HAMBURG – Endamên ciwan ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li Hamburgê civiyan û komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê li dijî Rêber APO protesto kirin. Ciwanan li dijî komployê peyama irade û azadîyê dan.
Ciwanên ku li navenda bajêr civiyan, pankartên bi zimanê Almanî yên ku tê de nivîsîbû “Freiheit für Öcalan” û “Das ist nicht das Ende, sondern ein neuer Anfang!” li Bunker St. Pauli daliqandin. Di çalakiyê de daxwazên azadî û çareseriya demokratîk li pêş hatin xistin.
Di daxuyaniya ku li ser navê ciwanan hat kirin de, hate diyarkirin ku komploya 15ê Sibatê iradeya gelan hedef girtîye û gotin:
“Em ê vê roja reş ji bîr nekin, em ê irade û hêviya xwe teslîm nekin.”
Ciwanên TCŞ’ê diyar kirin ku ew komployê nas nakin û azadiya fizîkî ya Rêber APO şertê bingehîn ê çareseriya demokratîk e.
Protestoya ku li Hamburgê bi pêşengiya ciwanan hat lidarxistin, bi dirûşman bê tu bûyerê bi dawî bû. Ciwanan careke din biryara xwe ya mezin kirina têkoşînê û bilindkirina daxwaza azadîyê dubare kirin.



