Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel x na aktîf Hemû Nûçeyan

Besê Erzîncan;  “Em ê Teqez Serbikevin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/01/2019 - 10:10
di nav Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
Besê Erzîncan;  “Em ê Teqez Serbikevin”
ParvekeTweet

Besê Erzîncan;  “Leyla Guven mîna Leyla Qasiman pêşengiyê ji azadiya jinê û welatê xwe re dike. Kurd hemû daye dû xwe. Daxwaza ji bo azadiya Rêberê me û daxwaza azadiya jin û gelê Kurd bûne yek.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN-Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan, sala nû ya têkoşînê nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku bi berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven wan dest bi sala 2019’an kirine û bi vê wesîleyê Guven û hemû çalakgerên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê silav kir.

Erzîncan diyar kir, pêvajoya heyî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel û jinên Kurd pêvajoyeke gelekî bi rîsk e û got, “Li dijî têkoşîna me ya azadiyê şerekî qirkirinê yê topyekûn tê kirin. Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bersivek e li sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, bersivek e li qirkirina li gelê me tê ferzkirin.”

‘JIN HER TIM BI ERKA PÊŞENGIYÊ RABÛNE’

Besê Erzîncan bi bîr xist, jinên Kurd di her serdema têkoşîna azadiyê de bi çalakî û sekna xwe bi erka pêşengiyê rabûne û anî ziman, helwesta bi biryar, bi îdîa û fedayî ya Leyla Guven jî nîşaneya berbiçav a daxwaza azadiyê ya gel û jinên Kurd e.

Erzîncan got, “Leyla Guven mîna Leyla Qasiman pêşengiyê ji azadiya jinê û welatê xwe re dike. Kurd hemû daye dû xwe. Daxwaza ji bo azadiya Rêberê me û daxwaza azadiya jin û gelê Kurd bûne yek.”

‘TÊKOŞÎNA ME YA AZADIYA JINÊ GERDÛNÎ DIBE’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan got, “Em di demeke welê de ne ku hêzên demokrasiyê yên global, tevgerên azadiya jinê bi taktîk û stratejiyeke rast dikarin encamê bigirin” û wiha dewam kir: “Li Rojhilata Navîn, em neçar in ku bi jinan û hêzên demokrasiyê û azadiyê re li eniyeke hevpar têbikoşin. Têkoşîna me ya azadiya jinê, bi hêza kolektîf a jinan dibe yek û mezin dibe. Gerdûnî dibe. Jinên li gelemperiya cîhanê, bi kelecan û biryardariyeke mezin li dora dirûşma ‘Jin Jiyan Azad’ li hev dicivin. Em di demeke wiha de ne ku feraseta herî rast a azadiyê lê diafire. Sala 2019’an em ê têkoşîna azadiya jinê ya radîkal bi rengekî herî şareza xurt bikin. Têkoşîna hevpar wê hilweşîna sîstemê nêz bike. Dem ew dem e ku bi rengekî yekgirtî li ber xwe bidin, çalakiyan bikin û xwe bi rêxistin bikni. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Şoreşa Rojava gerdûnî ye. Hêzên demokrasî û azadiyê, çep, sosyalîst û şoreşger hemû bi vê zanin. Azadiya Kurdistanê di heman demê de azadiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e.”

‘BÊ RÛMETÎ, BÊ NASNAME Û NOKERÎ LI KURDAN TÊN FERZKIRIN’

Erzîncan diyar kir, ji bo gelê Kurd ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, “Li dijî Rêberê me, gelê me, tevgera me û jinan, êrîşên qirkirinê yên bê eman, bê wijdan û li dijî exlaqê tên kirin. Dixwazin destketiyên 40 salan ên gelê me yên bi pêşengiya PKK’ê afirîn ji holê rakin û gelê me careke din neçar bihêlin ku di nava polîtîkayên qirkirinê de bijî. Hewl didin ‘Kurdayetiya’ bê rûmet, bê nasname û noker ji nû ve biafirînin. Li dijî jin, ciwan û zarokên Kurd, faşîzm xwedî planên şerê taybet ên tirsnak e. Rêberê me li Îmraliyê di nava sîstemeke êşkenceyê de ye. Piştî Efrînê dixwazin Rojava bi giştî dagir bikin. Girîng e stratejiya me ya bingehîn; berxwedan, xurtkirina xweparastin û karê jinûve avakirinê be.”

DI SERDEMA AWARTE DE SEFERBERIYA TOPYEKÛN

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi bîr xist, ku Tevgera Azadiya Jinê li ser tespîta ‘serdema awarte’ wan seferberiya topyekûn îlan kirin û wiha bi mijarê daket: “Em di pêvajoyeke awarte de ne û divê li gorî wê yekê nêzî pêvajoyê bibin. Bi sekneke bê îdîa û sist, em nikarin vê pêvajoyê pêşwazî bikin. Pêwîste rêxistinên me yên jinan, kadro, xebatkar û gelê me bi vê yekê zanibin, li gorî wê bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bibin û pêşengiyê bikin. Divê jin karên xwe yên çapemenî, çand û dîplomasiyê, rêxistinbûn û çalakiyên xwe di vê çarçoveyê de bi plan bikin û bimeşînin. Ya em ê di nava bêrûmetiyê de winda bibin, ya jî heq bikin ku bi nasname, ziman û çanda xwe li ser xaka xwe bi rengekî azad bijîn. Em neçar in ku bi ser bikevin.”

Erzîncan anî ziman, bi berxwedan û hûnandina sîstema jinê wê bersivê bidin pêkanînên mêtingeriyê û got, “Em ê felsefe û pratîka xwebûnê mezin bikin. Berdêlên xwe giran jî be, ji bilî afirandina jiyaneke azad, rêyeke din li ber me nîne.”

‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN’

Erzîncan diyar kir, eger ew pêvajoyekê de ku berxwedan û çalakiyên wan li dora armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd bi rê ve diçin û got, Em dikarin berxwedanê, jinûve avakirinê û xweparastinê bi hev re bimeşînin. Parastina Rojava, rizgariya Efrînê li ser vê bingehê wê pêk were. Windakirina di şexsê jinan de windakirina mirovahiyê ye. Em neçar in bi ser bikevin. Em ê teqez bi ser bikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Şoreşger li Şehba’yê Mala Hûnera Fafîn’ê vekirin

Nivîsa Pêş

Avesta; ”Sala 2019’an dê bi pêşengiya jin û ciwanan bimeşe”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Sozdar Avêsta: Ciwanên Êzîdî Li Hember Faşîzmê Serî Hildin

Avesta; ''Sala 2019'an dê bi pêşengiya jin û ciwanan bimeşe''

Li Kîlîs’ê leşkerek bi şêweyekî guman mir

Li Kîlîs'ê leşkerek bi şêweyekî guman mir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.