ŞENGAL – Îro li Til Ezêr a Şengalê bi pêşengtiya xwendekarên dibistana Til Ezêr meşeke ji bo piştgiriya Rojava hate lidarxistin. Di meşa ku ji bo silavkirin û piştgirtina şervanên QSDê hate lidarxistin de, xwendekaran destpêkê wêneyên Kezîyan û Zarokên ku ji ber çeteyên DAEŞê birîndar bûne rakirin û slogan havêtin. Meş li peykerê “14” destpêkir û li Dibistana Til Ezêr bi dawî bû.



