Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

KJK’ê êrîşên li ser dayikên şemiyê şermezar kir

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/08/2018 - 10:14
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

KJK’ê êrîşa polîsên AKP’ê yên faşîst a li dijî çalakiya hefteya 700’î ya Dayikên Şemiyê şermezar kir û got, “Dem ew dem e ku têkoşîna rêxistinbûyî ya hemû dayikên aştîxwaz were mezinkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN – KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir. Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, “Li gel astengiya qeymeqamtiyê Dayikên Şemiyê careke din meydan neterikandin û çalakiya xwe ya hefteya 700’î pêk anîn. Ev yek bûye têkoşîneke rêxistinbûyî ku bi hêvî, lêgerîn û sebreke mezin 23 sal in li qadan e. Dayikan bi vê sekna xwe nîşanî her kesî dan ku wê dev ji rastiyê bernedin. Bi wêrekî li ewladên xwe digerin. Desthilatdariya AKP’ê ya ku nikare xwe li têkoşîna dayikan rabigire û rejîma wê ya yek şexsî û faşîzan, bi polîtîkayên serdest, dewletparêz û zayendîperest, eşkere kir bê dixwaze bi çi rengî civakê bi rê ve bibe.”

RÛYÊ RAST Ê AKP A FAŞÎST

Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, “AKP’ê bi êrîşa li dijî dayikan nîşan da ku ew desthilatdariya xwe bi rêya şer didomîne.” Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Bi vê konsepta êrîşê re raxist pêş çavan ku tekperestî û sîstema bi serweriya mêr, sîstema qirkirin û kuştina jin, zarok, hişmendiya dîrokî, xweza û jinê ye. 3 salên dawî fetwayên nû yên komkujiyan da civakê û bi destwerdana li vê çalakiyê re nîşan da ku şerê topyekûn û tinekirinê li dijî hemû gelan e. AKP ku nikare xwe li dengekî cuda rabigire, rûyê herî tarî yê faşîzmê ku îdeolojiya mêr e, li ser civakê ferz dike û dixwaze mayinde bike.

Polîsên AKP’ê bi şîdeteke mezin êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kirin ku ji sala 1995’an û vir ve ev çalakî didome. Zêdeyî 50’î kes hatin destgîrkirin. Bi taybetî, destgîrkirina dayikên 82 salî çawa dikare bê îzahkirin! Vê êrîşê rûyê rast ê desthilatdariya AKP’ê ku qirêj e, talanker e, diz e, ne rewa ye û şerxwaz e, careke din raxistiye pêş çavan. Bi êrîşa li dijî dayikan, bi israra di konsepta şer de dewleta çete ya AKP’ê nîşan da ku dijminê jinan e, dijminê gelan e, derewîn û dijberê aştiyê ye. Yek ji tetîkkêşên dewleta faşîst S. Soylû fermana êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê da û bi rengekî vekirî da xuyakirin ku ew serçete ye û hekarê sûcê windakirina mirovan e. Soylû ku naxwaze ev rastî derkeve holê, tetîkkêşiya xwe nîşan da.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û bixwazin berpirsyar werin darizandin, her hefte li Meydana Galatasarayê li hev dicivin. Bi rengekî gemarî, mafyawarî, şer û şîdetê bersiv ji çalakiya hefteya 700’î ya Dayikên Şemiyê re hatiye dayin.”

‘FAŞÎZM WÊ BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ YA JINAN TÊK BIÇE’

Di dawiya daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, “Bersiva li êrîşa dewleta faşîst û çete ya AKP’ê ku mejiyê wê mejiyê şer e, bi geşkirina têkoşîna aştiyê ya dayikan û mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî ya eniya demokrasiyê ya civaka Tirkiyeyê dibe. Qedexekirina vê çalakiyê bi fermana S. Soylû û pêşîgirtina li Dayikên Şemiyê raxist pêş çavan ku Tirkiye dewleteke şerê taybet e. Bi gotina polîsên çete yê AKP’ê re ku digotin, ‘Ev der ne qada kombûnê ya kolana Îstîklalê ye’ û ‘Biçin cihekî girtî û hûn li wir çi dikin bikin’, dewleta AKP’ê rûpelekî din ê tarî li nava dîroka Tirkiyeyê vekiriye. Desthilatdariya AKP’ê ku wijdanê mirovahiyê pê re nemaye, rastiya xwe ya faşîst û şerê taybet danî holê. Li dijî Dayikên Aştiyê ku dibêjin, ‘Ev 23 sal in em li meydanê ne’ sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê hatiye kirin. Ev êrîş wê di heqîqeta mirovahiyê de were darizandin. Li pêşberî hêvî û lêgerîna aştî û azadiyê ya dayikan wê AKP têk biçe. Bi sekna têkoşer a jinan, gelan û dayikan wê mirovahî bi ser bikeve. Em bang li hemû jin, aştîxwaz û gelên Tirkiyeyî dikin ku ji bo ronîkirina rastiyê, çalakiyên xwe yên ji bo azadiyê bê navber bidomînin. Dem ew dem e ku bi têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê re, eniya li dijî şer, têkoşîna rêxistinbûyî ya dayikên aştîxwaz bê mezinkirin. Bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan wê faşîzm têk biçe, ji holê rabe.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hemleya rizgarkirina Efrînê wê bi pêşengtiya ciwanan be

Nivîsa Pêş

Kesayeteke sade û ramanê azad bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Kesayeteke sade û ramanê azad bû

Kesayeteke sade û ramanê azad bû

Dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker herêma Biradostê topbaran kir

Manşet

  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 1’emîn Konferansa Kadroyên Ciwanên Neteweya Demokratîk hat li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.