Qeyyuma Şaredariya Amed’ê pişte ku di otobusan de silogana AKP ‘’Em bi hev re bi hêz in’’ ji gel re ferzkir, niha jî ji bo zêdetirî gel di bin vê propagandayê de bihêle dest bi belavkirina qartên Otobûsê bêpere kir.
AMED- Qeyyuma Şaredariya Amed’ê pişte ku di otobusan de silogana AKP ‘’Em bi hev re bi hêz in’’ ji gel re ferzkir, niha jî ji bo zêdetirî gel di bin vê propagandayê de bihêle dest bi belavkirina qartên Otobûsê bêpere kir.
Çiqaas hilbijartinên 31 Adarê nêz dibe qayyuma AKP jî ewqas tengezar dibe û serî lê dek û dolaban dide. Piştê ku di nav otobûsan de silogana AKP ‘’em bi hev re bi hêz in’’ li ser cihaza ku xwendina qartan kir, niha jî bi belavkirina qartên otobûsê yên bêpere ve him dixwaze gel bi siloganê xwe jehrî bike him jî qaşo otobüs bêpere ye dide nişandan.
Li ser qartên ku tê belavkirin de jî wek serokê şaredariya Amedê qeyyumê Cumallî Atîla tê nişandan û her wiha liser qertan de sembola AKP jî cih digire. Her wiha siloganên AKP jî li ser qertê cih girtiye. Qeyyum bi vê dixwaze ku bere hilbijartinên 31 Adarê gel di bin bandorê xwe de bihêle.



