Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerîlayên YJA Starê li Çiyayên Azad 8’ê Adarê pîroz kirin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/03/2019 - 13:25
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Gerîlayên YJA Starê li Çiyayên Azad 8’ê Adarê pîroz kirin
ParvekeTweet

Gerîlayên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin û Leyla Guven silav kirin. Zozan Çewlig li pîrozbahiyê axivî û got, “Di gerîlatiya nûjen û şerê demê de em ê bi roleke girîng rabin. Di xeta Zîlan de pêşengiyê bikin û dawî li tecrîdê û zîhniyeta serdest bînin.”

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî Zozan Çewlig, Endamê Konseya Leşkerî Şerda Mazlûm Gabar, ji Fermandarên YJA Starê Peyman Bagok, Amara Gulistan û bi dehan gerîlayên YJA Star tevlî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn.

Di merasîmê de Fermandara Biryargeha Navendî Zozan Çewlig ji gerîlayan re axivî. Çewlig di axaftina xwe de bal kişand ser cudatiya vê biharê û di bin pêşengtiya Leyla Guven de bihara berxwedaniya jinê ye.

Zozan Çewlig di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xisûsan:

‘RÊBER APO 8’Ê ADARÊ JI BO ME JINAN HÊ BI WATE KIR’

“Destpêkê bi navê tevahiya hêzên YJA Starê ji ser çiyayên Kurdistanê heta Îmraliyê em hezkirin û girêdayîna xwe ya bêdawî ji Rêber APO re dişînin. Bi taybet wek jinên Kurd ên ku herî zêde 8’ê Adarê ji bo me jinan bi wate kir, di ber azadiya jinan de kedekî mezin da û hevaltiyeke rast bi jinan re kir, em destpêkê8’ê Adarê li Rêber APO pîroz dikin.

‘EM Ê XWEDÎ LI BERXWEDANA WAN DERKEVIN’

Her wiha tevahî hevrê dizanin ku îro li dijî tecrîdkirina Rêber APO, tecrîda ser jin û gelan di bin pêşengtiya hevrê Leyla Guven de hevrêyên li girtîgehan, Mexmûr, Hewler û Ewropa her wiha li gelek deveran bedenên xwe wekî mertal danîne holê. Em, wek gerîlayên YJA Star, berxwedana van hevrêyan silav dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li berxwedana wan derbikevin.

‘8’Ê ADARÊ LI HEMÛ JINAN PÎROZ BE’

Dîsa hûn dizanin nêzî 40 sal e gelek hevrêyên me yên pêşeng û têkoşîna azadiya jin îro xwedî mîraseke mezin ji me re hiştine. Em di şexsê hevrê Sara, Sema Yuce, Arîn, Delal û Armancan de, dîsa îro di têkoşîna me de hevrêyên ku ji guhertina zilam re pêşengtî kirine û xwestine bi jinê re hevrêtiyeke rast bikin, em di şexsê hevrê Fikrî Baygeldî, Zinar û Atakanan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînin. Di şexsê tevahî dayikên şehîdan de em 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin.

Dîsa di şexsê hevrêyan de, her çiqas wek mekan û fizîk em ji hev dûr bin jî, em dizanin ku 8’ê Adarê bi heman ruh û heman hêstan li çiyayên Kurdistanê pêşwazî dikin. Li ser vê esasî em gerîlayên jin ên Bakurê Kurdistanê, Qada Parastina Medya û Mexmûrê, dîsa şervanên azadiyê YPJ, YJŞ, HPJ silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.

‘PÊŞENGTIYA LEYLA GUVEN XETA SARA, ZÎLAN Û BÊRÎTANAN E’

Em 8’ê Adara 2019’an di pêvajoyeke awarte de pêşwazî dikin. Lê di heman demê de em bi berxwedana jinan bi pêşengtiya Leyla Guvenan îro li çiya, kolanan, deşt û bajaran di bihareke nû de derbasî pêvajoyeke nû dibin. Em dizanin ku mêtingeriya zilam a 5 hezar salî, îro li ser jin û civakan xwe zêdetir ferz dike. Ev pergala îro ji bo jin û civakan ji bilî qirkirin, kolekirinê û asta faşîstên ku ti tiştî nade, em li hemberî vê xetê weke jin îro bi rastî jî li her deverê li ber xwe didin û berxwedanê bilind dikin.

Em di wê baweriyê de ne, ku ev bihar wê ji tevahî biharan cudatir bibe. Xeta ku di pêşengiya Leyla Guvenan de niha tê meşandin xeta Sara, Zîlan û Bêrîtanan e, xeta azadî û berxwedanê ye. Em dizanin ku siyaseta qirkirina dagirkeriya faşîstan di şexsên Erdogan, Bahçelî û hwd. tên meşandin wê bi berxwedana jinan têk biçe. Wê ji bo jin û gelan jiyaneke wekhev û azad ava bike. Edaleta jinan, yekîtiya jinan, berxwedana jinan, hezkirina jinan, wê jiyaneke azad ava bike.

‘HETA DAWIYÊ EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Serokê me, gelê me, tevahiya gelan û em YJA Star jî, ji pêvajoyeke awarte re derbas dibin. Em hemû di ferqa vê de ne ku bi vê berxwedana ku tê dayîn, em ê sala 2019’an wisa saleke bi sivikî derbas nekin. Em di vê baweriyê de ne ku ev berxwedana ku îro bilind bûye, bi rengê jinan bi pêşengiya jinan, bi ruhê jinên azad bi wêrektiyeke mezin serî rakiriye. Em YJA Star ji bo ku pêşengtiya vê bikin û layîqê vê derbikevin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bersiva pêwîst bidin.

‘BERXWEDANA JINAN WÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN’

Li ser vê esasê bi taybetî em ji bo azadiya Rêber APO, ji bo tecrîdê bişkînin, ji bo jin û gelan azad bikin çi erk bikeve ser milê me, em ê erka xwe pêk bînin. Wek YJA Star em ê di gerîlatiya nûjen de şerê demê bi rolekê sereke bilîzin. Di xeta Zîlanan de pêşengtiyê bikin, tecrîd û zîhniyeta serdest em ê têk bibin. Em bi vê îdîayê, bi vê biryar û moralê bihara 2019’an pêşwazî dikin. Em bi vê bawerin ku wê berxwedan bi xwe re azadiyê bîne. Berxwedana jinan, wê pergalê biguherîne. Li ser vê esasê em careke din 8’ê Adarê li tevahiya hevrêyan û li hemû jinan pîroz dikin. Em dibêjin; Bijî ruhê 8’ê Adarê û yekîtiya jinan. Bijî berxwedana jinan û berxwedana gelan. Bijî têkoşîna azadiya jinan. Bijî PAJK û PKK. Bijî Serok APO.”

Piştî ku merasîm bi dawî bû gerîlayên YJA Starê bi moral û coşekê bilind 8’ê Adarê pîroz kirin.

 

1 Ji 6
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Li Efrînê leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin

Nivîsa Pêş

FLAŞ – Çeteyên DAIŞ’ê ên birîndar li nexweşxaneya taybet ya Edenê a Medline tên dermankirin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
FLAŞ – Çeteyên DAIŞ’ê ên birîndar li nexweşxaneya taybet ya Edenê a Medline tên dermankirin!

FLAŞ – Çeteyên DAIŞ’ê ên birîndar li nexweşxaneya taybet ya Edenê a Medline tên dermankirin!

Dahûrandina “Kuştina Zilamê Kevnar”

Dahûrandina "Kuştina Zilamê Kevnar"

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê Ji Îmraliyê Vegeriya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.