ENQERE – Rêxistinên ciwanan li Kolana Yüksel a navçeya Çankaya ya Enqerê li hev civiyan û êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin. Rêxistinên ciwanan her wiha derbarê ciwanê ku di êrîşa çekdarî ya li dijî xwepêşandana li dijî Rojava ya li Taxa Gazîpaşa ya navçeya Tarsusê ya Mersînê de hat kuştin de daxuyaniyek çapemeniyê dan.



