Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Peyama Berxwêder Leyla Guven di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de hat xwendin!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/02/2019 - 13:40
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ- Grevên birçîbûnê û têkoşîna xwedîderketina vîna gel
ParvekeTweet

Di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn re Hevseroka KCD’ê ya ku 105 roje li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye peyam şand.

KOBANÊ- Di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn re Hevseroka KCD’ê ya ku 105 roje li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye peyam şand. Peyama Leyla Guven bi silavkirina Ciwanên Rojhilata Navîn a ku di konferansê de amade ye destpêkir.

Leyla Guven di peyama xwe de got ku: “Rêhevalên ciwan ên delal; Birêz Ocalan, nasnameyeke polîtîk e. Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, baş dizanin ku Birêz Ocalan bi gotinên xwe ve û bi peyamên xwe ve rojeva gelên Rojhilata Navînê diyar dike; ji ber vê yekê li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran pêk tînin û vê didomînin jî. Birêz Ocalan, di avakirina aşitiyê de niyarvanekî girîng e. Û vê jî bi azmayîşên xwe yên teorîk û pratîkê de bi zêdeyî peyîtandiye. Ji ber vê yekê jî di serî de ciwanên Rojhilata Navîn, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê rastiyê haydar in; pêdiviya me bi Birêz Ocalan heye”

Peyama Hevseroka KCD’ê Leyla Guven wiha ye: 

“Gelên Rojhilata Navîn ên Hêja û Rêhevalên Ciwan ên Delal,”

“Rûyên ronak ku li Rojavayê, têkoşîna şoreşê yên gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi lehengî dimeşînin, merhaba…Her hevalekê ciwan û Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navînê ya Duyemîn silav dikim û ev di pêvajoya dijwar û dîrokî de baweriya xwe yê bihevre gihîştina serkeftinê dûpat dikim.

Wek hûn jî dizanin, Birêz Ocalan, bi qomployeke navneteweyî ve radestî Tirkiyeyê hat kirin. Statûyek teybet ya girtîgeha Îmrali heye û pergaleke ku dadmendiya hundirîn û dadmendiya gerdûnî jî li wir bêerk e û bêfonksiyon e. Ji aliyê kî an jî ji aliyên kî ve tê rêvebirîn ew jî ne zelal e. Bêguman di demên pêş de hinek mijar bi hinek aliyên xwe ve hîn zelaltir wê bibe. Jixwe Birêz Ocalan, di domayiya 20 salan ya dîlbûna xwe de vê pergalê bi hinek aliyên wê re eşkere kiriye û derxistiye holê. Di serî de ciwan, gelên Rojhilata Navînê, bi têkoşînek demokratîk re hisab ji vê rewşê wê bipirsin.

Rêhevalên ciwan ên delal; Birêz Ocalan, nasnameyeke polîtîk e. Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, baş dizanin ku Birêz Ocalan bi gotinên xwe ve û bi peyamên xwe ve rojeva gelên Rojhilata Navînê diyar dike; ji ber vê yekê li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran pêk tînin û vê didomînin jî. Birêz Ocalan, di avakirina aşitiyê de niyarvanekî girîng e. Û vê jî bi azmayîşên xwe yên teorîk û pratîkê de bi zêdeyî peyîtandiye. Ji ber vê yekê jî di serî de ciwanên Rojhilata Navîn, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê rastiyê haydar in; pêdiviya me bi Birêz Ocalan heye. Peyamên ku ji Birêz Ocalan wê bê, li Rojhilata Navînê wê bibin temînata aşitiyek mayînde. Daxwaza min û daxwazên rêhevalên min, di demek kin de qedandina tecrîda girankirî ye. Xwesteka me, xwestekek hiquqî û rewîştî ye. Heke sererastkirina vê rewşê hewcedariya berdêldayînê jî hebe, em amade ne ku vê berdêlê jî bidin.

Ciwanên delal; konferansa ku hûn li axên Rojava ya hêja pêk tînin, watedar e û girîng e. Di axên ku şoreş aj dide de kombûyîna ciwanan, ez bawer im ku hemerkiyek baş wê biafirîne. Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Hişyarî û asta bîreweriyê ku jin derxistine holê, bi pêşengiya jinên ciwan re ji gelên Rojhilata Navîn re wê bibe mînak.
Rêhevalên min; bi pêşengiya ciwanan ve gelên berxwedêr, heya dawiyê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê wê bimeşînin. Em, gelek caran di têkoşînên dijwar de serketî ne; ne hewceye ku li demên boriyê binêrin, bi tenê li serkeftina Kobanê binêrin bes e. Her û her eniyên têkoşînê ku gelan, bi pêşengiya ciwanan dane avakirin, serketî ye. Ez dixwazim bêjim ku bi baweriya me, vîna me û hêza ku me ji rêhevalên ciwan girtiyê re em ê dîsa berxwedana xwe bigihînin serkeftinê.

Dixwazim bêjim ku em rasteqîniya jiyana ku di oxira wê de dikarin bimirin dihelpînin û di vê oxirê de dikarin mirinê ji dil hembêz bikin jî. Hûn wek ciwan, di ev rojên berxwedanê de ji bo şikandina tecrîdê, dizanim ku têkoşînê mezin bikin. Bi baweriya xwe yê serkeftinê re dîsa Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navînê ya Duyemîn silav dikim û dilên we yên şoreşger jî bi germahiya rêhevaltiyê hembêz dikim.”

Piştê xwendina peyama Leyla Guven Ciwanan diruşmên “Bijî Berxwedana Leyla” û “Bijî berxwedana Zindanan”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de axaftin û peyam tên xwendin

Nivîsa Pêş

Li Bagok’ê leşker di karên dagirkerî de ketine tevgerê!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Bagok’ê leşker di karên dagirkerî de ketine tevgerê!

Li Bagok'ê leşker di karên dagirkerî de ketine tevgerê!

Avesta: “Çalakiyên Greva Birçîbûnê pêngavekî Dîrokiye!”

Avesta: "Çalakiyên Greva Birçîbûnê pêngavekî Dîrokiye!"

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.