KOBANÊ – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî, şervanên YPG, YPJ û QSD li gundê Çelebî yê Kobanê derbeyên mezin li dewleta Tirk, DAIŞ û çeteyên HTŞ’ê xistin û çete tengav kirin.
Çeteyan ji ber ku li ser erdê nekarîn encamekê bi dest bixin, ji dewleta dagirker a Tirk daxwaza keşfê û piştgiriya bi droneyan kirin. Niha dronên dewleta dagirker a Tirk gundên Çelebiyê, Xirab Hişkê û Zêrikê yên Kobanê bi berdewamî bombebaran dikin.



