NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dirûşmeya “Yekîtiya Neteweyî û Parastina Destkeftiyên Gelê Kurd”, komek ciwanên ji navçeya Qeladizê, ku di nav sînorên Raperînê de ye, ji bo beşdarbûna seferberiyê çûn Rojavayê Kurdistanê.
Şêx Heme, ciwanêkî ji Raperînê, diyar kir ku ji bo welat û axa xwe parçe neke, ew çûye eniyên şer û got, “Kurdistan yekpare ye.”
Ciwanêkî din, Azad Xidir, got, “Ez ji vir diçim; ez ê xwîna xwe bikim mûreka qelema şervanekî da ku dîrokeke nû binivîsim.”
Mihemed Omer, ciwanêkî din ji got, “Em amade ne ku bi dilxwazî li dijî dijmin şer bikin,” û got, “Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin: Rûyên xwe ber bi Rojava ve bizivirînin, Kurdistan yek e.”



