Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Cemil Bayık; ”Vê biryara YNK’ê xisarê dide rastiya wê ya dîrokî”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/12/2018 - 14:11
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 9 mins read
A A
Bayik: PKK êdî tevgerek nîne, PKK gel bi xwe ye
ParvekeTweet

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pêşniyar li YNK’ê kir ji bo biryara xwe sererast bike û got, “Girîng e kadroyên welatparêz, demokrat û sosyalîst ên li nava YNK’ê, dengdêrên wê û gelê Soran nîşan bide ku ew vê biryarê qebûl nakin, wê qebûl nekin û xwedî li Tevgerê derkevin.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku biryara ji bo Tevgera Azadî, YNK jî di nav de xisarê dide hemû Kurdan. Bayik bal kişand ser vî tiştî ku divê Kurd nekevin dafika mêtingeriya Tirkan.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya ‘Ulkeden Ozel’ a Medya Haber TV de pirsên nûçegihan Esra Mîkyaz bersivand.

GOTINÊN KONSOLOSÊ TIRK EŞKERE YE

Cemîl Bayik diyar kir ku gotinên konsolosê Tirkiyeyê yê li Erbîlê Hakan Karaçay ên derbarê TevgeraAzadî her tiştî eşkere dike û hemû kesên xwedî wijdan dikarin van gotinan fêm bikin. Bayik bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e. Bayik got ku, “Ji ber vê jî ji bo Kurdan dijminê sereke Dewleta Tirk e. Tiştên ku dewleta Tirk li Bakur, Rojhilat, Rojava û Başûr dike li ber çavan e. Dewleta Tirk dixwaze hemû tiştên aîdî Kurdan ji holê rake. Bêyî ku veşêrin, vî tiştî eşkere dikin.”

KURDÊN KU VÎ TIŞTÎ NABÎNIN

Bayik diyar kir ku hin kesên ku xwe dixapînin û dixwazin têkiliyên biçûk bi dewleta Tirk re deynin, naxwazin vê rastiyê bibînin û got ku, “Li hemû parçeyan û li derveyî welat Kurd dibînin ku dijminê wan ê sereke dewleta Tirk e. Bîra demokratîk a neteweyî bi pêş ve diçe. Dizanin ku destkeftiyên gelê Kurd ji aliyê Rêber Apo û PKK’ê tên temsîlkirin. Dibînin ku kesên ku qaşo siyasetê dikin di rastiyê de bazirganiyê dikin.”

BIRYAR LI SER YNK’Ê TÊ FERZKIRIN

Bayik diyar kir ku piştî biryara DYE ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdan, di salvegera PKK’ê de, YNK’ê biryara girtina Tevgera Azadî daye. Bayik got ku, “Belkî jî ev ne biryara YNK’ê ye. Biryara hin hêzên cihê ye lê biryar li ser YNK tê ferzkirin. Hêzên li pişt vê biryarê bi ferzkirina vê biryarê re, xizmetê ji YNK’ê re nakin.

EV BIRYAR LI DIJÎ YNK’Ê YE 

Ev biryar wekî li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan xuya dike lê di esasê xwe de ev biryar li dijî YNK’ê ye. Bi vê biryarê re dixwazin YNK’ê qels bikin. Divê YNK baş bala xwe bide vî tiştî. Yên ku ev biryar dane, dixwazin bi biryarekê re du hedefan bi dest bixin. Qaşo ew ê PKK û YNK’ê bînin hemberî hev û ew ê derbê li PKK û YNK’ê bixin. Divê YNK ji bo berjewendiyên biçûk û rojane tevnegere û divê baş fêm bike ku ev biryar ew ê rê li ber encamên çawa veke.”

YNK DIVÊ XWEDÎ LI KELEPORA XWE DERKEVE

Bayik diyar kir ku YNK dîrok û armanca wê heye û ev biryar xizmetê ji rastiya wê ya dîrokî û armanca avakirina wê nake. Bayik bal kişand ser têkoşîna Mam Celal û Îbrahîm Ehmed a li Başûrê Kurdistanê û berdêlên ku dane û got ku, “Vê biryara YNK’ê xisarê dide rastiya wê ya dîrokî, armanc û hedefên wê.”

EV BIRYAR XISARÊ DIDE YNK’Ê

Bayik diyar kir ku avakirina yekîtiya neteweyî û têkiliyên demokratîk pêdiviyeke mezin e û got ku, “YNK ji dêvila ku van tiştan ji xwe re bike esas, berê xwe dide biryara ku li xisara wê ye. Ev biryar ew ê tiştekî bi YNK’ê nede qezenckirin. YNK di salên dawîn de bi helwesta xwe ya neteweyî di nav Kurdan de îtîbarek bi dest xistibû. Lê YNK bi vê biryarê re xisarê dide têkiliyên demokratîk ên Kurdan û pergala demokrasiyê. Ev biryar xizmeta mêtingeran dike. Ne bawer im ku Kurd vê biryarê normal bibînin. Ez dibêjim qey ew ê gelek kadro û alîgirên YNK’ê jî vê biryarê normal nebînin. Ji ber ku alîgirên YNK’ê û kadroyên wê jî dixwazin di navbera Kurdan de têkiliyên demokratîk werin avakirin.”

HERÊMA SORAN NIKARE VÊ BIPEJIRÎNE

Herêma Soran herêmeke ku welatparêzî lê xurt e. Li vê herêmê danheviya rewşenbîrî, welatparêzî, demokratîk û sosyalîst heye. Rewşenbîrên gelekî hêja afirandiye. Dostê min Şêrko Bêkes yek ji van bû. Destketî û nirxekî gelekî hêja yê gelê Kurd e. Helbestvanekî dildarê azadiyê ye. Dostekî min ê hêja, rewşenbîrekî giranbuha bû ku gelekî dixwest yekîtiya demokratîk neteweyî ya Kurdan, têkoşîna azadiyê ya Kurd pêk were û takekes, civak û jiyana azad li Kurdistanê şîn bibe. Gelo rewşenbîr, welatparêzên bi vî rengî dikarin biryareke wiha qebûl bike? Nexêr, qebûl nakin. Ji ber ku ev yek li rastiya wan nayê. Li rastiya rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen û xebatkarên çapemeniyê yên li vê herêmê nayê. Li dijî welatparêziya Kurd a li vê herêmê ye. Em bala xwe bidinê; herêma Soran ti carî serî li ber mêtingeran netewandiye. Her tim li ber xwe daye û bûye dengê azadiyê.”

WELATPARÊZÊN LI NAVA PDK’Ê JÎ QEBÛL NAKIN

Bayik diyar kir ku her kes zane PDK bi Tirkiyeyê re di nava gelek têkiliyan de ne û gelek welatparêzên li nava PDK’ê jî vê biryarê qebûl nakin. Bayik got, “Ev biryar tevî ku bi destê YNK’ê bi cih hate anîn, biryareke Hikumeta Başûr e. Biryareke hêzên li desthilatdariyê ye ku bi destê YNK’ê bi cih hate anîn.”

TIRKIYE DIXWAZE KURDAN LI BER HEV RAKE

Bayik ragihand, li pişt vê yekê dewleta Tirk heye û bi bîr xist, Konsolosê Tirk bi gotina ‘Ev têrê nake, divê hîn bêhtir biryar werin girtin’ hem kêfxweşiya xwe nîşan daye, hem jî teşwîq kiriye. Bayik got, daxuyaniyên bi vî rengî yên nûnerekî dewleta Tirk herhal xizmetê ji Kurdan re nakin û wiha dewam kir: “Ji ber ku dibîne, biryarên hatine girtin û pêkanînên heyî zerarê didin Kurdan, lewma daxuyaniyên bi vî rengî dike. Dewleta Tirkiyeyê ya qirker, ku dijminê temamiya Kurdan e, dixwaze Kurdan berde hev. Hewl dide pêşî li yekîtiya Kurdan bigire û bike ku Kurd li dijî hev şer bike. Lewma pesnê vê biryarê dide. Li bendê ye ku vê yekê mezintir bikin.”

DIVÊ KURD NEKEVIN XEFIKÊ

Bayik got, ti ji hêzeke mêtinger naxwaze Kurd bibin yek, naxwaze di nava Kurdan de têkiliyeke demokratîk pêk were, her tim dixwaze Kurdan parçe bike, yekîtiya wan xera bike, wan li ber hev rake û diyar kir, dixwaze Kurdan bi vî rengî qels bike û desthilatdariya xwe ya mêtinger-qirker bidomîne. Bayik wiha bi mijarê daket: “Tevgera Azadiyê ya Kurd niha li Rojhilata Navîn gihîştiye asteke girîng. Hem ji bo xwe, hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dikare paşerojeke girîng biafrîne. Dikare kefenê di dîrokê de jê re hatiye çêkirin biçirîne û biavêje. Derfeteke wiha niha heye. Di demeke wiha de pêwîstiya Kurdan herî zêde bi yekîtiya neteweyî, têkiliyên demokratîk, mezinkirina demokrasiya Kurdan û xurtkirina hêviyê heye. Lê belê hêzên ku mêtinger li pişt wan e, hewl didin pêşî li vê bigirin. Lazim e Kurd vê bibînin û nekevin vê xefikê. Divê ji bo xatirê berjewendiyên biçûk tevnegerin, berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re bibînin. Ya ku hemû partiyan bi ser bixîne ev e. Kî li dijî vê derkeve wê hem zerarê bide xwe hem jî bide Kurdan.”

DIVÊ YNK BIRYARA XWE SERERAST BIKE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik pêşniyar li YNK’ê kir ji bo biryara xwe sererast bike û got, “Girîng e kadroyên welatparêz, demokrat û sosyalîst ên li nava YNK’ê, dengdêrên wê û gelê Soran nîşan bide ku ew vê biryarê qebûl nakin, wê qebûl nekin û xwedî li Tevgerê derkevin. Tevgera Azadî kêmasiyên xwe çi dibe bila bibe, partiyeke Kurd e. Mêtinger partiyên Kurdan digirin, wan asteng dikin. Nabe ku YNK jî bi wezîfeyeke wiha rabe. YNK têkiliya demokratîk çiqasî di nava Kurdan de pêk bîne, wê ewqasî jî mezin bibe. Wê ewqasî xizmetê bike. Wê ji bo xwe jî encamên girîng biafirîne. Wê li gorî mîsyona xwe ya dîrokî tevbigere. Ya ku jê tê hêvîkirin ev e. Girîng e vê biryarê sererast bikin. Temamiya gelê me vê yekê ji YNK’ê dixwaze. Divê gel xwedî li Tevgera Azadî derkeve û li Başûr, li parçeyên din û derveyî welat nîşan bide ku ev biryara YNK’ê bi kêrî Başûr, bi kêrî temamiya Tevgera Kurd nayê û divê tavilê sererast bike.”

JÊDERK: ANF – Berfîn BAĞDU/Denîz GAFFUR

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şermek Mezin; Li Amed’ê Zarokên 7 salî hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

Xwendekarên ODTU’yê; ”Em Dixwazin Bijîn”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Xwendekarên ODTU’yê; ”Em Dixwazin Bijîn”

Xwendekarên ODTU'yê; ''Em Dixwazin Bijîn''

Cemîl BAYIK; ”Dibe Hemû Gavên Wan Paş Ve Vegere”

Cemîl BAYIK; ''Dibe Hemû Gavên Wan Paş Ve Vegere''

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.