Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kalkan: ‘Ciwan divê pêvajoyê rast bixwînin û wezîfeyên xwe bi cih bînin’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/03/2019 - 16:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 8 mins read
A A
Kalkan: ‘Ciwan divê pêvajoyê rast bixwînin û wezîfeyên xwe bi cih bînin’
ParvekeTweet

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got: “Di têkoşîna 48 salên bihurî de ciwan her tim bi rola pêşengiyê rabûne. Hêza herî dînamîk e. Bi wêrekî û fedakariya xwe ya mezin bûye mînak û pêşeng ji bindestan û gelan re. Lewma ji bo serxistina vê têkoşîna dîrokî divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Kalkan bersiv da pirsên malpera înternetê ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH). Kalkan di şexsê Delal û Ûlaş de hemû şehîdên HBDH’ê bi rêzdarî silav kir û soz da ku wê armancên wan bi ser bixînin.

Kalkan têkoşîna 3 salên bihurî yên HBDH’ê divê weke têkoşîneke li dijî faşîzmê bê dîtin û got, “Ji ber ku faşîzm tê wateya êrîşê, zilmê, mêtingeriyê, zext û terorê, nîjadperestî û şovenîzmê, tinekirin û komkujiyê.” Kalkan destnîşan kir, li dijî faşîzmê pêwîstî bi têkoşîneke şoreşger-demokratîk a radîkal heye û got, divê her kes derfetên xwe seferber bikin û li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.

Di dewama axaftina xwe de Kalkan anî ziman ku têkoşîna li dijî faşîzmê di heman demê de têkoşîneke şoreşê ya demokratîk e û got, “Yek ji beşên civakê ku herî zêde pêwîstiya xwe bi şoreşa demokratîk heye, ciwan in ku hêza bingehîn a şoreşê ne. Jin jî hêzeke bingehîn û pêşeng a têkoşîna demokrasî û azadiyê ne.”

ASTA FÎNALÊ YA TÊKOŞÎNA NÎV SED SALÊ YA NAVBERA FAŞÎZMÊ Û BINDESTAN

Kalkan darbeya 12’ê Adarê bi bîr xist ku di salvegera 48’an de ye û got, “Hema bêjin kêm maye nîv sed sal di ser re derbas bibe. Pêncî salên dawî yên li Tirkiyeyê serdemeke hesabpirsînê ye. Tirkiye wê bi ku ve biçe, wê Tirkiyeyeke çawa biafire? Hêzên hevkar-yekdestîparêz, zexta faşîst, teror û mêtingerî wê bi rengê dîktatoriya faşîst serdest bibe, ya jî Tirkiyeyeke demokratîk a ji jiyaneke azad a bindestan, kedkar, jin û ciwanan ava bibe? Darbekarên 12’ê Adarê ji bo dîktatoriya faşîst ava bikin êrîş kirin. Yên ku bi pêşengiya Mahîran, Denîzan û Îbrahîman bi lehengî li ber xwe dan jî, ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û Kurdistaneke azad dest bi berxwedaneke mezin kiribûn. Ev têkoşîna mezin pêncî salên xwe dadigire. Ya rast, em niha di pêvajoya fînalê ya vê têkoşînê de ne. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku li ser şopa darbekarên 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê ye, bûye ew hêz ku darbeya faşîst derxistiye asta herî bilind û dixwaze li Tirkiyeyê dîktatoriyeke faşîst a mayinde ava bike. Hêzên demokratîk-şoreşger ên Kurdistan û Tirkiyeyê jî bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan li hev civiyane û ji bo afirandina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad ku armanca berxwedêrên 1971’ê ye, bi hêza xwe hemûyî têdikoşin, li ber xwe didin û gelan seferber dikin. Bi vî rengî dixwazin hesabpirsîna 50 salî bi ser bixînin.”

Kalkan diyar kir, qonaxa dawî ya têkoşîna pêncî salî pêvajoya serketinê ye û got, “Di têkoşîna 48 salên bihurî de ciwan her tim bi rola pêşengiyê rabûne. Hêza herî dînamîk e. Bi wêrekî û fedakariya xwe ya mezin bûye mînak û pêşeng ji bindestan û gelan re. Lewma ji bo serxistina vê têkoşîna dîrokî divê bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”

EM NE LI DESTPÊKÊ NE JÎ LI ASTA NAVÎN IN, EM DI ASTA HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ DE NE

Kalkan da xuyakirin, ew ne di asta destpêkê ne jî ya navîn de ne û got, “Yanî em ji qonaxa qelskirina dîktatoriya mêtinger a faşîst derbas bûne. Em di asta hilweşandina dîktatoriya mêtinger a faşîst de ne. Di asta serxistina şoreşa demokratîk de ne.” Kalkan destnîşan kir ku ew di asta serketinê de ne û got, serdema heyî serdema serxistina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê û Şoreşa Demokratîk a Tirkiyeyê ye.

Kalkan diyar kir, pêngava ‘Em dawî li tecrîdê bînin û faşîzmê hilweşînin’ nîşaneya vê yekê ye û got, “Pêngav ji bo azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Dema ku tecrîd bi dawî bû wê faşîzm hilweşe, dema ku faşîzm hilweşiya wê Tirkiye demokratîk bibe, Kurdistan jî azad bibe. Armanc ev e. Ji ber vê yekê pêngava fînalê ya şoreşgerî bi şêweyê ‘Em tecrîdê bi dawî bikin û faşîzmê hilweşînin’ berbiçav bûye û ev yek gelekî girîng û watedar e. Li Tirkiyeyê her tişt di dîktatoriya faşîst de berbiçav bûye. Êrîşa mêtingerî û qirkeriyê ya li ser Kurdistanê, zext, zor, teror û mêtingeriya li Tirkiyeyê ji ber vê yekê ye.”

DÎKTATORIYA HEYÎ XWE DISPÊRE ÊŞKENCE Û TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Kalkan ragihand, dîktatoriya faşîst a heyî xwe dispêre sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê û got, “Bi sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê hestên nîjadperest, şoven û neteweperestiyê sor dikin. Ji ber vê yekê her rengê nîjadperestî, şoven û paşverûtiya faşîst xwe ji sîstema tecrîdê û êşkenceya li Îmraliyê xwedî dike. Têkbirina zîhniyeta şoven-nîjadperest û faşîzmê beriya her tiştî bi têkbirina sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê dibe. Ji vê derê pêşî li azadiyê, li demokrasiyê vedibe.”

Kalkan anî ziman, sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê veguheriye rêbazeke rêveberiyê û li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye. Kalkan got, “Her kes tecrîdkirî ye, êşkence li her kesî tê kirin. Li Tirkiye û Kurdistanê dîktatoriyeke ji rêzê ya faşîst nîne. Mirov hemû; ciwan, jin, kedkar 24 saetan tecrîdkirî ne, êşkence û zext li wan tê kirin. Li ser vê bingehê li Kurdistanê qirkirin, li Tirkiyeyê jî qirkirina civakî tê ferzkirin. Têkoşîna li dijî tecrîdê bi têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê berbiçav bûye, lê belê têkoşîna ji bo bidawîkirina tecrîdkirina her kesî ye. Ev yek têkoşîna hilweşandina faşîzmê ye.”

ŞOREŞA DEMOKRATÎK NE TENÊ WEZÎFEYA BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ YE

Kalkan diyar kir, têkoşîna heyî ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya Kurdistanê ye û got, “Wê demê divê em bi hemû hêza xwe xwedî li vê pêngavê derkevin û bi ser bixînin. Têkoşîn têkoşîna her kesî ye. Zext, teror, êşkence û tecrîda faşîst li her kesî tê ferzkirin. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tecrîdê, êşkenceyê, faşîzmê têkoşîna her kesî ye. Wezîfeya sereke ya her kesên li Tirkiyeyê ne. Pêwîste xwedî li vê wezîfeyê derkevin û bimeşînin. Ev têkoşîn ne tenê ya hinekan e û yên din jî ji wan re bibe piştevan. Ne tenê têkoşîna Leyla Guven e, ne tenê têkoşîna Nasir Yagiz e, ne tenê têkoşîna girtiyên li zindanan e; faşîzm ne tenê li dijî wan zextê dike. Şoreşa demokratîk a li dijî faşîzmê ne tenê wezîfeya wan e. Têkoşîna her kesên li nava Tirkiyeyê ye. Lewma wezîfe û berpirsyariya her kesî ye. Divê her kes xwedî li vê têkoşînê derkeve.”

Kalkan diyar kir ku faşîzm tirsonek e û got, “Dema ku hemberî wê berxwedaneke şoreşgerî, têkoşîneke rêxistinbûyî nebe, mîna qubedeyan dike barebar û êrîş dike. Lê dema berxwedêriyeke şoreşgerî ya zane û rêxistinbûyî dibîne, dibe mîna pisîkê û teslîm dibe. Çawa ku faşîstên DAÎŞ’ê niha serî ditewînin û teslîm dibin, zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê jî wê tevî çeteyên xwe yên mîna Sedat Peker sibe li kolanên Stenbolê serî bitewîne.”

Kalkan herî dawî bang li ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê kir ku pêvajoyê rast bixwînin û wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NPG: Şehîdên Guhermê mînakên çanda berxwedanê ya Apoyî ne

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Gerilla li Sidêkanê derbeke giran li artêşa Tirk da: 23 mirî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Gerilla li Sidêkanê derbeke giran li artêşa Tirk da: 23 mirî

LEZGÎN - Gerilla li Sidêkanê derbeke giran li artêşa Tirk da: 23 mirî

KCK: “Li dijî komkujiyan bersiva herî mezin rizgarkirina Efrinê ji destê dagirkeran e”

KCK: 'Newroza 2019’an divê wekî hemû Newrozan bibe agirê şewitandina zaliman'

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.