2019’an de gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo pêşerojê hêvî dan û peyamên xurt ên pêkanîna van hêviyan dan hemû cîhanê.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Jeffrey Tirkiye hişyar kir’

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Jin: ‘Jin Xulqkara Civabûnê Ye’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Jin: ‘Jin Xulqkara Civabûnê Ye’

Ji Pênûsa Jin: 'Jin Xulqkara Civabûnê Ye'

TAYBET – Ji dara ku bi ava îxanetê hatiye avdan, fêkiyên hevaltiyê nayê berhevkirin

TAYBET - Ji dara ku bi ava îxanetê hatiye avdan, fêkiyên hevaltiyê nayê berhevkirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.