Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karasû: Rêber Apo got, ‘her kes mîna min tecrîdkirî ye’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/02/2019 - 0:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
‘Wê nikaribin komployeke din bikin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî tecrîdê û berxwedana grevên birçîbûnê nirxand.

Karasû bal kişand ser greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir û got, piştî ku grev li girtîgehan hemûyan û li her devera Kurd lê ne belav bûn, tirs kete dilê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê.

Karasû diyar kir, vê çalakiyê û bandora wê kir ku Kurd hemû li ber desthilatdariya AKP-MHP’ê rabin û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê, ji bo şikandina çalakiyên li dijî tecrîdê ku Kurdan hemûyan li hev dicivîne, serî li her rê û rêbazê didin. Birina birayê Rêber Apo ber bi Îmraliyê, berdana Leyla Guven bi vê armance hatine kirin. Rêber Apo û Leyla Guven bersiva herî baş dan vê lîstika şerê taybet.”

RÊBER APO JI BIRAYÊ XWE RE GOT: HÛN JÎ, HER KES JÎ MÎNA MIN TECRÎDKIRÎ NE

Karasû li ser hevdîtina vê dawiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Mehmet Ocalan re agahî da û got, “Rêber Apo ji birayê xwe re got, ‘Hûn jî, her kes jî mîna min tecrîdkirî ne. Ji ber vê yekê tiştekî nikarim bêjim. Tu yê tenê bêjî ku tenduristiya min baş e’. Rêber Apo lîstika şerê taybet dît, lewma ev helwest nîşan da. Leyla Guven jî çûyina Mehmet Ocalan ne weke rabûna tecrîdê dît û diyar kir ku heta tecrîd bi temamî bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne. Bi vî rengî lîstika şerê taybet têk bir. Ji bo zext û nerazîbûnên li wan tê kirin qels bikin û bandora çalakiyê bikişînin vê carê jî Leyla Guven berdan. Leyla Guven bi biryardariyeke dîrokî bersiva vê yekê jî da û got, ‘Bila gelên cîhanê û gelê me zanibe, heta ku tecrîd bi dawî bibe ez ê çalakiya xwe bidomînim’. Helwesta Rêber Apo û ya Leyla Guven nîşan da ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd di mijara şerê taybet de çiqasî têgihiştîne.”

ŞIKANDINA TECRÎD TI CARÎ BI QASÎ NIHA NEKETIBÛ ROJEVÊ

Endamê Konseya Reveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bi bîr xist, heta niha li dijî tecrîdê gelek caran çalakî hatin kirin û got, “Tecrîdkirina Rêber Apo ti carî ji rojevê neket. Lê belê şikandina tecrîdê ti carî weke niha neket rojevê. Leyla Guven dema diyarker a ji bo şikandina tecrîdê baş dît.”

Karasû destnîşan kir, Leyla Guven bi helwesta xwe re nîşan dide ku mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê wê çalakiya wê rê li ber encamên dîrokî veke.

‘BANGA RÊBER APO: DESTPÊKÊ HÛN XWE JI TECRÎDÊ RIZGAR BIKIN KU TECRÎDKIRINA ME JÎ BI DAWÎ BIBE’

Karasû anî ziman, ji bûyerên 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve diqewimin tê dîtin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e û wiha dewam kir: “Li zindana Îmraliyê û dora wê bi leşkeran, li bajaran bi polîsan û li çiyê jî bi leşkeran tecrîdê dikin. Lewma gotina ‘Ne tenê ez tecrîdkirî me, gelê Kurdistanê, Kurdistan tecrîdkirî ye’ ya Rêber Apo gelekî watedar e. Rêber Apo bi rengekî vekirî ev bang kiriye, ‘Destpêkê ku xwe ji tecrîdê rizgar bikin ku tecrîdkirina me jî biqede’. Nirxandina Rêber Apo tê vê wateyê.”

Karasû anî ziman, rewşa gelê Kurd û ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paralelî hev in û got, “Li dijî Kurdan qirkirin, mêtingerî heye. Di navenda qirkirina siyasî de her tim Rêberê gel û kadroyên pêşeng hene. Lewma çawa nêzî rêber û hêza siyasî ya gelekî dibin, bi wî rengî nêzî wî gelî jî dibin. Ev yek qanûnek e û diyalektîka di bin qirkirin mêtingeriyê de ye. Ji ber vê yekê çalakiyên li dijî tecrîdê gelekî hêja ne, girîng in û bi bandor in. Tevî van çalakiyan girîng e gel bikeve nava liv û tevgerê ku tecrîd bê şikandin. Naxwe tecrîd naşikê. Lewma grevên birçîbûnê divê bi çalakiyên cuda werin mezinkirin. Her roj çalakî tên lidarxistin. Eger gel ji tecrîdê rizgar bibe wê tecrîda li Îmraliyê jî bi dawî bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 5’Ê SIBATÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ- Hêrsa Kurd Dişewîtine Jî Çêdike Jî!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ- Hêrsa Kurd Dişewîtine Jî Çêdike Jî!

ANALÎZ- Hêrsa Kurd Dişewîtine Jî Çêdike Jî!

Dildarê welatê Egîdan û Bêrîtanan

Dildarê welatê Egîdan û Bêrîtanan

Manşet

  • Xwendekarên Peymangeha Bijîşkî ya Kobanê destek didin dermankirina birîndaran
  • Gelê Kurd Bi Rihê Serhildanê Li Kolanan e
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.