HESEKÊ – Îro, di 15’ê Sibata 2025’an de, rojnamevan Egîd Roj, ku di encama êrîşa li ser Bendava Tişrînê de şehîd bû, li ser gora wî bi deqeyek bêdengiyê hate bîranîn. Malbata Şehîd Egîd, xizmên wî, Berdevkê Çapemeniyê yê YPG’ê Siyament Elî û Berdevkê Çapemeniyê yê QSD’ê Ferhat Şamî beşdarî bîranînê bûn.
Dayika Şehîd Egîd di bîranînê de axivî û bal kişand ser nirxa mezin a têkoşîna kurê xwe ji bo azadiya gel û welatê xwe û got, “Egîd ji bo me xezîneyek e. Ez baweriya xwe bi hevalên wî tînim. Ez piştrast im ku ew ê rizgarkirina Efrîn, ku armanca Şehîd Egîd bû, bi dest bixin.”
Piştî vê yekê, Berdevkê Çapemeniyê yê YPG’ê Siyament Elî jî gotarek kurt da. Elî got, “Şehîd Egîd berxwedêr bû. Ji temenê xwe yê biçûk ve, barê welat, heval û gelê xwe hilgirt. Heta dawiyê bi baweriyê xebitî.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



