FRANKFURT – Li Frankfurtê ya Almanya, li dijî şoreşa Rojava û êrîşên barbar ên çeteyên HTŞ’ê yên li dijî Bakur-rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) pêlek hêrs û hevgirtinê bilind bû.
Di xwepêşandaneke girseyî de ku ji aliyê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), Teko-JIN (Jinên Ciwanên Têkoşer), YJK-E û Meclis Frankfurt – Offenbach – Hanau ve bi hevbeşî hate lidarxistin, bi hezaran kes daketin kolanan. Di xwepêşandanê de, ku bi beşdariya girseyî ya bi hezaran Kurd û alîgirên wan pêk hat, berxwedana bi biryar a gelê Rojava hate silavkirin.
Çalakî bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşger dest pê kir. Piştî axaftinan, komkujiyên li Rojava û dorpêça giran a li ser Koban û Hesekê bi tundî hatin şermezarkirin. Axaftvanan tekez kirin ku bêdengiya dewletên Ewropî û civaka navneteweyî li hember van êrîşên qirkirinê nayê qebûlkirin. Hate gotin ku “êrîşên li ser Rojava sûcek li dijî mirovahiyê û wijdanê dîrokî ye” û têkoşîna hevbeş berpirsiyariyek mirovî û dîrokî ye.
Beşdaran diyar kirin ku divê banga seferberiyê were guhdan û hemû gelê Kurdistanê û dostên wan vexwend meşa ku roja Şemiyê saet 13:00 li navenda Frankfurt Hbf tê lidarxistin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Free Free Kurdistan!” hatin qîrîn. û “Bijî Berxwedana Kobanê!” bi sloganên xwe qîriyan.
Çalakî bi vîn û biryardariyeke xurt bi dawî bû.



