Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PJAK: Roja 4’ê Nîsanê di 2 wateya bi hevdûve girêdayî girîngiyeke xwe yê dîrokî ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/04/2018 - 12:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
PJAK: Roja 4’ê Nîsanê di 2 wateya bi hevdûve girêdayî girîngiyeke xwe yê dîrokî ye
ParvekeTweet

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) 69. salroja jidayîkbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li hemû mirovahî, gelên azadîxwaz û bi taybet gelên Kurdistanê pîroz kir.

NAVENDA NÛÇEYAN – PJAK’ê Bi daxwyaniyek nivyskî rojbûna Ocalan û 14. salvegera damezrandina xwe pîroz kir û diyar kir ku bi pêşengiya PJAK’ê û bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê pergaleke demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê misoger bibe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jidaykbûnê Ocalan ji bo gelê Kurd û Kurdistanê jîndariyek nû, destpêk û vejînek bû ji bo azadiyê û hate gotin, “Îsbata hebûna neteweya Kurd û Kurdistanê bû. Di şexsê gelê Kurd de ji bo hemû gelên bindest têkoşîn ji bo azadî û wekheviyê bû. Rêberê gelên Kurdistan Rêber APO bi fikr û felsefa xwe ya ji bo azadî û demokrasiyê, rêbazên têkoşîna bi seknek berxweder afirad. Nirxên civaka polîtîk û exlaqî ku bi destpêkirina pergala desthilatdariya li ser gelan roj bi roj lewaz û bêwate bibû Rêbertî bi bîrdozî, felsefe û ramana xwe carek da jîndar kir. Xwedîderketina nirxên civaka pîroz û exlaqî weke prensîpek di bîrdozî û têkoşîna xwe de diyar kir. Li ser vê bingehê jî xwedîderketina li nirx û erkên dîrokî, sekna mirovê azad, milîtanê rêya heqîqetê û sekna gelê têkoşer û şoreşger çawaye derxiste holê. Rêber APO, têkoşîna ji bo azadî û wekheviya di navbera jin û mêr de kire bingeha hemû têkoşînê. Di bingehê de ‘jina azad kî ye û pêwîste çawa bijî’ di şexsê bi hezaran têkoşera azadiyê weke Zîlan, Bêrîtan û Sarayan de derxiste pêş.”

SALVEGERA DAMEZRANDINA PJAK’Ê HATE PÎROZKIRIN

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 4’ê Nîsanê her wiha roja damezrandina PJAK’ê ye û salvegera 14. a damezrandina PJAK’ê li hemû gelên azadîxwaza Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi taybet malbatên Şehîdan û hemû dayikan hate pîrozkirin.

Meclîsa PJAK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got, “Roja 4’ê Nîsanê di dû wateya bi hevdûve girêdayî de girîngiyeke xwe yê dîrokî ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê heye. PJAK di roniya fikr û ramana Rêber APO de, li ser hîmê azadî, wekhevî û demokrasiyê bû pêşengek di têkoşîna azadiya gelê Rojhilat de. Li ser esasê xwedîderketina li nirx, destketî û têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê ku heya roja îro bi bedelên giran bi dest xistiye, PJAK ji bo xwe bi bingeh û mîras girtiye û xebata xwe bi pêşve biriye. Rihê neteweyî ku di Komara Mehabad de bi pêşengtiya Qazî Mihemmed derket holê bilindtir kir û di vê çarçovê de bi israr bûye ku ya ku karibe pêşî li dagirkeriyê ser Kurd û Kurdistanê bigire û çareseriya pirsa Kurd bîne yekîtiya netewî ye. Li beramber sekna kevneşop ku Kurdan parçe dike û têkoşîna bi bedelê giran ku bi pêş ve diçe naxe xizmeta Kurdan de, têkoşiyaye.”

PJAK’ê diyar kir ku rejîmê Îranê bi siyaseta navendger û ne demokratîk ev çil sal in li ser gelê Kurd zext û tirs bi rêbazê xwe yê sêdare ava dike û got, “Li beramber wan kiryarên derveyî mirovahiyê me herdem têkoşînek bênavber meşand û şer kir. Ji bo ku rejîm ji pozîsyona qirkirina civak ku tim qeyran û girêkên kor ava dike derkeve, PJAK her dem bi rêya siyaseta demokratîk xwedî proje û bername bûye. Ji ber ku yekane rêya çareseriya qeyranên heyî gohdan bi daxwaz û nerazîbûnên gelên Îran û Kurdistanê û demokratîzekirina pergala heyî ye. Eger ev guhertin pêş nekevin serhildanên ku vê zivistanê pêş ketin di paşerojê de wê hê radîkaltir û berfirehtir bin.

‘LI DIJÎ RÊBAZÊN QIRKIRIN Û ASÎMÎLEKIRINÊ, TÊKOŞÎNA ME WÊ BI RÊBAZÊN CIHÊRENG DEWAM BIKE’

Wek PJAK herdem li ser hîmê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin kar û xebat hate meşandin. Lê her dem rejîm ev ji nedîtîve hat û di rêbazê xwe yê civak bêkarhêştin û muhtacê xwekirin de israr kir. Bi vê rêbazê gelê me bi qirkirina çandî û exlaqî re rû bi rû dihêle. Li beramber wan rêbazên qirkirin û asîmîlekirinê, şer û têkoşîn bênavber bûye û wê ji vê şûnde jî bi rêbazên cihêreng wê dewam bike.”

‘BI PÊŞENGIYA PJAK’Ê WÊ PERGALEKE DEMOKARTÎK LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ MISOGER BIBE’

PJAK’ê destnîşan kir ku têkoşîna di pêşengiya PJAK bi fikr û felsefa Rêberê Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê derektiye holê wê pergalek demokratîk misoger bike û wiha dewam kir: “Ji ber ku bi berçavgirtina hemû têkoşîna ku ji bo azadî, wekhevî, aştî, yekîtî û demokrasiyê hatiye dayîn û tê dayîn bi hevgirtina gelên demokratîk û aştîxwaza Îranê wê serbikeve. Di têkoşîn û xebata xwe ya çardeh salan de azadiya jin û tevilbûna jin kiriye bingehek esasî ya xebatê û bi baweriya ku eger wekheviya di navbera jin û zilam de ava nebe tu wekheviyek di civakê de pêş nakeve diruşma ‘heya jin azad nebe civak azad nabe’ kiriye bingeha têkoşîna xwe.

Em li ser şopa têkoşerên pêşeng ên weke Şehîd; Stêrk Mako, Fatme Mako, Hanî Îlam, Tevar Mehabad, Zana, Hêmin Şêrdil, Armanc, Ronahî Sine, Tara, Rêbîn Hêmin, Zagros Bêrîtan, Dilêr Azad, Xweşmêhir Kotol, Dilxwaz Çewlîk, Zîlan Pepule, Dr. Afat, Akîf Mamo Zagros, Sîrwan Narî, Zinar Agirî, Raman Cavîd, Dilbirîn Kotol, Dilar Dilbirîn, Feraşîn Selmas, Bêrîwan Hejar, Hêmin Bêkes û Kemal Pêncwêniyan de ku li ber roniya felsefa Rêber APO beşdarê têkoşîna azadiyê bûn û heya kêliya dawî jî di refên herî pêş de rol lîstin, xebatên azadiyê dimeşînin. Wan şoreşgerên rêya heqîqet û azadiyê xwe di xeta APOYÎ de ava kirin û bi baweriya ku ji Rêbertî û gel girtin berpirsyartiyên dîrokî girtin ser milê xwe û ji bo azadiya Rêbertiya xwe, gelê xwe û welatê xwe têkoşîn kirin û bûne sembol. Di serî de di şexsê wan hevalan de, herwiha di şexsê şoreşgerên berxwedaniya ‘Efrîn ên weke Ş. Şiyar Ûrmiye û Ş. Şaho Hewraman de bi sedan şervanên ku canê xwe di oxira têkoşîna azadiyê de feda kirine bi bîr tînin û sonda bilindkirina têkoşînê dûbare dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em jidayîkbûna Rêber APO di serî de di kesayeta dayîka pîroz Dayîka Uveyş de li hemû dayîkan, hemû jinan û hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin. Em hêvî dikin ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi ruhê Newroza îsal ku bi ruhê berxwedana Efrînê hate pîrozkirin wê 4’ê Nîsanê jî bi ruhê Berxwedaniya Serdemê pîroz bikin. Bi helwesta ku hemû pîlan û êrîşên ku di şexsê Rêber APO de li ser tevahî Kurd û Kurdistanê tê meşandin vala derkevin, di vê rojê de her kes bi dar çandinê beşdarî pîrozbahiya vê rojê bibe û darçandin weke çandek li Rojhilatê Kurdistanê jî pêş bixin û ev jî bibe helwest û bersiv ji bo dijmin û şînkirin û xweşikkirina xwazaya Kurdistanê.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên Tirk avêtin ser mala Mehmet Ocalan û 5 kes destgîr kirin

Nivîsa Pêş

Dewleta dagirker êrîşî benda kontrolê ya sêmalka kir . 2 Leşgerên dagirker mirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dewleta dagirker êrîşî benda kontrolê ya sêmalka kir . 2 Leşgerên dagirker mirin

Dewleta dagirker êrîşî benda kontrolê ya sêmalka kir . 2 Leşgerên dagirker mirin

Ciwanên Girê sipî di 4′ nîsanê de dar çandin

Ciwanên Girê sipî di 4' nîsanê de dar çandin

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.