Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Malpera nûkirî ya PKK’ê di xîzmeta xwendekarên xwe de ye!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/03/2019 - 21:11
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Malpera nûkirî ya PKK’ê di xîzmeta xwendekarên xwe de ye!
ParvekeTweet

Malpera nûkirî ya PKK’ê di meriyetê de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya malpera PKK’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da, êgihana heqîqetê hêza wan a bingehîn a azadiyê ye ku nikare bê ferazîkirin. Mirov bi qasî têgihana xwe ya heqîqetê azad e.

Daxuyanî wiha ye:

“Têgihana heqîqetê hêza me ya bingehîn a azadiyê ye ku nikare bê ferazîkirin. Mirov bi qasî têgihana xwe ya heqîqetê azad e. Di roja me de ku hewla ferazîkirina civakbûyînê tê dayîn; malpera fermî ya Partiya me PKK’ê ku ziman, çalakî û hêza rêxistî ya heqîqetê ye, di encama êrîşên faşîstan de demekê navber da weşana xwe. Êrîşî me kirin, ji ber ku me heqîqet tanî ziman. Herî dawî çete-sîxurên MÎT’ê yên ku ji bo xwînrijiyê, ji bo komplogeriya li dijî gelên me û qedemeyên rêveberiya Tevgera me ya Azadiyê hatibûn Başûrê Kurdistanê, bi Operasyona Şoreşgerî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hatibûn girtin. Roja ku ev agahî belav bû, sîteya me ji hêla hêzên fermî yên faşîzmê ve hate hackkirin. Em dîsa dest bi weşanê dikin.  Bi sîteyeke ji berê hê xurtir, hê dewlemend û bi bandortir, em li hizûra gelên xwe ne. Em ê acizkirina her cûre faşîzmê, hêzên paşverû, emperyalîst, şoven ên cîhanê; xulase sîstema mêtingeran a ku mirov ji mirovahiyê derxistî bidomînin. Lewma em dîsa dest bi weşanê dikin, ji ber vê yekê em hene.

Bi coşa Demokles, bi distûra Sokrates a “Xwe Bizane”, bi hemû hêza ehl-î heq, me li dijî Nemrûdan xwe bi baweriya Hz. Îbrahîm pêçaye. Mîna Hz. Îsa me çarmîxa xwe li pişta xwe kiriye û em wisa hatine. Em wekî Hz. Nûh ê ji tofanê rizgarbûyî, dimeşin. Mîna Hz. Mûhammed, li dijî cehaletê ye şerê me  û Cîhad-i Ekber e ya em dikin. Ji Terzî Hermesan ta Zerduştan, ji Hallacan, ji Pîr Siltanan ta Babekan, ji Maniyan ta Ebûzeran, ji Şêx Saîdan ta Seyîd Rizayan, ji Besêyan ta Mazlûman, Kemalan; ji Sarayan ta Rozayan, ji Bêrîtanan ta Zîlanan, ji Delalan ta Atakanan; çiqas bedewên mirovan ên ku bûne cewher û gotina heq hebin, gotinên wan gotinên me, baweriyên wan baweriya me, rêya wan rêya me, çalakiyên wan çalakiya me ye. Em bi navê wan sond dixwin ku li kû derê faşîst, mêtinger, serdest, zilimkar, qatîlek hebe; em ê li dijî wan li ba azadîxwazan, mêtingehan, bindestan, mazlûman cihê xwe bigirin. Navê zalim DAÎŞ jî be, AKP-MHP, BAAS an jî çi dibe bila bibe, bê dudilî, mîna “fîşeka namûsê” ya ji lûleye derdikeve, em ê li ser rêya armanca xwe bimeşin. Bedela wê can be jî, em ê canê şîrîn bidin. Lê belê, em ê ji azadiya ku secdegeha Babekan e jî, ti carî neqerin. Em ê ji rêya jiyana azad a ku eşqa me ya heqîqetê ye, dernekevin. Dibe ku paşverûtiya cîhanê, mêtinger û emperyalîst ji me bêtir xwedî hêza madî bin. Dibe, ji bo ku dinya me di tarîtiyê de bifetisînin dixebitibin. Enceq, perçikekî heqîqetê jî bes e ku karibe koka giştî Îblîsan biqelîne! Encama teqez ev e, wextê wê jî girêdayî têkoşîn, tarz û tempoya me ye. Têkoşîna rêxistî ya gelên me ku mehkûm, muhtaç û hesreta azadiyê ne, diyarker e!

Em roja 8’ê Adarê ku piratîk û îspata nemir bûna Sarayan, Zîlanan, Bêrîtanan û Semayan e dest bi weşana malpera xwe dikin. Wekî Malpera PKK’ê, wekî îspata nemiriya Sarayan, bi helwesta moriya Brahîmî, em jî hatine ji bo bibin dilopek li deryaya azadiyê. Partiya me ku 41. Sala Damezrandinê bi aktîvîteyên biheybet pîroz kir, wekî heta niha kirî, nîşan daye ku wê ji niha û şûn ve jî bibe hêviya azadî û rizgariya gelên me. Di malpera xwe de em ê hewl bidin dahûrandin, pirtûk, nirxandinên cûr be cûr ên Rêber Apo, nirxandinên Kadroyên Pêşeng yên Tevgera me, nivîs, nirxandin û dîmenên şehîdên me, detayên ji jiyana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hê gelek mijarên bîrdozî, siyasî, rêxistinî, aborî, çandî, civakî û hwd. bi şopdarên xwe yên nirxdar re parve bikin.

Civakbûyîna me, pîroziya me ye. Fikrê sosyalîzma berz, wekî pisûlayê, rêya me ya esas e ku em bêyî jê şaş bibin, dişopînin. Ji ber vê yekê ye ku em jî mîna Rêbertiya xwe qîr dikin: Di sosyalîzmê de israr, di mirovahiyê de israr e!”

Navnîşana giştî:

http://pkkonline.info/

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Gencanî Têkoşer bi xemla xwe 8’ê Adarê pîroz kirin  

Nivîsa Pêş

8’ê Adarê li Şehbayê bi coş hate pîrozkirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
8’ê Adarê li Şehbayê bi coş hate pîrozkirin

8'ê Adarê li Şehbayê bi coş hate pîrozkirin

LEZGÎN- Ji Yekineya Difire ya HPG’ê barehega Tirk 4 car bombebaran kir!-NÛ BÛ

LEZGÎN- Polîsan avêtin li ser avahiya HDP'ê ya Amed'ê

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.