Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mazlûm Ebdî: Herêmên Kurdî Xeta Me Ya Sor In, Kes Nikare Li Vir Bi Ser Bikeve

Edîtor: Nucan Serdoz
26/01/2026 - 2:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
Mazlûm Ebdî: Herêmên Kurdî Xeta Me Ya Sor In, Kes Nikare Li Vir Bi Ser Bikeve
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî got, “Her peymana ji bo Qamîişlo û Kobanê divê Efrîn û Serêkaniyê jî bigire nav xwe. Heta ku şervanek me yê dawî bimîne em ê van herêman biparêzin. Kes nikare li vir bi ser bikeve.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî tevlî Bernameya Taybet ya Ronahî TV bû, êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û agirbesta 15 rojan hatî ragihandin nirxand.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku agirbesta dawîn bi sponseriya Amerîka û hêzên navneteweyî hat ragihandin û destnîşan kir ku dan û standin bi hikumeta demkî re dewam dikin, lê hurguliylên din dê demên pêş de werin nîqaşkirin.

Mazlûm Ebdî got, muhleta heyî wê gavên cidî yên ber bi entegrasyonê ve temam bikin û da zanîn ku QSD’ê amade ye di demeke kurt de peymana 18’ê Çileyê pêk bîne. Her wiha destnîşan kir  ji bo postên alîkariya wezîrê parastinê û parêzgeriyê Hesekê nav hatin pêşniyarkirin, lê heya niha li ser lîsteya navan negihiştine lihevkirinê.

Ebdî îşaret pê kir ku “li gorî lihevkirinê divê artêşa Sûriyeyê derbasî herêmên Kurdan nebe.”

Ebdî bal kişand ser civîna li Hewlêrê hat lidarxistin jî û diyar kir ku ku civîn bi armanca pêkanîna agirbestê hat lidarxistin û got, “tevahî aliyan xwestin ku çareserî siyasî be, ne leşkerî be û encamên civînê jî erênî bûn.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê da zanîn ku dan û standinên bi hikumeta demkî re bi sponseriya navneteweyî û beşdariya saziyên siyasî û leşkerî yên DYE’yê, serokkomarê Fransasyê Emmanuel Macron tên kirin, lê ev lihevkirin ne yên dawîn ne.

Ebdî destnîşan kir ku hewldanên navneteweyî yên ji bo aramkirinê hene, lê serketina wan girêdayî asta pêkanîna wan ji aliyê Şamê ve ye. Ebdî got: “Eger şerên neqebûlkirî neyên ferzkirin, dê hewldan bi ser kevin.”

Mazlûm Ebdî salvegera serketina rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAÎŞ’ê li gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku berxwedana Kobanê xaleke werçerxê  di dîroka Rojava de bû û hişt ku gelê Kurd bibin. Ebdî got: “Êrişên îro li ser Kobanê têne kirin wê têk biçin.”

Her wiha anî ziman ku ji Şamê hat xwestin ku derbasî Koban nebe û wê jî ev daxwaz pejirand. Ebdî hêvî kir ku hikumet pabendî vê daxwazê be

Mazlûm Ebdî bal kişand ser dosyaya koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û got, divê koçber vegerin herêmê û got, çareseriyên ji bo Qamişlo û Kobanê têne nîqaşkirin, herêmên din jî eleqedar dike.

Ebdî bal kişand ser binpêkirinên ku li dijî Kurdên li Reqa, Tebqa û herêmên din hatin kirin û got, divê hesab bê pirsîn. Her wiha ji kiryarên nîjadperestî û provokasyonan di navbera Kurd û Ereban de hişyarî da.

Ebdî bi bîr xist ku di nava QSD’ê de şehîdên Ereb bi taybetî ji Reqa û Dêrazorê hene û got, divê siyasetên derxistina fitneyan di navbera pêkhateyan de werin teşhîkirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bal kişand ser vê yekê ku vekişîna wan a ji Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo rêgirtina li pêşiya rageşî û herkîna xwînê pêk hat û got, herêmên Kurdan xeta sor e. Ebdî da zanîn QSD’ê ji hemû îhtîmalan re amade ye û bi vebijêrka siyasî ve girêdayî ku wekî çareseriya yekane dibîne. Her wiha anî ziman: “Em ê berxwedanê û parastina herêmên xwe bidomînin ta bigihêjin çareseriyeke siyasî ya giştî.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bollène, Ciwan Ji Bo Rojava Daketin Kolanan

Nivîsa Pêş

‘Heta Ku Destketiyên Me Werin Misogerkirin Divê Çalakî Berdewam Bikin’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
‘Heta Ku Destketiyên Me Werin Misogerkirin Divê Çalakî Berdewam Bikin’

‘Heta Ku Destketiyên Me Werin Misogerkirin Divê Çalakî Berdewam Bikin'

Şervanên YPG’ê Li Hesekê Peyama Berxwedanê Şandin

Şervanên YPG'ê Li Hesekê Peyama Berxwedanê Şandin

Manşet

  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû
  • Ciwanên Welatparêz Li Wanê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.