Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PJAK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

Meclîsa PJAK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got, ''Meha Gulanê ku meha lehengtî, berxwedanî û şehîdên qehremane li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, ji Maku û Urmiye bigir heha çiyayên Qendîl heta Ciwanro û Dalaho û hemû Çiya.''

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/05/2019 - 12:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
PJAK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa PJAK’ê şehîdên meha Gulanê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Meha Gulanê ku meha lehengtî, berxwedanî û şehîdên qehremane li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, ji Maku û Urmiye bigir heha çiyayên Qendîl heta Ciwanro û Dalaho û hemû Çiya, bajaran û zîndanê bi tevlêbûn û sekna milîtanên heqîqetê û jiyana azad kirin qadên têkoşîn û berxwedanê.”

Di daxuyaniyê de bang hate kirin û hate gotin, “Di salvegera şehadeta şehîdên 9’ê Gulanê de, em bang li gelê xwe û raya gîştî ya demokratîk dikin ku li beramberî êrişên rejîma sêdareyê bêdeng nemînin, dewleta Îranê ji hemû dema vê demê li hember têkoşîn û berxwedanan lewaz ketiye, ji bo vê jî ji hemû dema zêdetir vê demê bi hevgirtina gelan û têkoşîna hevbeş li Îranê em dikarin vê sîstema dîktator biguherînin û her qadê bikin cihê bilindkirina têkoşînê û tola şehîdên xwe hilgirin.”

Daxuyanî giştî wiha ye:

“Di salvegera 8’an de a şehadeta rêheval, têkoşer û pêşengên doza azadiya gelê xwe Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û têkoşer Mehdî İslamiyan de, di serî de hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr tînin. Têkoşîn û berxwedana ku wan rêheval û şoreşgeran anî asteke bilind, em ê bi bawerî, biryardar îû coşek mezin ber bi serkeftinê ve bibin û em ê heta hilma xwe ya dawî şopdarê xeta tekoşîna wan ya ji bo azadiyê bin. Li ser vê bingehê jî em rejîma sêdare ya Îranê û kiryarên wê şermezar û mehkûm dikin.

Meha Gulanê di tekoşîna gelan de bi taybet ya Kurdistanê de, ji despêk heta dawiyê bûye navgîna têkoşînê li beramber dagirkerî, qirkirin, faşîzm û desthilatdariyê û di vê mehê de pir têkoşer şehîd bûne. Şoreşgerên enternasyonal, sosyalîst û Kurd bi rihê fedayî ev meh xemilandin. Ji Denîz Gezmîşan heta Hakî Karer û Xosro Rozbihan , ji İbrahîm Bîlgen heta Mehmed Karasûngûr û ji Leyla Qasim heta Hozan Mizgînan bi sedan şervanên heqîqet û azadiyê meha Gulanê bî destkeftî û nîrxên ku afîrandîn, xemîlandîn û di kesayeta xwe de gelên bindest jî nû ve zîndî kirîn. Ew şoreşger bi têkoşîna xwe seknek berxwedêr di nava gelêxwe de ava kirin.

Dewleta Îranê ya dagirker her dem bi zagonên xwe yên darveyê mirovahiyê, ji bo pêşî girtina têkoşîna azadiya gelan rêbazên darvekirin û qetilkirinê bi kar tîne û bi vê şêwazê dixwaze di serî de pêşengên rêxistinêû bizavên ku ji bo azadiyê têdikoşin, dawî li hemû xebatên hêzên demokratîk bigire. Bi taybet di şexsê Xosro Rozbih de, di sala 1337’AN, qetlîama 54 ciwanên Kurd di sala 1359’an de li zîndana Teberîzê, darvekirina Evdilmelîk Rîhî, serokê rêxistina parastina gelê Belûç di sala 1389 ‘an û bi dehan têkoşerên Kurd rejîma dagirker daxwaza wan ya azadiyê weke tewambarî dîtiye qetil kirine. Ji bo ferzkirina vê siyaseta xwe jî di 9’ê Gulana sala 2010’an de bi darvekirina Mamosta Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlîû rêhevalên wan xwestin hemû rêbazên li KurdistanÊ dubare bikin. Bi van darvekirinan hewl dan ku tirs û xof di nav gelê Kurd û hemû beşên demokratîk ên Îranê de ava bikin.

Meha Gulanê ku meha lehengtî, berxwedanî û şehîdên qehremane li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê, ji Maku û Urmiye bigir heha çiyayên Qendîl heta Ciwanro û Dalaho û hemû Çiya, bajaran û zîndanê bi tevlêbûn û sekna milîtanên heqîqetê û jiyana azad kirin qadên têkoşîn û berxwedanê. Weke tevger ji 1’ê vê mehê ku bi şehadeta 6 rêhevalên xwe yê endamên çapemeniya azad di encama êrişa balafirên dewleta faşîst ya Tirk de me pêşvazî kir, di 6 mehê 5 têkoşerên doza azadiyê li çiyayên Dalaho bi kiryarên derveyê mirovahiyê yê dewleta sêdare ya ÎRanÊ, her wiha endamê meclîsa PJAK Ş. Jiyan Suruç bi 5 hevalalan re li Urmiyê Deşta Suamy û fermandar Ş.Kawenda bi 3 pêşengê tevgerê li çiyayên Ciwanro û bi dehan rêhevalên ku di vê meha pîroz de şehîd ketine.PJAK bi vê wateyê partiya şehîdan e. Di her qada xebatê de bi bedelan we det bi têkoşîn kir. Her yek ji wan şehîdên qehreman bi tevlêbûba xwe destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Van 4 lehengên berxwedêr di zindanên dagirkeran de bi vîn û girêdana xwe ya ji doza azadiyê re dîwarên girtîgehên Îranê rûxandin û careke din rûyê reş û faşîzan ya rejîma Îranê raxistin ber çavên cîhanê. Şehîdên 9’ê Gulanê îsbat kirin ku tu zext, îşkence, heta sêdare jî nikare pêşiya têkoşerên azadiyê bigire û heman çanda ku ji hêla Mezluman li girtiigeha Amedê siyaseta teslimiyetê bin xist, ku îro rojê di şexsê Leyla Guven bi “Şiyara Faşîzmê Hilveşînin, Tecrîdê Bişkînin û Kudistanê Azad Bikin” bi hezaran dîlên azadiyê di zîndanên dewleta faşîst ya AKP’ê de bi meha ne di gireva birçîbûnê de ne û 15 şoreşgerên doza azadiyê niha di rojiya mirinê de ne, wê dijminên Kurdan mecburê çok şikandinê bikin. Ev çenda berxwedanê ji Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mehmut Zengîn û Eşref Anyîk îro bi hezaran şoreşger vê berdevam dikin li ser heman xet û di heman mekanan de. Ev çand û berxwedanî li girtîgeha Êvînê zîndî kirin û çanda berxwedanê li tevahiya Rojhilatê Kurdistanê belav kirin.

Rejîma sêdareya Îranê bi kiryarên xwe yên antî-demokratîk bi ser gelan û beşên cuda yên civakî ve zextên pir-alî pêk tîne. Heya niha tu hêz û kiryarên dîktatorên di dîrokê de nekarîne pêşî li têkoşîna azadiyê bigrin û hêza gelan bin bixin. Berxwedan û têkoşîna mafdar ya gelê me û gelên Îranî dŵ dawî li vê rejîma sêdareyê bîne û jiyana wekhev û demokratîk ava bike. Ev Wê bersiva herî birûmet ji şehîdên ku nîrxên mezin û giranbuha ji me re afirandine. Li ser vê bingehê em di salvegera şehadeta şehîdên 9’ê Gulanê, bang li gelê xwe û raya gîştî ya demokratîk dikin ku li beramberî êrişên rejîma sêdareyê bêdeng nemînin, dewleta Îranê ji hemû dema vê demê li hember têkoşîn û berxwedanan lewaz ketiye, ji bo vê jî ji hemû dema zêdetir vê demê bi hevgirtina gelan û têkoşîna hevbeş li Îranê em dikarin vê sîstema dîktator biguherînin û her qadê bikin cihê bilindkirina têkoşînê û tola şehîdên xwe hilgirin.

Bîjî Şehîdên 9’ê Gulanê!

Bîjî Berxwedana Girtîgehan! Bîjî Azadî û Wekheviya Gelan!”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Leyla Guven 178 roj in li ber xwe dide

Nivîsa Pêş

Li ser sînorê Girê Spî welatiyek hate kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li ser sînorê Girê Spî welatiyek hate kuştin

Li ser sînorê Girê Spî welatiyek hate kuştin

Dayikên girtiyan bi meşê dorpêça polîsan şikandin

Dayikên girtiyan bi meşê dorpêça polîsan şikandin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.