Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Kordînasyona Ciwanan: Rêhevalên me heta dawiyê bi lehengî di nava tekoşînê de bûn

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/07/2018 - 12:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

Kordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojava YCR’ê derbarê şehadeta şehîd Birusk Baran, Hawar Şêrawa û Garzan Efrîn de daxuyaniyek da. Kordînasyona YCR’ê got: Her sê rêhevalên me ji bo perçekirin û şikandina dagirkeriyê û ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawî xwedî sekn û helwestekê zelal bûn.

QAMIŞLO – Şehîd Birusk Baran, Hawar Şêrawa û Garzan Efrîn ku di nava YCR’ê de di asta rêveberiyê de kar û xebatên xwe bi lehengî hata asta şehadetê kirn û di qonaxa duyemîn ya berxwedana serdemê de di encama teqînekê de li herêma Şehbayê di 8-7-2018an de şehîd bûn.

Daxuyaniya Kordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojava wiha ye:

Ji gelê me yê welatparêz û ciwanên têkoşer re!

Li ser navê Yekitiya Ciwanên Rojava em sê rêhevalên xwe yên têkoşer û qehreman, di Qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd ketin bibîrtînin. Di 8’ê Tîrmehê de rêhevalên me Birusk Baran, Hawar Şêrawa û Garzan Efrîn di dema ku li ser kar û xebatê xwe de bûn di encama teqînekê de li herêma Şehbayê şehîd ketin.

Di vê pêvajoyê de ku êrîşên dagirkeran li ser şoreşa me ji çar aliyan ve bi hemu dijwarî didomin, em di nava şerê hebûn û tunebûnê de derbas dibin û bi tevahî hêzên desthilatdar û komploger li dijî şoreşa me di nava hewldanên qirêj de ne, şoreşa me bi pêşengtiya kesayetên şoreşger mîna Ş. Birusk, Ş. Hawar û Ş. Garzan li ser piya ye. Tevlîbûna her sê hevalên me nava karwanê şehîdan wê ji bo me û gelê me bi giştî bibe cihê serfirazî û serbilindi ye ji ber ku riya rast li pêşiya me nîşanê me dan. Çawa ku ew heta dawî xwe bi erk û berpirsyartiya xwe ya rizgarkirina Efrînê ve girêdabûn û li ser vî esasî, bi vî rihî bi şev û roj kar û xebat kirin, nesekinîn tim di nava hewldan û lêgerînên azadiyê de bûn, divê em jî li ser şopa wan riya wan heta serkeftinê bidomînin.

Heval Birusk yek ji rêhevalên me ye, ji destpêka şoreşa Rojava di nava erk û berpirsyartiyên cur bi cur, ji Cizîrê heta Efrînê de cih girt û di asta pêşengtiyê de kar û xebatên şoreşê bi rêve bir. H. Birusk ji bo demekî dirêj di nava Kordînasyona Ciwanên Rojava de erk û berpirsyartî girtibû ser milê xwe. Ji destpêka êrîşên hêzên faşîst ên dagirker li ser Efrînê ve H. Birusk di nava Berxwedana Serdemê de cih girtibû. H. Birusk yek ji pêşengên ciwanan di nava şoreşa Rojava de ye ku bûye nimûne û sembola , şoreşgertî û milîtaniya apoyî.

Heval Hawar jî ev demekê dirêj di nava rêveberiya ciwanên Rojava de erk girtibû li ser milê xwe. Bi taybetî keda wî di nava xwendekarên Rojava li Efrînê û li Cizîrê de zêde ye. H. Hawar demekê dirêj jî li Girkê Legê û Rimêlan di asta rêveberiyê de kar û xebatê ciwanan meşandibû û herî dawî bi îdaya rizgarkirina Efrînê tevlî Berwedana Serdemê bû. H. Hawar ji bo me hemuyan bû nîşaneya xwendekarê têkoşer û milîtanê apoyî yê demê.

Heval Garzan yek ji endamên tevgera me yê herî kevn li Efrînê bû. Ked û xwêdana wî li Efrînê di asta herî jor de hebû. Heval Garzan di heman demê de jî Hevserokatiya Desteya Ciwanan a Herêma Efrînê dikir û herî dawî jî ji destpêka şer heta şehadeta xwe bi dilsozî û îdaya tolhildana şehîdan û şikandina dagirkeriyê di nava Berxwedana Serdemê de cih girt û rolekê pêşengtiyê girtibû ser milên xwe. H. Garzan ji bo me tevahî bû sembol û nîşaneya ciwantiya azad û welatparêziya Kurdistanê, yê ku di bin şert û mercên herî zehmet de jî dev ji xaka xwe bernade, lê heta dilopa xwîna a xwe ya dawî erd û miletê xwe diparêze.

Her sê rêhevalên me, Birusk, Hawar û Garzan li ser şopa Arîn û Avestan, mîna Rêzan û Navdaran ji bo perçekirin û şikandina dagirkeriyê û ji bo rizgarkirina Efrînê heta dawî xwedî sekn û helwestekê zelal bûn û ji bo pêkanîna soza xwe ya bi welatê xwe û şehîdên wê ji her tiştî re amade bûn. Her sê ew in, yên li ser riya şehîdan meşiyan, di xewn û xeyala pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan de bi îsrar bûn, girêdanbûna rast bi Rêber APO re dan jiyankirin û ji ber vê îro ji bo me riya me ronî dikin.

Em li ser van bingehan mîna Yekitiya Ciwanên Rojava soza xwe di şaxsê her sê rêhevalên me yên şehîd, Birusk, Hawar û Garzan de li bermaberî tevahî şehîdên şoreşê, Rêber APO û gelê xwe nû dikin. Em ê heya Efrînê azad nebe, heya çar perçeyên Kurdistanê azad nebin em ê nesekinin. Ji bo hilweşandina dagirkerî û faşîzmê em ê heta yek ji me hebe têkoşîn bikin û şer bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin, rihê vê pêvajoyê, rihê Berxwedana Serdemê, rihê hemleya me ya Serî Hilde rihê Biruskan, Hawaran û Garzanan e! Em bang li tevahî ciwanên Rojava dikin ku li ser esasî xwedî
derketina şehîdan û rizgarkirina Efrînê serî hildin, seferber bibin!

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

5 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin oxirkirin

Nivîsa Pêş

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî daxuyanî da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî daxuyanî da

Niştiman Botan: “Festîvala Ciwanan dikare bibe bersiva vê demê“

Niştiman Botan: “Festîvala Ciwanan dikare bibe bersiva vê demê“

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.