NAVENDA NÛÇEYAN – Xelkê Binarê Qendîlê derbarê êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin de ji Ajansa me ya Nûçe Ciwan re axivîn. Xelkê Binarê Qendîlê diyar kirin ku ev êrîşên li ser Rojava nayên qebûlkirin û şermezar kirin, tekez kirin ku divê hemû gel û ciwanên Kurdistanê bibin yek û li dijî van êrîşan helwest nîşan bidin.
Her wiha, xelkê Binarê Qendîlê hevgirtina xwe bi gelê Rojava re nîşan dan û peyamên piştgiriyê ji wan re şandin.



