Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: ‘Newroz pêngava azadiyê ye, berxwedanî û serkeftinê ye’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/03/2019 - 11:49
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 7 mins read
A A
Kalkan: ‘Newroz pêngava azadiyê ye, berxwedanî û serkeftinê ye’
ParvekeTweet

Endamê Komîteya Rêveber a PKK Duran Kalkan, Newroza 2019’an pîroz kir û got, “Bi pêşengtiya Rêber APO, Newrozên Mazlum Doğanan, egîdbûyîna Egîdan, bi xeta fedaî ya Zîlanan jina Kurd, ciwanên Kurd û gelê Kurd ji nû ve çêbûn û gelê Kurd hate afirand.”

BEHDÎNAN – Kalkan, cejna vejînê Newroz di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî gelê Kurd pîroz kir, Kawayê hemdem Mazlum Dogan bibîr anî û wiha berdewam kir: “Di dîroka Kurdan de serhildana herî mezin, berxwedana herê mezin berxwedana Newrozê ye. Ya rastî ji xwe tevahî dîroka gelê Kurd bi berxwedanê re dagirtiye. Her roja wê bi berxwedaniyên mezin tê jiyîn. Newroz 2631 sale tê pîroz kirin. Vegotina civakbûyîna gelê Kurd. Çawa ku di roja me ya îro de bi pêşengtiya Kawayê hemdem hevrê Mazlûm demokratbûyîna netewbûna Kurd bi pêş dikeve û qehremantiya netewbûnê pêş dikeve, di wê demê de jî bi pêşengtiya Kawayê Hêsinkar civakbûyîna gelê Kurd bi pêş dikeve.”

‘GELÊ KURD GELÊ NEWROZÊ YE’

Kalkan, got ku li gel ku di ser destpêka Newrozê re 2631 sal derbasbûye jî, di roja me ya îro de bandora wê hê jî zindî ye û weke ku îro be tê jiyîn û wiha pê de diçe: “Newroz, ruh û wêrekiyê dide mirov. Ji ber Newroz pêngava azadiyê ye, berxwedanî û serkeftinê ye. Gelê Kurd gelê Newrozê ye. Bi Newrozê re hebûna xwe daye destpêkirin. Bi demê re di dîrokê de gelek tişt hatine guhertin, derbas bûne lê berxwedanî her wek xwe maye. Berxwedanî hemleya herê mezin ya azadî yê ye. Em berê xwe bidinê ya herê zindî maye Newroz e. Ji ber ew berxwedanî ye, weke ku hozan jî dibêje; “berxwedanî rih dide mirovan.” Civakek ji nû ve hatiye avakirin. Tevahî gel bi berxwedanî dest bi hebûna xwe kiriye. Baş tê bîra min di salên 1970’yî de li Kurdistanê ji hêla dewletê ve, deshilatdarî û mêtingeran ve nirx û cihekî ku ne hatiye bişavtin, talan kirin, mêtingertî li ser neahatibe kirin nemabû. Di destê Kurdan de pir kêm zanîna Newrozê mabû. Newrozê Kurdbûn temsîl kir. Zanabûn Kurdbûnê bi Newrozê re bi pêş ket. Rastiya gelekî ku hebûna xwe û nasnameya xwe ya netewatiyê carekê din bi dest xistiye derkete holê.”

‘BERXWEDANA HERÎ MEZIN REXNEDAYIN E’

Kalkan bi domdarî bal kişandin ser wê ku gel lehengan derdixîne holê û ew leheng jî pêşengiyê ji xwe re dikin û domand, “Mêyze bikin 37 sal in di bingeha tevahî serkeftinên gelê Kurd de, yên bi netewa demokratîk, berxwedaniya mezin ya girtîgehan heye, biryara rumetê ya Mazlûm, Kemal û Xeyrî yan heye. Bêguman ji bo gelan tiştekî weke heqdayînê nîne. Ji bo gelan, jinan û ciwanan yên bindest, heq dayînê nîne. Heq dayîn peyveke xapandinê ye. Vegotina kolekirinê ye, ya ku di nava sînorên xwe de dihêle û dike aîdê xwe. Gelan û civakan bi tekoşîn û berxwedaniya xwe ev yekê baş danîne holê ku heq nayê dayîn tê girtin. Heqê xwe girtin, bidestxistin girîng e, watedar e, mayînde ye û nirxdar e. Rêgezê herê bingehîn yê heq girtinê jî berxwedanî ye. Berxwedanî rêbazê bingehîn yê xwebûnê, avakirina nirxê xwe, parastina wan nirxan û hay ji hebûna xwe hebûn e. Hen kes berxwedanê yek alî şîrove dikin û şaş dinirxînin. Weke tundiyê, xirabkirine û talankirinê. Ev yek gelek şaş e, berxwedanî bi xwe tekoşîn e, li hember her cure paşverûtiyê, çewsandinê, tundîtiyê û koletiyê. Aliyê berxwedaniyê yê derûnî, ruhî, fikrî û birdozî bi pêş ve ye. Berxwedaniya herî mezin rexnedayîn e.”

‘BERXWEDANÎ MIROVAN MEZIN DIKE, PÊŞ VE DIBE Û AZAD DIKE’

Kalkan, di gotinên xwe de diyar dike ku hilweşandina paşverûtiyê yek ji wan taybetmendiyê berxwedanê ye lê ti carî ne yek aliye. Kalkan taybetmendiyên berxwedanê wisa tîne ser ziman: “Li şûna tiştên ku hildiweşîne yên nû, paqij, yê rast, yê azad, civakî ava dike. Ango qandî di ruxîne ewqasî ji nû ve ava dike, çêdike. Gelê ku li berxwe nedê, wê tune bibe. Yê ku tenekoşe, nirxê xwe neparêze, nepîve, yên kevin neavêjje û yê nû pêş nexe, yê ku rexne û rexnedayîne nikare bike, gelê ku li hember tevahî tundî, zordarî, pergala desthilatdariyê, û îmhakirinê li ber xwe nedin, teng dibin, bi paş ve diçin, dirizin û dihelin. Berxwedanî mirovan mezin dike, bi pêş ve dive û azad dike. Berxwedanî gelan her daîm bi pêş ve dibe, bi hêz dike, azad dike, demokratîk dike. Heqê bi berxwedaniyê tê standin, nirxdar e, watedar e û domdar e. 37 sal in gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê ruxmê tevahî êrişan, bi deh hezar şehîdên xwe re bi ruhê berxwedaniya Newrozê têdikoşe û bi ser dikeve.”

Kalkan, ji bo gelê Kurd vedibêje ew di nava tevahî gelên cîhanê de xwedî cihekê rumet, heskirinê yr û taybet ji bo jin û ciwanan jî wiha berdewam dike: “Di roja me de, li cîhanê Kurdbûyîn nirxê herê mezin û yê pêşketî ye. Herê zêde jina Kurd û ciwanên Kurd tê temaşe kirin û şopandin. Pêşengtî ji azadî û demokrasî yê re dike. Berxwedanî û tekoşîna jina Kurd, ciwanên Kurd ji hêla tevahî jin û ciwanên cîhanê ve tê şopandin û lê tê xwedîderketin. Ji ber jin û ciwanên Kurd li ber xwe didin, ji bo vê yekê ji bo jin û ciwanên cîhanê dibin mînak. Yê ku vê dike jî rastiya berxwedanê ye.”

‘AZADÎ BI BERXWEDANIYA RÊXISTINÎ Û ZANÎNÊ PÊKAN E’

Kalkan, diyar dike ku berxwedanê jin û ciwanan bi ser hemdê xwe ve aniye û ji bo hebûna gelê Kurd jî wisa dibêje: “Beriya vê bi çil- pêncî salî tu kesî navê Kurdan nedizanî, kesî Kurd nas nedikirin, Kurdan bi xwe jî xwe nas nedikirin. Berxwedanê gelê Kurd ji nû ve afirand. Bi pêşengtiya Rêber APO, Newrozên Mazlum Doğanan, egîdbûyîna Egîdan, bi xeta fedaî ya Zîlanan jina Kurd, ciwanên Kurd û gelê Kurd ji nû ve çêbûn û gelê Kurd hate afirand. Bê berxwedanê tu tiştek ava nabe. Wateya jiyanê bexwedanî û tekoşîn e. Azadî encex bi berxwedaniyeke rêxistinî û zanabûnê pêkan e. Newroz sembola berxwedaniyek wisa ye. Di roja me ya îro de avabûna nirxê gelê Kurd, bi neteweya demokratîk berxwedanî û berxwedaniya serfiraziyê destkeftiyên herê mezin bi Newrozê pêk tîne.”

Kalkan, di dawiya axaftina xwe de berxwedana ku bi çarçoveya pêngava “Tecrîtê bişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike” hatiye destpêkirin slavk ir û wisa got: “Li ser vê bingehê ez careke din, Newroza azadî û berxwedanê ya jin û ciwanên ji bo azadiyê tedikoşin û li ber xwe didin, li tevahî gelê me pîroz dikim.

Ez berxwedaniya wan a mezin ya ji bo ku bi Serokatî re bi azadî bijîn, bibe xwedî şertên jiyana baş û bi azadî bixebite ya bi çarçoweya pêngava, “tecrîdê bişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike” slav dikim.

ÇAVKANÎ: ANF/ GULAN AVRÊL – SARYA KERBORAN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi deh hezaran kes diherikin Newroza Amedê; Ciwanan meş lidarxist

Nivîsa Pêş

YRK û HPJ’ê Newroz pîroz kirin: ‘Gerîla wê nehêle ku agirê Newrozê vemire’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
YRK û HPJ’ê Newroz pîroz kirin: ‘Gerîla wê nehêle ku agirê Newrozê vemire’

YRK û HPJ'ê Newroz pîroz kirin: 'Gerîla wê nehêle ku agirê Newrozê vemire'

Li Wan û Mêrdînê gel û ciwan diherikin qadên Newrozê

Li Wan û Mêrdînê gel û ciwan diherikin qadên Newrozê

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.