HESEKÊ – Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê jî bi boneya Roja Zimanê Dayikê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de mamoste, şagirt û endamên saziyên sivîl amede bûn. Meşê ji pêşiya Parka Rêber Apo ya taxa Nasira dest pê kir. Meşvan heya Çerxêreya Sînalko ya Til Hecerê meşiyan û wir mamosteyan daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla mamoste Jînda Ehmê ve hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de Roja Zimanê Dayikê li gelê Kurd û hemû gelên cîhanê hate pîrozkirin û wiha gotin: “Ji bo ku wek destkeftiyeke mayînde bê parastin, divê zimanê kurdî wek zimanê fermî di destûrê de bê naskirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wekî mafekî rewa û bingehîn bê misogerkirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Ji bo misogerkirina mafên zimanî yên rewa û parastina destkeftîyên şoreşa zimanî ya Rojavayê Kurdistanê, em ê bi hemû hêza xwe û ji her hêlê ve kar û xebatên xwe bidomînin û li doza zimanê kurdî, wekî dozeke neteweyî ya pîroz, xwedî derkevin. Ji bo bicihanîna vê armancê, em ji gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê û dîyasporayê jî hêvî dikin ku doza zimanê kurdî, wek dozeke neteweyî bide pêş û bi her awayî, xwedîtiyê lê bike.”


