Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ- Hêrsa Kurd Dişewîtine Jî Çêdike Jî!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/02/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 9 mins read
A A
ANALÎZ- Hêrsa Kurd Dişewîtine Jî Çêdike Jî!
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN
Kurdên Şeladizê bi çi hêrsekê meşîyan ser artêşa TC’yê? Bêyî ku guh bidin guleyan, qereqolê şewitanindan, rûxandin,  bi gotina Tayîp Erdogan, tar û mar kirin.  Herkesî jî vê rewşê li ser êkranên TVyên xwe dît û hîn jî ji ber çavên wan mina nebûye. Êdî tu kes nikare wê tengezarîya artêşa TC ya dagirker û nîjadkuj ketîye nav, ji bîr bike. Wan jî wekî her dagirker û nîjadkujên din, di destpêkê da çareyê di êrîş û qetilkirinan da û dûre di wê reva bitirs da dîtin. Ji ber ku wan wê rastîyê dîsa bi me dan nîşandan û jîyandin, em çiqas jî gelê Şeladizê pîroz bikin wê kêm bimîne. Bi rastî jî, ew pir zêde slavkirin û wan şopandinê heq dikin.
Gelê Şeladizê bi çi kînekê bi ser, leşkerê TC yê ku li Derelokê êrîşê birayên wan kiribûn, da çûn? Herwekî gerillayên HPG û YJA-Starê yên bi salan e li hember vê artêşê şer dikin! Herwekî şervanên YPG û YPJê yên ku DAIŞê têk birinû tunekirin! Herwekî Leyla Guven a ku ev 86 roj in bêyî ku bibêje “Of” bedena xwe razandîye mirinê û şane bi şane dihele! Wekî çalakvanên, Nasir Yagiz, Îmam Şîş, ên Strasbourgê û di zindanên TCyê da li ber xwe didin!
Eşkereye, heger ku li ser mirovan hêrs û rik peyda nebe, bi vî awayî bi dehan, sedan rojan xawe ranamedînin birçîbûnê. Nikarin, bi vî awayî, li hember şanik bi şanik helînê, tirûş bikin. Heke armancên wan ên berz û sedemên ku wan def dide vê tunebin, nikarin bi heftan li ber xwe bidin! Ên ku jîyane baş dizanin ku, grevên birçîbûnê, şêweya berxwedanê a herî nestêle ye ku mirovayetîyê pêk anîye. Kesên ku ketine grevên biçîbûnê û laşên xwe şane bi şane dane helandinê, dikarin di her karî da û li hember her dijwarîyê ser bikevin. Bi rastî jî Berxwedana Rojîya Mirinê ya Mezin ya 14 Tîrmeha 1982’an bûye xeta Tevgera Azadî ya Kurd û ev qehremanîya gerîlayan a ku 35 sal in bênavber berdewam dike li ser vê binyadê derketîye holê.
Baş e, rastîyên ku di paşxaneya wê xezeb û kînê ya ku li ser kurdan vê qehremanîyê afirandîye da, veşartî çi ne? Rastîyên ku ciwan û jin û gelê kurd kaşê nav berxwedaneka bi vî awayî dike çi ne? Ev xezeb û rika gewre çima û çawa peyda bû? Kê û reftarên çawa bûne sedema vê? Divê ev xezeb û rika mezin çawa bê fêmkirin û meriv çawa nêzîkê vê rastîya peyda bûye bibe?
Dîyar e ku li pêşîya mirovên Rojhilata Navîn û herkesê ku li vê dinê dijî, ev pirs rawestîyane. Hevseroka DTKê û parlamena HDPê Leyla Guven a ku li zindana Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û Nasir Yagiz ê ku li Hewlêrê di greva birçîbûnê da ye, van pirsan ji herkesî pirsîne. Nemaze gelê Şeladizê yê ku pê dikuta erdê û dimeşîya ser artêşa TCyê, tu yê qey bibêjî bi mîrkutan mêjîyê her kesî dikutin. Li gel vê jî, Şeladizê bajorekeka Kurdistana Başûr e û qaşo ji sala 1992an vir ve di bin rêveberîya kurdan de ye.  Baş e, gelo kê û çawa li ser gelekî di bin rêveberîyeka wiha da ev xezeb û rik hatîye afirandin?
A li ser vê pirsa tund, divê herkes bi vegirîya giştî û hemî kûrahîyê ve li ser bifikire û bersivên hewceye bên dayîn divê êdî bide. Hekena, tenê bi gotinên kesên mîna Tayîp Erdogan ê ku wekî her faşîst, dagirker û nîjadkuj jî dibêje û dike, “Me balafirên xwe demildest li ser wan bi hewa xist”  tu kes nikare vê xezebê bitebitîne; heta dê vî agirî bêtir mezin û gur bike. Bi heman awayî, gotin û reftarên Serokwezîrê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên wekî gotin û reftarên kesên hevkar û nokeran, ev xezeb nayê tebitandin; berevajî vê, bi vî awayî jî, ew xezeb û rik bêtir mezin û tund dibe. Çawa ku heta roja îro jî wisa bû.
Gêdî gelek zelal e, divê ev xezeb û rika mezin a ku li ser gelê Kurd peyda bûye, bi awayekî dirust bê fêmkirin û li gorî wê nêzîkayetî çê bibe. Hekena, ew xezeb û rika dabaşa xeberdanê ye, dibe ku biherike her hêlî û her tiştî bike. Heke hûn bala xwe bidinê, li gorî rewşa arastebûna wê hem dikare bişewitîne û birûxîne hem jî dikare rizgar bike û çê bike. Li gel şewitandin û rûxandina hin jîyanan, dikare hin jîyanan jî rizgar bike û ava bike. Ev rewş ji bo hin kesan dişibe tirseka ku zîpikên xwêdanê ji enîyên wan dide avêtin, ji bo hin kesan jî dibe rizgarkerek ku faşîzmê têk biriye û azadîyê diparêze. Pir zelal e ku, ew xezeb û rika dabaşê da darizandineka dîrokî dikin.
Baş e, gelo xezeb û rikeka bi vî awayî kê û çawa afirandîye? Dema ku ev pirs tê ser rojevê, kesên ku berpirsîyar û sûcdarên vê rewşê ne, dixwazin yekser bibêjin “Yê ku van tiştan dike PKK ye. PKK rêxistineka terorê ye” û bi vî awayî dixwazin xwe jê bişûn. Bêguman tu pêwendîya vê bersivê bi rastîyê ra tuneye. Herwekî ku hin mirovên zanyar jî bi awayekî gelek dirust dibêjin; PKK sedema vê karê nîne, berevajî encama wê ye. Jê wêdetir, wekî derawayekî hêzê ye, ku dixwaze vê xezeb û rika kûr ji bo kelka mirovayetîyê bi kar bîne. Ev rasteqînî di şerê li hember çeteyên DAIŞê ên faşîst da pir zelal û net hat jîyîn û xuyakirin. Heger ku îdeolojî û rêveberîya PKKê nebûya, dê kê mirovayetîyê ji belayên wekî El Qaîde û DAIŞê biparasta?
Nexwe, PKK ne afirînerê vê xezeb û rikê ye ne jî bikarhênerê wan ê bo xerabîyê ye. Berevajî wê PKK jî rasteqînîya dîrokî ye, ku ji wê xezeb û rikê derketîye holê û wan ji bo azadî û demokrasîyê bi kar tîne.  Hingê, kî, kîjan şêwe gotin û reftar gelê kurd, jin û ciwanên Kurd wiha bixezeb û birik dike? Heger ku mirov baldar be, ne tenê li qadekê, li çar parçeyên Kurdistanê û li cem Kurdên derveyî welat rastîya ku tê jîyîn ev e. Nexwe, divê herkes hinekî reel, adil û biwijdan nêzîk bibe.
Bêguman, di vê mijarê da yên ku dê bibêjin “Bila wiha be”, em nîn in. Ji ber ku berpirsîyarê vê rewşê em nîn in. Em bi awayekî durist û têrker ji sewqnekirina wê ya ji bo têkoşîna azadî û demokrasîyê berpirsîyar in ku, jixwe em xwerexneya vê rewşê her tim dikin û hewl didin ku vê di pratîkê da jî pêk bînin. Nexwe, divê ew kesên ku li ser mirovên kurd vê xezeb û rika pir afirandine jî êdî piçek rastîbîn û durist bin û dev ji heqaret û zilmên ku heta niha li gelê kurd kirine berdin. Hekena kurd dê bêtir cihan bişewitînin û birûxînin û dê gelek qesran tar û mar bikin! Bêşik dê ji vê jî nebin berpirsîyar.
Hingê ji bo tebitandina xezeb û rika li ser gelê Kurd çi divê? Li ber çavan e ku, bersiva vê pirsê hem gelek hêsan e hem jî tu vebijêrkan di nav xwe da nahewîne. Ango, di vê cîhanê da kê xwedî çi be û çawa bijî, heman tiştî bexşê Kurdan kirin e. Hekena wekî Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî her roj di meydanan da sixêf û heqaret bên kirin, her roj behsa binaxkirin û çalkirin, xwîn û komkujîyan bê kirin, Kurdistan bi awayekî parçebûyî û  gelê Kurd bi vî awayî bê tunekirin û mandelekirin, vîna azad a neteweya Kurd wiha li Îmralîyê dîl bê girtin, ev xezeb û rik dê kêm nebe, berevajî dê xurtir be û bê geşkirin.
Tişta ku divê li vir bê kirin dîyar e. Berîya her tiştî divê hebûna kurdan a wekî neteweyekê û  mafên wan ên demokratîk ji alîyê her kesî ve bê pejirandin. Divê yekîtîya Kurdistanê û rêveberîya wê ya demokratîk ji hêla her kesî ve bê naskirin. Divê pergala şkence û tecrîdê ya li Îmralîyê bê parçekirin û ji bo rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan şertûmercên jîyan û xebateka azad bê dabînkirin. Divê di nav Kurdan da yên azadîxwaz, demokratîk û alîgirîya ekîtîyê dike bên esas girtin û piştgirîkirin. Bêguman divê li ser vê bingehê, dev ji hemû reftar û gotarên tajangdar û biçûkxistinî bê berdan. A hemî evqas e. Nexwe hem çareserî heye hem jî evqas hêsan e.
Selahaddîn Erdem 
Ji Yenî Ozgur Polîtika hatiye wergerandin
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karasû: Rêber Apo got, ‘her kes mîna min tecrîdkirî ye’

Nivîsa Pêş

Dildarê welatê Egîdan û Bêrîtanan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dildarê welatê Egîdan û Bêrîtanan

Dildarê welatê Egîdan û Bêrîtanan

TAYBET- Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!

TAYBET- Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.