Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

“Yekemîn Şehîdê YPS’ê Gelhat Gever”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/03/2019 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
“Yekemîn Şehîdê YPS’ê Gelhat Gever”
ParvekeTweet

Ji bo bîranîna hevrê Gelhat Gever

Derbarê şehîdên têkoşînê de nivîs nivîsandin, axaftin kirin an jî hest anîn ziman, bawer dikim ji bo her şexsekî tiştekî herî zehmet e. Eger ku wûn û ew şehîd bi salan bi hevdû re mabin ew hin zehmettir e. Di vî milî de ez jî zehmetiya dikişînim. Şehîd Gelhat Gever jî wek hemû şehîdan bi şehadeta xwe re li ser min pir bandor kir. Dema min şehadeta wî bihîst ez pir xemgîn bûm û di aliyekî de şaş mam, min nedixwest şehîdbûna wî qebûl bike. Şehîd Gelhat di destpêka pêvajoya berxwedanên îlankirina xweseriyên demokratîk de 26’ê Tîrmeha 2015’an de li Nisêbînê şehîd ket. Em dikarin bibêjin ku şehîdê yekemîn ê YPS’ye.

Şehîd Gelhat bi eslê xwe ji Geverê ye û malbata jî welatparêz e. Piştî tevlîbûna wî, 2 sal şunde xwîşkeka wî jî tevlî têkoşînê dibe. Naskirina min bi şehîd Gelhat re li zanîngeha Çukurova ya Edeneyê di sala 2010’an ve destpê kir. We demê min cihê xwe di nava komîteya xebatên zanîngehê de digirt. Rojeke li taxên ku welatparezê me lê diman, çalakiyek pêk hat. Em jî wek xwendevanan bi hejmarek pir çûn ev çalakiyê. Beriya çalakiyê min ew nas nedikir. Dema di nava çalakiyê de min wî dît, min yeqîn kir ku ew ciwanekî ji we taxê ye. Beriya me dest bi çalakiyê kir, çend ref hatin ava kirin. Min ji hevalan re got hûn refek li gel heval Gelhat bin, ji ber ku ew taxê baştir nas dike. Heval Gelhat jî qet dengê xwe dernexist. Dema çalakiyê de min dît ku herdu destê wî de kevir heye û ew wekî xerîbekî derdora xwe dinêre. Min jî ji xwe re pirsî: „Gelo ew ji vê taxê ye û wan derdoran çawa nas nake?“ Ez çûm gel wî û min jê pirs kir: „Ma tu ne ji virî?“ Bersîv da û got: „Na ez xwendevanim“ û di nîvçe çalakiyê de em keniyan. Piştî ev hev naskirinê em edî em her tim gel hev bûn.

Nasnav: Gelhat Gever
Nav paşnav: Seyithan Dede
Cihê û dîroka ji dayikbûnê: Colemerg (Gever) 1992
Cihê û Dîroka tevlîbûnê: Çukurova Hezîran 2013
Dem û cihê şehadetê: 26ê Tirmeh 2015 / Nisêbîn

Heval Gelhat ji ber xebatên xwe 2011’an 6 heta 7 mehan di girtigehê de dimîne. Piştî ku ji girtigehê te berdan hîn zêdetir xebatên şoreşê dimeşîne. Di xebatên zanîngehê de û li taxan me her tim bi hev re gav avêtin. Dema em diçûn taxên gel û welatparêzan, hezkirina wan ji bo şehîd Gelhat gelekî berbiçav bû. Taybetî zarok pir jê hez dikir û derdora wî kom dibûn.
Dengê heval Gelhat pir xweş bû û xweş li tembûrê jî dixist. Her tim me daxwaz dikir ku şehîd Gelhat strana bibêje, wî jî li ser daxwaza me strana digot. Ji ber ku dengê wî xweş bû bi çend hevalan re ji bo xebatên rêxistinkirina komeka muzîkê di nava lêpirsîn û lêgerînê debû.
Heval Gelhat bi xebatên xwe, bi sekna xwe ya milîtanî hêz dida hevalan derdora xwe. Li hemberî kesên ku dervî exlaqê kurdan û rexistinê tevdigeriyan pir bi hers dibû. Qebûl ne dikir û ser wan de diçû.

Heval Gelhat, dema 2013’an de DAIŞ êrîşî Kobanê û Şengalê dike nikarîbû ev yek qebûl bike û li hemberî hovîtiyê bê çalak bimîne û bere xwe dide têkoşîna azadiyê. Piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin şikenandin, heval Gelhat pêk anîna xebatên di nav gel de taybetî e ciwanan bedewam kir. Cihê ku lê xebat meşand şopek kur hîşt û gel bi sekna wî bi bandor bû. Bi sekna xwe ya milîtanî, bi hêza xwe ya pêşengtiye û giredaniya xwe ya bi partiye re ketibû nava dilê gel û ciwanan. Gel û ciwanan ti carî ne dixwastin ji wî qut bibin. Heval Gelhat demek şûnde diçe çiyayên azad û tevlî perwerdeyê dibe. Dema hin di perwerdeyê debû pêvajoya berxwedana xweseriyên demokratîk destpê dike. Berî ku şehîd Gelhat perwerdeya xwe bi dawî bike, derbasî herêma Botanê dibe. Ji ber ku her tim amade bû bi coş û kelecanî ji bo azadî û rizgarîyê gelê xwe bitêkoşe. Hemû heval bi milîtantiya wî bi bawer bûn û ji ber vê destpêke wî dişenin qadên xweser. Li herêma Botanê koordînekirina xebatên ciwanan dimeşand. Di vê demê, 24’ê Tîrmehê de dijmin bi dehan balafirên şer êrîşî li ser çiyayên Kurdistanê kir, heval Gelhat jî we demê li Nisêbînê bû. 26’ê Tirmehê dijmin dixwazê bikevê Nisêbînê de, lê Heval Gelhat bi berxwedanî ev yek asteng dike. Di vir de pêşengiya berxwedanê dike. Li vir ji gel re dibejê „Eger îro em li berxwe nedin dijmin e bikevin taxên me de. Ji bo we yekê jî dive em berxwe bidin û dijmin ji Kurdistanê derxin.“ Bi rihekî milîtantî li hemberî artêşa faşîst a tîrk şer dike, gelê xwe diparêze û bi lehengî şehîd dikevê. Dijmin hêza wî nas dikir, ji bo ew hêz tune bike wî bi suîkastê qetil dikin.

Xebatên ku heval Gelhat dimeşand taybet bûn. Lê wî li ser esasê şoreşê û serhildanê ti caran xebatan ji hevdu cûda ne digirt dest, xwe ti caran paşve ne dihişt û di vî milî de rola xwe ya pêşengtiye dilîst. Em jî wek rêhevalên wî, wek ciwanên Kurdistanê divê xwedî li têkoşîna hemû şehîdan derkevin. Ala şoreşê divê em bilindtir bikin û ew xeyalên wanen ên „Rêbertiyeke Azad û Kurdistaneke azad“ pêk bîne û biafrinîn.

Em wek ciwanên kurd ên li Ewrûpa ji bo tola şehîdan xwe hilînin, divê em jiyanê li dijmin hov bikin cehenem. Pêwîste em li hemû qadan rêxistina xwe ava bikin. Bi çalakiyan em biherikin qadan. Dive hemû ciwanên me ye Kurdistanê û taybet ye li Ewrûpa dimînin, bi rihê şehîd Gelhatan, Andokan, Axînan, Harunan, Botanan, Nawalan û wek hezaran şehîdên me ye din, tevlî têkoşîna azadiyê bibîn. Tene bi vî awayî em dikarin xwedî li bîranînên wan derkevin. Ji bo we yekê ez dîsa di şexsê şehîd Gelhat Gever de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tinîm. Şehîd wê her tim di têkoşîna me de bijîn.

Şehîd Namirin!

HEVALÊN WÎ YÊ TÊKOŞÎNÊ 

 

1 Ji 5
- +

1.

2.

3.

4.

5.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîtiya Jinên Ciwan li Til Temirê mîtingek li darxistin

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – “Adar e, bihar e, lê êş li dar e”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – “Adar e, bihar e, lê êş li dar e”

ANALÎZ - "Adar e, bihar e, lê êş li dar e"

Ciwanan li Wanê li dijî faşîzmê pankart daliqandin

Ciwanan li Wanê li dijî faşîzmê pankart daliqandin

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.