LEIPZIG – Piştî mirovên ji deverên cuda yên Kurdistanê, ciwanên enternasyonalîst ji Ewropayê jî ji bo piştgiriya bi Rojava re ketin rê. Ciwanên ku rêwîtiya xwe ji Berlînê dest pê kirin gihîştin Leipzigê.
Ciwanên enternasyonalîst ên ji Berlîna Almanya bi rê ketin gihîştin Leipzigê. Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-Alman (Nav-Leipzig) a li Leipzigê ji aliyê bi dehan kesan ve hatin pêşwazîkirin. Piştre ciwanên enternasyonalîst li Nav-Leipzigê civîneke giştî li dar xistin.
Di axaftinan de êrîşên HTŞ’ê û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk berê jî li Bakurê Kurdistanê komkujiyên mîna yên li Rojava pêk aniye û ev êrîş dê bi têkoşîna gelê Kurd û hevalbendên wan werin pûçkirin.
Ciwanên enternasyonalîst wê ber bi Rojava ve bi rê bikevin.



