Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Hilbijartina di bin siya bêbextan de’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/04/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Helfetiyê polîsên dagirker bêyî belge destbi dengdanê kirin
ParvekeTweet

“Li cihanê hemû pergalên heyî, heta dîktator û tundrawên olperest jî ji bo bala giştî xapandinê, serî li rêya hilbijartinê didin. Li gel wê, hema her kes hilbijartinê wek hemaneke demokrasiyê dibîne, dema hilbijartin hebe, dibêje; “bi likumîn jî be demokrasî heye,” lê ne tenê ev têgihîştina şaş, demokrasiya bûrjîwaziyê jî her û her mijara gengeşiyê ye. Li welatên demokrasiya bûrjûwaziyê li wan heye û li welatên diktatorî li wan li ser kar e jî ev gengeşî naqede. Di nava demokrasiya bûrjûwazî ya rûniştî de bi kêmasî hetanî radeyekê hin azadî û rêgezên hilbijartinê hene. Mînak, di dema hilbijartinê de her partî, kom û hêz dikanin li gor derfetên xwe bernameya xwe vebêjin û bi hilbijêran bidin pejirandin, ango bangaşiyeke vekirî û serbest, li ser wan koteka dewletê rasterast nayê bikaranîn, lîstikên dizîna raya hebe jî bi konetî û pirr veşartî dibe.

Dîktator azadiya xwe û bi serbestî pêkanîna dizî û xwînxwariya xwe wek demokrasî dibîne. Dema dîktator psîkopatekî bêperwa be, dîn û mijara nijadê bi baweriyeke tund kiribe xizmeta xwe, êdî ew ji her xirabî û wehşetên tên hişan jî wêdetir dibe. Her cûre êrişkarî, êşkence û sextekariyê, mîna fermana Xwedê û mafê wî be, dadixe meydana jiyanê. Ew bê xwe herkesî piçûk, tewanbar, terorîst, xirab dibîne û têkbirina wan derdoran wek li jiyanê mayîna xwe, li jiyanê mayîna xwe jî bi awayê siberoja wî welatî be, difiroşe gel. Dîktator Erdogan û xafiyên wê jî bi vê mebestê mijara “Beka Sorunu!” yanê pirsgirêka siberoja welêt, derxistin pêş.

Li welatên dîktator têgihîştineke wisa heye; hilbijartin ji bo bindestan ne armanceke demokrasiyê, yan jî pirr şaredarî /parlamenter bidestxistinê ye, tenê alaveke têkoşîna giştî ye. Yanê armanc; di vê meydana lîstika demokrasiyê de bi rengê cuda darbeyek li dîktator xistin, hin meterîsên girîng ji destê wê derxistin û bi vî awayî melûlkirina wê û ji hêz xistin e.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê dîktatoreke wisa psîkopat û bê pergal li ser kar e. Her wisa di siya hêza dewleta veşartî de ye jî. MHP û kesên mîna Soylû û Akar baskên Ergenekonê ne. Bi gotineke kurt îro koalisyoneke wisa bêbext û xwînxwar li ser kar e. Di vê rewşê de derfetên partiya gelan HDP´ê hîç tinebûn. Her roj, her gav di bin êrişên hemû baskên dewletê de bû. Heta Çapemeniya Sergo jî ne tenê dijbangaşî, rasterast êrişê HDP dikir. Çeteyên dîktator her roj di ser avahî û ofîsên HDP´ê yên hilbijartinê de digirtin, xebatkarên wan bi boneyên mînaka gur û berxê davêtin hundir, li ser lîsteyên hilbijêran dilîstin, sextekariyên deng dizînê yên kone plan dikirin. Leşker û polîsên xwe li bajarên Kurdan ji bo dengan bi cih dikirin û her wisa.

HDP di rewşeke wisa de di divêtiya bikaranîna taktîkên rewşa ji awerteyê wêdetir de ma. Bi dîtina min taktîka gelekî serketî pêk anîn û li bajarên Tirkiyeyê, cihên wekî Stenbol, Antalya, Mersîn, Adana û Enqerê berendamên xwe nîşan nedan ku bikanin hetanî radeyekê derbekê li vê dîktatoriya ji têgihîştina heyî der, bixînin. Li aliyê din bi kuştinî li welêt li ber xwe dan ku qeyûmên wan bişînin qesra wan a genî. Kî çi dibêje, bila bibêje; bi dîtina min HDP di taktîka xwe de bi ser ket.

Bêguman hin kêmasî jî hebûn, mînak; li hin herêman hin berendamên ne di têgîhîştina rewşa heyî de bûn, bi aliyê tevahiya beşên civakê ve nehatibûn pejirandin wek berendam destnîşankirin aliyê wê yê nerênî bû. Li gel wê di parastina dengan de – her çendî bi her awayî hatibû dorpêçkirin jî- dikanîbû tevdîrên hê baştir û bi bandortir bigirtana. Lê mixabin, nebû.

Hin bajar jî taybetiyên xwe yên awerte hebûn. Mînak; Şirnaxa berê xwedanê 200 /300 hezar şêniyan bû, hat ruxandin û valakirin, şêniyên wê daketiye dora 60 hezarî. Li piraniya gundên mezin ên xwediyê şaredariyê jî tenê cerdevan mane. Li gel wê dagirkeriya xwînxwar 12 000 polîs û leşkeren xwe anî û dengên wan dan bikaranîn. Ji wê mafê ti kesî tune ku şirnaxiyan rexne bike.

Lîstikên dizî û sextekariyên li bajarên wek Mûş, Agirî û Ixdirê jî bi aşkarî hatine pêkanîn. Her wisa li gelek navçeyan jî dengên hilbijêran hatine dizin. Heta li Mûşê ne tenê bi hezaran dengên HDPê dizîne, beşeke wê jî ji partiya Ergenekonê, Vatan partîsî re nivisandine.

Bi tevê hemû êrişan, sextekarî, pêkutî, dek û dolaban jî mirov bi zelalî dikane bibêje; HDP di taktîka xwe ya hilbijartinê ya wek taktîkeke têkoşînê bikaraninê de serketiye. Mirov olana vê taktîkê, bêbextî û sextekariya dîktatoriye bêperwa di nava çapemeniya cihanê de jî dibîne. Hin derdor yan jî trolerên di xizmeta hêzên tarî de bi taybet di medya dîjîtal de vê taktîkê û rewşa heyî bi nerênî dinirxînin û hewl dinin mejiyan tevlihev bikin, lê ez bawer nakin kes guh bide van derdorên di her rewşê de êrişkirinê wek hunerek yan konetiyekê dizanin, û wan cidî bigire.”


ÇAVKANÎ: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA – Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 6’Ê NÎSANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – ‘Bi dek û dolaban aş nema digire’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li 32 bajarên Bakurê Kurdistanê dengavêtin bi dawî bû

ANALÎZ - 'Bi dek û dolaban aş nema digire'

TAYBET – Li Silêmanî di pêşengiya ciwanan de 4’ê Nîsanê hate pîroz kirin

TAYBET - Li Silêmanî di pêşengiya ciwanan de 4’ê Nîsanê hate pîroz kirin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.