Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Qadir Ezîz: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeta PDK’ê ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/04/2018 - 12:41
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Manşet
Reading Time: 8 mins read
A A
Qadir Ezîz: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeta PDK’ê ye
ParvekeTweet

Endamê Polîtburoya YNK’ê û Berpirsê Mekteba Ragihandina YNK’ê Qadir Ezîz diyar kir ku pêwîste Kurd stratejiyekî neteweyî deynin û têkildarî helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û eşkere kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê demeke hikûmeta PDK’ê ye û biryarên sereke di destê PDK’ê de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê Mekteba Ragihandina YNK’ê Qadir Ezîz bersiva pirsên ajansa RojNewsê yên têkildarî helwesta Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li ser mijara yekîtiya neteweyî û metirsiyên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û peywendiyên YNK’ê yên li gel aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê da.

Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye:

‘Li her çar parçeyena pîlangeriyek li dijî Kurd û doza rewa ya Kurdan heye’

“Ji ber çi Tirkiye êrîş  dike li ser Başûrê Kurdistanê? Mebesta min ewe ku bêjim ku ti peywendiya demê bi van êrîşan re heye?

Demeke li her çar parçeyan  pîlangeriyek heye, li ser Kurd û doza rewaya gelê Kurd. Bi taybet piştî referandûmê li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan komployek pêk anîn. Her wiha li hemberî îro Rojavayê Kurdistanê jî kirin. Li Bakûrê Kurdistanê jî dijberiya Kurdan her didome. Li pişt van komployan hejmarek hêzên herêmî û navneteweyî hene. Hemû reaksiyon li dijî destkeftiyên gelê Kurd bi dest xistine. Bi taybet destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê bi destketin. Raste Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê kete Efrînê, li gel vê yekê bi serneket, ji bo wan şikestin bû. Eger bînin baramberî ziyana dîtî ku duyemîn hêza NATO bû demek dirêj karî Efrînê bigire, ji bo wan karasat bû. Lê, xwe weke serketî dibînin. Niha zextên xwe aniye Başûrê Kurdistanê, gefên  dagirkirina Qendîl û Şengalê dike. Dibînin ku hinek hêzên wan hatine nava sînorên Başûrê Kurdistanê, bi taybet li herêma Xakûrk û Geliyê Reş 20 kêlometreyan hatine pêş. Li gorî min vekêşina hêzên PKK’ê ji Şengalê gelek bi zanistî bû û di cih de bû.  Ji bo ku hînceta ji destê Tirkiyeyê derbixîne, da ku li Şengalê komkujiyan weke li cihên din pêk neyîne.

‘Li Başûrê Kurdistanê artêşa Tirk ne hêzekî nû ye’

We behsa hatina artêşa Tirk a li nava xaka Başûrê Kurdistanê kir, li gorî we armanca vê dagirkeriyê çiye?

Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê ne hêzekî nû ye. Ji berî niha jî li Başûrê Kurdistanê çend baregehên wan hebûn. Raste helwesta aliyên Başûrê Kurdistanê weke yek nîne, lê helwesta YNK’ê diyare, helwestekî neteweyî ye. Helwesta YNK’ê li hemberî Bakûr û Rojavayê Kurdistanê jî diyare. Ji ber van sedeman Tirkiyeyê YNK ceza kir. Li gorî min YNK baca helwestên neteweyî dide, ev yek ji bo YNK’ê şanaziye. Lê niha rewşa Herêma Kurdistanê rewşekî xirabe, piştî referandûmê gelek gazind tên kirin ku aliyên siyasî, hikûmet û parlamento di asta pêwîst de helwest nînin li hember hatina artêşa Tirk a li nav xaka Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku rewş bi xwe xirabe, nikarin ti helwestê li hemberî Tirkiyeyê jî nîşan bidin.

Gelo ev yek metirsiyê li ser ezmûnê Başûrê Kurdistan û Kerkûkê çênake?

Bê guman di rastiyê de metirsî heye. Lê li gorî min, wiha pêwîste nake ewqas mezin bikin. Ji xwe mijolin ku artêşa Tirk ji Efrînê derbixin. Li gorî baweriya min, tenê zexteke, van metirsiyan mezin nabînim, bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê.

‘Biryarên bingehîn ên hikûmetê di destê PDK’ê de ye’

Erê çima helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê weke tê xwestin nîne?

Weke hizb helwesta Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) diyare, lê hikûmet nikare helwesta xwe nîşan bide. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeta PDK’ê ye. Raste YNK di hikûmetê de ye, lê biryarên esasî di hikûmetê de di destê PDK’ê de ye. Ji ber vê yekê YNK tenê dikare evqasê bi erkê xwe yê neteweyî pêk bîne. Ji hêza xwe zêdetir jî helwest girtiye. Weke hizib dikare evqas parastina parçeyên din ên Kurdistanê bike. Bi taybet Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê. Bi xwe beşek ji komployan li ser YNK’ê ye. Li gel vê yekê helwesta wê ya neteweyî hebû. Ev yek jî prensîbên YNK’ê ye.

‘Em li gel vê yekê ne ku pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareser kirin’

Helwesta YNK’ê li hemberî dagirkerî û hatina artêşa Tirk çiye?

YNK ne li gel hatina artêşa Tirk e. Li gel hêzên Tirk ên berê li vir jî bû nîne. Ji ber ku Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye ku ev leşkerên Tirk vekêşin. Di heman demê de weke YNK’ê em li gel vê yekêne ku pirsgirêk bi rêya diyalogê û aştiyê were çareser kirin. Di van rojan de jî şandeyekî bilind a HDP’ê li vir bû, van jî got ku pêwîste pêvajo vegere pêvajoya siyasî ku berê hebû. Ji ber ku niha Erdogan siwarê serê xwe bûye. Êdî sûd nade Tirkiyeyê jî. Ji ber vê, niha YNK kar ji bo vê dike ku vî şerî û dagirkeriyê bi dawî bike. Ji ber ku di dîrokê de diyare  doza Kurd bi şer û kuştin û rijandinê xwînê nayê çareser kirin. Seddam çi li hemberî Kurdan nekir? Ji komkujî û Enfalê bigire heya kîmyebaranê, lê encam çi bû? Lewma pêwîste em hemû sûdê ji dîrokê bigirîn. Di rastî de em kar ji bo vê dikin ku li Bakûrê Kurdistanê hikûmeta Tirk li gel PKK’ê û HDP’ê û li parlamentoyê vegerin pêvajoya aştiyê. Me dît  ku di pêvajoya aştiyê de her kesê jê sûd wer girt. Rewşekî aram hebû.

‘Ti kes li gel komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk nîne’

Hûn rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?

Li Rojavayê Kurdistanê rewş bi tevahî hatiye guhertin. Ji ber ku hem Rûsya hem Îraniyan di civîna dawî ya li Enqereyê kirin de daxwaz kirin ku hêzên Tirk li Efrînê vekêşin û zêdetir pêşve neçe. Amerîka û Fransa jî dabûn diyar kirin ku wê rê nedin Tirkiye biçe Minbicê. Ev hemû guhertinin, niha rewş ber bi qezenca Kurdan ve diçe. Niha helwesta navneteweyî vedigerî qezanca Kurdan. Ti kes li gel komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk nîne. Divê Kurd hewl bidin ku peywendiyên xwe yên li gel Amarîka, Rûsya, Fransa û dewletên din ên Ewropa baş bikin. Her wiha divê girîngiyê bi çareseriya dîplomasî bidin.

‘Peywendiyên Kurdan li ser asta neteweyî ber bi pêş çûye’

Helwesta YNK’ê têkildarî yekîtiya neteweyî çiye?

YNK’ê ji sala 1979’an ve hewldana lidarxistina kongreya neteweyî daye, heta YNK yek ji dameznerê kongreya neteweyî ya li Brûskelê hate damezirandin bû. Lê, biryara yekîtiya neteweyî ne tenê di destê YNK’ê de ye, lê peywendiyên Kurd li ser asta neteweyî ber bi pêş çûye. Lê evqas hêsan jî nîne, lê divê hewl bidîn. Li gel şandeya HDP’ê ya hatî Başûrê Kurdistanê me behsa vê yekê kir ku herî kêm divê peywendî û danûstandin di nava parçeyên Kurdistanê de hebe. Niha peywendî nexirabin, lê li gorî tê xwestin jî nîne. Bes eger Kurd niha bikariya kongreya neteweyî lidar bixistan û li ser asta neteweyî stratejiyek daniyan wê baştir bûya. Niha jî peywendiyên di nava aliyên Kurdistanî de xirab nîne. Herî kêm şer nîne di navbera wan de.  Şandeya HDP’ê hate Herêma Kurdistanê li gel hemû aliyan rûnişt û pêşwazî lêkirin, pêştir wiha nebû.

Eger tiştek hebe me bes nekirî be,  hûn dikarîn bînîn ziman!

Em timî di xema neteweya xwe de ne. Dil, hest û xwestekên me hemû li gel gelê me yên li parçeyên dine.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakiyek kirin

Nivîsa Pêş

Sedema îşkenceya Cendirmên Tirk 2 Ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Sedema îşkenceya Cendirmên Tirk 2 Ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan

Sedema îşkenceya Cendirmên Tirk 2 Ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê li Eyaleta Serhedê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. 9 leşker hatin kuştin

Gerîla li Lêlîkan û Şirnexê li derbeyên giran li dagirkeran xist

Manşet

  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.