Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: ‘Ciwanên Kurdistanê li nava refên HPG’ê bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber xwe dan’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/05/2018 - 13:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir
ParvekeTweet

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê peyamek weşand û got, “Gelê Kurd wê armanca xwe ya ji bo Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bi ser bixîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya 14. salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera pêngava ku li dijî konsepta înkar û tasfiyeyê ji bo Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk dest pê kir, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gel û hemû hêzên têkoşer pîroz kir.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji afirînerên vê gava dîrokî hevrê Erdal, Adil û Nûda heta Delal Amed, hemû şehîdên şoreşê yên ku destana lehengiyê afirandin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Bi vê wesîleyê, soza ku me daye wan em careke din dubare dikin.”

Di dewama peyamê de hate gotin, “Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê ku pêngava herî girîng a dîroka têkoşîna me ye û di hebûna gelê Kurd de roleke xwe ya mezin heye, pêşî li qirkirina gelê Kurdistanê kir û meseleya Kurd raxist pêş çavan. Vê pêngava dîrokî, Rastiya Gelê Kurd û Meseleya Kurd ku ser wê dihate nixumandin, xiste rojeva Tirkiye û cîhanê. Piştî ku ev pêk hat, Rêber Apo di Newroza sala 1993’an de dest bi pêvajoyeke nû kir û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd weke alternatîfeke girîng xiste rojevê. Rêber Apo salên 1993, 95 û 98’an bi rêya agirbestê li çareseriyeke demokratîk geriya, lê belê feraseta dewleta mêtinger û qirker a Tirk timî bi tinekirin û tasfiyeyê bersiv da. Êrîşên li dijî tevgera me û gelê me, bi şêweyê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me derxist asteke bilind. Tevî vê yekê jî Rêberê me 2’ê Tebaxa 1999’an dest bi pêvajoyeke nû û bingehîn kir. Tevgera me li ser bingeha vê pêvajoyê kete nava demeke bêçalakiyê ya yekalî. Pênc salan bi ti awayî çalakiyeke leşkerî nehate kirin.

Sedema van hemû hewldanan ew bû, ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya doza Kurd zemînek bê avakirin û aştiyeke mayinde bê afirandin. Rêber Apo pênc salan gelekî hewl da. Gelek deklarasyonên çareseriyê ji aliyê Rêberê me û tevgera me ve hatin weşandin. Lê belê tevî van hemû hewldanan jî dewleta Tirk dest ji zîhniyeta xwe ya qirker, mêtinger û înkarê berneda û polîtîkaya xwe ya tinekirinê bi biryardarî dewam kir. Di siyaseta tasfiyeyê de israr kir ku armanca komploya navneteweyî bû. Qîma xwe bi vê jî neanî û bi destê komeke çete xwest ji hundir ve li tevgera me bixe û bi temamî tasfiye bike.

Ev zîhniyeta mêtinger û qirker ku pişta xwe dida desteka komploya navneteweyî, piştî sala 2002’an ji aliyê AKP’ê ve ku bû desthilatdar, hîn bi rengekî zexel û namerdî hate meşandin. Li dijî vê yekê, tevgera me li ser bingeha xeta parastina rewa dest bi Pêngava 1’ê Hezîranê kir. Ev pêngav gelekî dîrokî bû, kevneşopiya berxwedanê ya 15’ê Tebaxê gihand asteke nû û weke pêngaveke ji bo serketin û azadiyê kete meriyetê. Di berxwedana gerîla û serhildana gelê me de ku bi Pêngava 1’ê Hezîranê re dest pê kir, gelek destanên lehengiyê hatin afirandin, komploya navneteweyî hate tevizandin û hemû êrîşên tinekirinê polîtîkayên zexel û mêtinger ên AKP’ê hatin pûçkirin. Li dijî Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê, Rêber Apo bi sebir û îradeyeke awarte li ber xwe da, îradeya mirovekî azad nîşan da, gelê me û siyaseta Kurd bi fedakariyeke mezin li ber xwe da û jin û ciwanên Kurdistanê li nava refên HPG’ê bi ruhê fedayî yê Apoyî bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. Li ser bingeha vê berxwedanê, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê îro gihîştiye asta çareserî û encamgirtinê. Ev berxwedana ku li dora paradîgmaya Rêber Apo hate kirin, şoreşa Kurdistanê kir şoreşa Rojhilata Navîn û ev têkoşîn veguherand hêviya gelan.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku îro li çar parçeyên Kurdistanê û herêmê belav bûye, bi pêngaveke mezin sala 15’an a Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî pêşwazî dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst li dijî desketiyên gelê me yên li hemû parçeyan bi awayekî bê pîvan û bê sînor êrîş dike. Gelê me wê li dijî vê êrîşkariyê, bi berxwedana li Bakur, Başûr û Rojava bi berxwedana xwe bersiva pêwîst bide zîhniyeta qirker mêtinger. Û wê armanca xwe ya Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk bi ser bixîne.

Di sala 15’an a Pêngava 1’ê Hezîranê de, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên xwedî tecrûbeya 35’an wê bi ruhê fedayî yê Apoyî bi erk û wezîfeya xwe rabin. Felsefeya Rêber Apo, xeta şehîdên me yên leheng wê her tim ji bo hêzên me yên gerîla bibin çavkaniya bingehîn a hêzê û bi vê hêzê wê serketin misoger bibe. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku wê ji aliyê taktîk û teknîkê ve bi rengekî profesyonel tevbigerin, wê têkoşîna sala 15’an a Pêngava 1’ê Hezîranê bikin meşa Rêberê Azad û Kurdistana Azad. Wê timî berê xwe bidin serketinê. Em pê bawer in ku di vê dema dîrokî de wê ciwanên Kurdistanê û gelê me yê welatparêz bi erk û berpirsyariya xwe rabin û ji tevahiya gelê me û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê re di sala nû ya têkoşînê de serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerilla TV dîmenên çalakiya Girê Xwede veşand

Nivîsa Pêş

Parêzerên Ocalan cara 760’emîn serî li dozgeriyê dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Parêzerên Ocalan cara 760’emîn serî li dozgeriyê dan

HPG’ê Derbên Giran Li Çeteyên Qesrê Dide

Gerîla li Sîdeka, Barzan, Şemzînan û Xarpêtê lê da

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Perspektîfa ku Rêber Apo ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.