KOBANÊ- Gelê Kobanê li beramberi êrişên çeteyên DAIŞ û hikumeta Şamê yên bi piştgiriya Tirkiyê, berxwedaneki bê navber rave dike. Rûxmê ku şer li herêmên Sirîn û Çelebî rû dide li dûri bajar e, gel bi înîsiyatîfa xwe, li her taxê, kolan bi kolan, nobedê xwe digire. Şêniyên taxa Gumrîkê yê li ber sînorê Bakurê Kurdistanê diyar kirin ku ew gel diparêzin û di serkeftinê de bawer in.



