NORTH RHINE-WESTPHALIA – Li eyaleta North Rhine-Westphaliaê ya Almanyayê, li bajarên Münster, Köln, Wuppertal, Essen û Dortmundê, ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) di salvegera komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê de bi hevdemî çalakiyên pankartan pêk anîn.
Ciwanan li navendên bajarên meşalên rengîn û fîşekên hawayî bi hevre “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Rojava re Statu” nivîsîbû vekirin. Li Münsterê jî pankartek bi nivîsa “Rêya aştiya bi rûmet ji Îmralî derbas dibe – Ji Ciwanên Şoreşger ên Ewropayê hezar silav ji Îmralî re Rêberê Gelê Kurd Önder APO re” hate daliqandin.
Di daxuyaniyan de bal hate kişandin ser paşxaneya dîrokî ya komploya 15ê Şubatê û hate xuyakirin ku komploya navneteweyî ya ku di sedsala 20’an de li dijî Rêberî hate destpêkirin, îro di şahsê Rojava de bi awayekî berfirehtir tê domandin. Ciwanan îfade kirin ku wek duh, îro jî gelê Kurd û ciwanî li dora Rêber APO kom bûne û bersiva herî xurt li dijî komployê dane.

