NAVENDA NÛÇEYAN – Gelê Papûa gelekî xwecihî ye, yê ku di Başûr û Rojhilatê Asya de dijîn. Welatê wan di nav du dewletan de parçebûyî ye. Parçeya wî ya Rojavayê di bin dagirkeriya dewletê Indonesya ye de ye û gelê wan bi zilmekî mezin re rû bi rû ye. Koma Ciwanên Pêşverû yên Papûyî (KMP2) yek ji rêxistinên Papuyî yên ku ji bo azadiya welatê xwe têdikoşin. Ew jî ji têkoşina gelê Kurd û Şoreşa Rojava îlham digerin. Rêber Apo gelekî bala wan dikişîne û li ser wî lêkolîn dikin û perwerde dibinin. Niha jî ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava peyamekî bi dîmen şandin. Peyama wan jî ev e:
Em wekî Ciwanên Pêşverû yên Papûyî piştgiriya xwe radigihînin: Rojava ne tenê berxwedana gelê Kurd temsil dike. Ji bo her kes ê ku ji rûxandina sistema metînger û avakirina azadiya gelan bawer dike, Rojava nirxekî mezin e.
Biji Şoreşa Rojava!
Jin, Jiyan, Azadî!



