Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Malbatên Şehîd ên Efrîn’ê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/01/2019 - 22:34
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Malbatên Şehîd ên Efrîn’ê li dijî dagirkeriyê meşiyan
ParvekeTweet

Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê meşekî bi heybet hate li dar xistin.


ŞEHBA- 
Bi rasthatina salvegera yekemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê ku 20‘ê Çileya 2018‘an destpê kir, meclisên malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê meşeke bi heybet li dar xist.

Meş bi dirûşmeyên “Efrîn yan Efrîn” hatibû lidarxistin.  Bi hezaran malbatên şehîdên Efrîn û Şehbayê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen tevlî endamên saziyên sivîl, meclis, komîn û endamên Kongreya Star li gundê Til Qerah kom bûn.

Malbatên şehîdan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û zarok û jin û kesên bi temen ên ku di êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê de şehîd bibûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, şaxên zeytûnan hilda bûn û pankartên “Erdogan kujerê zarokan e, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê şermezar dikin, em Efrîn bernadin, bê Efrîn jiyan nabe, ji Erdoganê kujer re na û bi îradeya jina azad em ê dijmin hilweşînin” vekiribûn.

Meş ji navenda gundê Til Qerahê ya Şehbayê bi pêşengtiya zarokan ku wêneyê şehîdan hilda bûn dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên bi zimanê Kurdî û Erebî dihatin qîrkirîn wekî ” Ji dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê re na, em hebûna Tirkiyê li xaka Sûriyê qebûl nakin, bijî Berxwedana Serdemê û Şehîd namirin”  dihatin berzikirin, dayik û hevjînên şehîdan di ber dirûşmeyan de jî tilîlî diavêtin.

Meş li kolanên sereke yên gund geriya û li ber avahiya Mecilsa Malbatên Şehîdan rawestiya.

Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeya rêz hate girtin.  Piştre endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş axivî û malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê muxateb girt û wiha got “Ey xwediyên şeref û rumetê; hûn bingeha hebûnê ne, bi saya xwîna zarên we û berxwedaniya wan a qehreman em heya vê kêliyên li ber xwe didin. Careke din Tirkiyê bi rûxandina gorên şehîdên pak û paqij bê exlaqiya xwe derxist, lewazbûna xwe li beramberî şehdên ku di gorê de ne eşkere kir.”

Her wiha endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê ya ji pêkhateyê Ereb Fatima Cemo jî axivî û destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojilatê Sûriyê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yek in û wiha domand “Em şahidên bêmirovatiya Tirkiyê ne dema ku herêmên me dagir kirin, ji ber wê em ji hebûna wan li ser xaka xwe ne razî ne. Em amade ne bi yekrêzî li gel şêniyên Efrînê li hemberî wan bisekinin wekî ku çawa di dema rizgarkirina Şehbayê de ew jî bi me re bûn.”

Piştre Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêraz Hemo axaftin kir û ev tişt anî ziman “Tevahî cîhan dizane ku 20‘ê Çileyê roja Berxwedana Serdemê ye ne roja êrîşên Tirkiyê ne, heya vê kêliyên berxwedana lehengên me li Efrînê didome. Em teqez dikin ku wê xewên Tirkiyê wê negihêjin serî, ji ber nizane ku li her dervekê em lê bi cih dibin em ê hêzê diçînin.”

Her wiha endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Merwan Mihemed anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê nirx û rêgezên biratiya gelan û netewa demokratîk kirin hedef û got “Me dît çawa cihên pîroz rûxandin da ku bi vê yekê dîroka herêmê îmha bike, niha jî polîtîkeyên guhertina demografîk dimeşîne.”

Merwan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana 58 roja a Efrînê û got, Berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan berxwedaniyeke cuda bû, mîna wê derneketine û destnîşan kir ku pêwîste her kes di ser î de civaka navdewletî van rojan ji bîr nekin û di her qadan de bi bîr bînin.

Di dawiyê de malbatên şehîdan bi yek dengî qîr kirin û soza şopandina rêya şehîdên Berxwedana Serdemê û hemû cangoriyên azadiyê ta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran dan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Til Koçer ji bo amadekariya şerê gelê şoreşgerî civînek li darxistin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2019’AN

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2019'AN

GELO MİROV DEMA DİBE AGİR ÇAWA YE?

GELO MİROV DEMA DİBE AGİR ÇAWA YE?

Manşet

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.