Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê: 9 jê tîmên taybet, 24 leşkerên Tirk hatin kuştin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/06/2018 - 15:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Hêzên gerîla li Barzan, Lêlîkan û Colemêrgê lê dan
ParvekeTweet

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, li gelek herêman gerîla çalakî kirin û di encamê de herî kêm 24 leşkerên Tirk hatin kuştin ku 9 ji wan tîmên taybet in.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Şemzînan, Şirnex, Dersim û Bedlîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di çarçoveya Pêngava Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh kirin” û ev agahî hatin dayin:

LI ŞEMZÎNANÊ 9 LEŞKERÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

“3’ê Hezîranê saet 23:30’î, hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li ser girê Korûcû yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê li ser hejmara leşkerên mirî û birîndar agahî bi dest neket. Wesayitên zirxî piştî çalakiyê ji bo destwerdanê hatin herêmê û hêzên me roja 4’ê Hezîranê saet 00:30’î li çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin 9 leşkerên tîmên taybet hatin kuştin.

HEJMARA LEŞKERÊN DI ÇALAKIYA SERERO DE HATIN KUŞTIN NEHAT ZELALKIRIN

4’ê Hezîranê saet 04:30’î, artêşa TC a dagirker li derdora gundê Serero yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Hêzên dagirker li gund derketina derve qedexe kirin û dor li gund girtin. Hêzên me sibeha heman rojê li ser rêya Serero û Şapatanê, li dijî leşker û wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de derb li wesayita zirxî hate xistin, lê li ser leşkerên mirî û birîndar agahiyek zelal bi dest neket. Di heman demê de wesayitên zirxî yên dagirkeran li nêzî gundê Serero li leşkerên xwe reşandin û gelek leşker birîndar bûn. Hêzên dagirker termên leşkerên xwe û yên birîndar bi wesayitên zirxî û helîkopterên bi tîpa Skorsky rakirin navenda Geverê.

ÇALAKIYÊN LI ŞIRNEXÊ

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me çalakiyên berfireh li dijî dagirkeran kirin. Di encamê de gelek leşker hatin kuştin:

6 LEŞKER LI GABARÊ HATIN KUŞTIN

5’ê Hezîranê saet 16:50’î, li çiyayê Gabarê yê Şirnexê, li cihekî navbera Tabûra Zivingê ya herêma Findikê û Girê Guvenlîk, hêzên me li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê kirin. Di heman demê de derbên giran lê hatin reşandin û wesayit bi temamî hate rûxandin. Di çalakiyê de 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Saetekê piştî çalakiyê, hêzên dagirker bi desteka wesayitên zirxî, tank û helîkopterên bi tîpa Kobra, termên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin.

LI BESTAYÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me heman rojê saet 17’an li mintiqeya Deriyê Beroj ê li herêma Besta ya Şirnexê, li dijî yekîneyek artêşa TC a dagirker ku li girê Deriyê Eyşêdînkê ya ji bo ewlekariya qereqola nû hatiye çêkirin, çalakiyek kirin. Ji 6 baskan ve derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin. Di çalakiyê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên bi tîpa atak, termên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir.

LI MÊRDÎNÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

4’ê Hezîranê saet 16:30’î, hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Mahsertê Fafê ya li navçeya Mahsert a Mêrdînê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LEŞKEREK LI DERSIMÊ HATE KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza Dersim de roja 5’ê Hezîranê saet 17’an, li dijî qereqola Çîçeklî ya li navenda Dersimê çalakiyek kirin. Derbên giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder a li nava qereqolê hate xistin û di vê çalakiyê de wesayit bi temamî rûxiya, leşkerekî dijmin hate kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Kobra gule li derdora qereqolê hate reşandin.

ÇALAKIYA LI BEDLÎSÊ

Artêşa TC a dagirker ev demeke li derdora gundên Gundê Mezra, Xisrokê, Tûg û Kurtika yên navçeya Tetwan a Bedlîsê bi alîkariya kontrayan daran dibire. Hêzên me gelek caran hişyarî dan, lê van kontrayan dest ji birîna daran bernedan. Roja 5’ê Hezîranê saet 17’an hêzên me li van kontrayan xistin. Li ser hejmara kontrayên mirin û birîndar bûn agahiyeke zelal bi dest neket.

ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 5’ê Hezîranê saet navbera 22:00-00:00 bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Bomberdûman li qadên Saca û Sida yên Zapê, Adilbeg a Avaşînê, Gundê Guzê û Hefttebax ên Garê, Şêx Zadê ê Xakurkê û Kozinê yê Qendîl hate kirin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Siyaseta Erdogan ya feneka ye

Nivîsa Pêş

Ciwanekî Filistînî ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanekî Filistînî ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da

Ciwanekî Filistînî ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest da

Namzetên Ciwan çûn serdana malbata Berkîn Elvan

Namzetên Ciwan çûn serdana malbata Berkîn Elvan

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.