Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dildarê welatê Egîdan û Bêrîtanan

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/02/2019 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
Dildarê welatê Egîdan û Bêrîtanan
ParvekeTweet

 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêhevalê Amed dema ku di sala 2011’an de ji bajarê Silêmaniyê tevlî nav refên gerîla bû, piştî perwerdeya şervanên nû hat tabura me ya ş. Bêrîtan a di herêma Xakûrkê. Dema ku heval tevlî bûyî ji ber ku hevalekî soranbû, lê belê ji bona ku ji hevalên li derdora xwe û di heman demê de parêzname û perwerdên ku ji aliyên rêxistinê ve tên dayîn li ser bîrdozî û felsefa Rêber Apo fêm bike û bikaribi ku tevlîbûnekî hîn xurtir bide çêkirin di demekê pir kin de bi hemû hewldanên xwe ve û di heman demê de bi alîkariya hevalên xwe fêrî zaravê Kurmancî bû û di heman demê de bi zaravê Kurmancî diaxifî. Di nava jiyan û perwerdê de jî hewl dida bi kurmancî biaxife. Hetanî beriya ku tam fêrî zaravê Kurmancî bibe jî roxmî ku zehmetî jî dikişand, lê belê tu cara evya ji xwe re nekir hincet û negot: “ez fêm nakim.”berovajî her tim li pey zanebûnê dibeziya di xwest xwe xurt bike û xwe biafirîne.

Di despêkê de zehmetî dikişand, ji ber jiyana gerîla nas nedikir û jêra zehmet dihat, wê demê roxmê ku zehmetî dişand û her çiqasî nedianî li ser ziman jî, lê belê li ber çav bû. Lê hevelê Amed ji bo di sekna xwe de, di jiyana xwe de, di xebatê xwe de xurt bibe xwe her tim diêşand û heta tu caran wî zehmetî wek astengî nedigirt dest û nedigot “ez nikarim”. Wî zehmetî wek tama jiyanê digirt dest û dema zehmetî dibohûrand jî digot “ jiyan hê xweştir e”. Tim di nava têkoşînekê de bû li dijî zehmetiyan ji bo zor û zehmetî wî li paşnexîne li himber wan di nava şer, israr û îradeyeke mezin de bû. Heta berovajî wêna di nava têkoşînkirina xwe ya jiyanê de pir serkeftî bû. Lê dema hinek fêrî jiyana gerîla bû êdî bi awayek aşiqwarî bi jiyanê, bi çiyayan û bi hevaltî ve hat girêdan. Ji ber ku dema ku mirov meşa wî ya di nava têkoşînê de meyze dikir wê demê bi jiyana xwe û bi sekna xwe ya di nava jiyanê de dida diyarkirin, şervanekî ku li ser şopa heqîqetê dimeşe, sekna wî ev pir vekirî didia xuya kirin.

Roxmî ku di milê fizîkî de zorahî dikişandin, bi xwe digot “eger di mejiyê min de fam dibe laşê min çi bêje ne xem e.” Ango digot dema mirov xwe di mejî de safî dike tu asteng namînîn. Wî her tim ji xwe re fikrên Rêbertî esas digirt, her tim parêzname pêre bû û kengî li kû derê vala maba dixwed. Cihekî ku fam nekiriba yekser ji hevalên li derdora xwe dipirsî û dixwest fêmbike û xwe pêşbixe. Tu caran xwe bêperwerde nedihişt û di nava jiyanê de jî tim û tim pirs pêşdixist û nîqaş li ser parêznaman pêşdixist, ango nedixwest di jiyanê de tişek vala bixe mijara nîqaşên xwe yên jiyanê, tim ji nîqaşên vala direviya û her tim li himber tiştên wisa xwedî helwest bû.

Hevalekî dilnizim û tu caran hevalên xwe nediêşand. Dema rexne jî kiriba bi zimanek xweş rexne dikir, dema ser kêmasiyan de jî biçûba, ne jî bi pîvan tevdigeriya bêkû hinekan bişkîne ew kêmayî çareser dikir. Li hember hevalên xwe zimanê hişk û ziwa tu caran bikar nedianî, li himber hevaltî û jiyanê tim bi rêzdar bû. Bê ku li agahdarbe yekser nediket nav her tiştî destpêkê fêmdikir û wisa diket nav hevalan. Hevalekî rûken bû, dema bi hevalan re diaxivî piranî biken bû. Ji henekên wî jî wisa diyar dibû ku pir ji hevaltî hezdikir û nedixwest ji hevalan qût bibe, her tim ew hezkirina wî di jiyanê de diyar bû di tevgerên wî, meşa wî, rabûn û rûniştina wî de ev hezkirin dihat xuyakirin.

Bi gotin zêdetir di cewher de hevaltî jiyan dikir û dida jiyankirin. Roxmî ku destpêkê zêde ji gotinên hevalan fêm jî nedikir, lê dîsa jî bi baldarî guhdar dikir û dixwest fêmbike. Bi xwe digot: “dema ez hevalan guhdar dikim ez fêm jî nakim ez dizanim ku heval rastiya jiyanê tînin li ser ziman.” Her tim dixwest civakbûyînê jiyan bike û her tim dixwest di nav komên hevalan de be, xwe bi tenê nedihişt û dîsa dixwest rihê Kurdistanê bi xwe re bide avakirin û bigihîne rastiya Kurdistanê û wê çanda Kurdistanê bi jiyana xwe re bike yek. Dixwest vê çandê hindirîn bike û bixe jiyanê. Ji bona wê wiha digot: “ eger ez nebim Kurdistanî, ez nabim milîtanê rast jî.”

Yek jî her tim wexta xwe hevalan dinirxand û taybet parêznameyên Rêber Apo dixwed, xwesteka wî ya fikrên Rêber Apo fêmkirin her zindî bû û digot: “ encex bi fêmkirina Rêber Apo em dikarin layîqê Rêber Apo bin û bibin şervanên heqîqetê.” Ji ber vê jî bi xwe re, bi hevalên xwe re di nav nîqaşan de bû hevalên ku digot: “heval, wexta pratîkê ye û dema zivistanê ye, yan jî rojên perwerdê emê nîqaş bikin ”Hevalê Amed li dijî vê digot: “na tu carna wextê perwerdê nîn e, di her kêliya jiyanê de perwerde pêwîst e”. Ji parêznameyên Rêber Apo pir bi bandor bibû û digot: “HPG wê vî fikrî her biparêze”. Ango hemû zehmetî bi saya parêznameyên Rêber Apo bihûrandin û di meşa xwe ya heqîqetê de bû tîrêjek. Di deryeya heqîqetê cihê xwe bû dilopek û bû ronahiya têkoşînê. Bi vê munasebetê ez bejna xwe li himber salvegera şahadeta ş. Amed Agir (Soran) û tevayî şehîdên şoreşê ditewînim.

SÎNAN BAGOK

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ- Hêrsa Kurd Dişewîtine Jî Çêdike Jî!

Nivîsa Pêş

TAYBET- Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET- Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!

TAYBET- Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!

Ji bo Kongreyê Komîta Ciwan û Werzîşê civînek li dar xist

Ji bo Kongreyê Komîta Ciwan û Werzîşê civînek li dar xist

Manşet

  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin
  • Ciwanên HDK Li Enqerê Ji Bo Rojava Slogan Nivîsandin
  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.